Dema mirov li rewşa nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd dinêre, yek ji mijarên herî berbiçav û dilêş, nebûna qadeke civakî ya serbixwe û pir alî ye. Ev kêmasî ne tenê encama zordestiya konjektûra siyasî û polîtîkayên pergalên serdest e; şer, pevçûn û rewşa parastina herdemî ya ku bi salan e domiya, şopên kûr li ser hişmendiya hunermend, nivîskar û rewşenbîrên kurd hiştine û bandoreke neyînî li afirandina ramanî ya vê qadê kiriye.
Wêneyê îro yê vê qadê, mixabin, tije nakokî, helwestên teng û berjewendiyên kesane an jî tijî sazîlîst e. Li şûna ku ev qad bibe neynika tevahiya civakê û hemû reng, deng û ramanên cihêreng ên neteweyî di nava qalibekî hevpar de bihewîne, hêdî hêdî veguheriye meydana rûbirûbûn, tawanbarkirin, jihevdûrxistin û xir û cira rojeva vala. Nivîskar, rewşenbîr û hunermendên ku berê li ser navê gel diaxivîn, niha pir caran li ser hevûdu diaxivin, hev tawanbar dikin û gav bi gav ji rastiya civakê dûr dikevin.
Girêdana bi dîrokê re
Yek ji pirsgirêkên kûr ên vê qadê, têkiliya qels û girêdana kêm a bi dîrokê re ye. Bêguman dîrok bingeheke girîng e û divê bi awayekî zanistî were zanîn û nirxandin. Lê belê, dema ku dîrok ji amûreke avakirina pêşerojê vediguhere qada hesabên bê dawî û lêpirsînên kesane, berhemên rewşenbîran jî dikevin nav şêlobûn û bêberhemdariyê.
Mînakên vê dawiyê ku wekî hunermendekî li ser navê hunerê xwe da der; ji helwesta ku “mîstina nav bîra ku jê av vexwariye” dûrneket, rewşa şolî ya qada medya civakî, çandî bi zelalî nîşan dide. Li vir mijara sereke ne tenê kesek e; pirsgirêk sînorê helwest û hewldanan e ku gelo dê di pêşerojê de çi bandorê li avakirina jiyana siyasî, çandî û civakî bike. Em hîn jî li ser rûdanên salên 1970 û 1980’an nîqaş dikin, bê ka kîjan alî çi gotiye û kîjan helwest girtiye dest û bi van hesabên kevneşop îro xwe li hev radikişînin.
Ev rewş qada nivîskarî û rewşenbîriyê vediguherîne mekanîzmaya paqijkirina kêmasiyên kesane û darizandinên li gorî girêdanan, ne li gorî raman û kiryarên rast. Di encamê de, li şûna ku bibe navendeke afirandina ramanên nû û çareseriyên konjokturel, ev qad dibe amûra jihevdûrketin, parçekirin û windakirina hêzê. Mirov ne li gorî raman an kiryarên xwe, daxwazên civakî, lê li gorî girêdanên birdozî tên darizandin; di heman demê de tawanbariyên mîna “qoriciyê qada medyayî, ajanê çandî, xayînê siyasî” û gelek têgehên din li vir bi hêsanî li pey hev tên rêzkirin.
Narsîzm û bandora medyaya civakî
Aliyekî din ê vê pirsgirêkê, alîgirî, qad diyarkirin ya nivîskar, rewşenbîr û hûnermendan e ku bi rêya medyaya civakî re hîn bêtir xwe nîşan daye. Her derdorekê lehengên xwe yên dîtbarî afirandiye û komên medyaya civakî li dora “pîroziyên” xwe civandine. Di encama vê de, çanda rexneyên çêker û berpirsiyar berê xwe daye çanda pesindayîn, çepik lêdan, pejirandina derdor û emojiyan.
Her kom an derdor, bi her parvekirinekê re zêdetir li dû pesendkirina şopînerên xwe ye, ne li pey lêgerîna rastiya civakî. Medyaya civakî veguheriye amûreke êrîşê; rêbazên cihêkariyê di nav şopîneran de populer dikin û têkiliya rastîn a bi jiyana gel re qut dibe. Ev jî dibe sedema serûbinbûn û biyanîbûna hunermend, nivîskar û rewşenbîran ku di encamê de li şûna xizmeta ji bo civaka xwe, xizmetê ji neyaran re dikin. Kesên ku çepikan lê didin û emojiyan dişînin jî, qet napirsin ka ev nivîs an parvekirin rast e, an çewt e; ew tenê li gorî nasnameya parvekar biryarê didin û dibin amûrê pesindayîn an jî tawanbarkirinê.
Bi hêza ziman ber bi amûra pisaftinê ve
Yek ji pirsgirêkên herî berbiçav ku îro rû dide, mijara nêzîkatiya beramberî ziman e. Zimanê kurdî, tevî polîtîkayên sedsalan ên înkar û pisaftinê, bi saya berxwedaneke mezin nasnameya xwe parastiye. Lê belê di salên dawî de, ev ziman ji rola xwe ya hêza yekgirtinê hatiye dûrxistin û bûye amûreke biçûkxistinê.
Bêguman hewldana ji bo axaftin an fêrbûna zimanê kurdî pir hêja û pêwîst e. Lê bikaranîna ziman wekî amûreke êrîşê bo biçûkxistina kesên ku ji ber sedemên dîrokî, koçberî an nebûna perwerdeyê ji zimanê dayikê dûr ketine, dibe pirsgirêkeke metirsîdar. Hin derdor ku dixwazin zirara asîmîlasyonê sererast bikin, gelek caran şêweyên nû yên vê zirarê diafirînin.
Di vir de nakokiyeke balkêş heye; piraniya wan kesên ku rexneyên herî tund li ser “neaxaftina bi kurdî” dikin, li dijî serdestiya zimanê tirkî, erebî an farisî bi heman tundiyê dernakevin. Ev nêzîkatî, kesên ku zanîna wan a zimanî sînordar e hîn bêtir ji têkoşîna rastîn a ziman dûr dixe. Ew derdorên ku qada ziman ji xwe re kirine kozik, bi serde bi zimanê serdestan êrîşî kêmasiyên kurdîaxêfan dikin û bi vî rengî zirarê didin doza ziman.
Ji bo ku têkoşîna zimanî bibe têkoşîneke rastîn, divê armanc ne tawanbarkirina kesan, lê afirandina şert û mercên ku ziman pêş bikeve be. Ziman dema ku dibe qada vekirî ya fêrbûnê, yekgirtinê û hevgirtinê hêz digire; dema ku dibe amûra şermezarkirinê an hevbiçûkxistinê, lawaz dibe.
Valahiya di navbera nivîskar, rewşenbîr û hûnermend û gel de
Di encama van hemû faktoran de, valahiya di navbera qada dîtbarî û civaka kurd de her ku diçe firehtir dibe. Dema ku fikarên sereke yên gel aborî, betalî, koçberî û parastina xwebûn û hebûnê bin, asêbûna nivîskar, hunermend û rewşenbîran di nava nîqaşên navxweyî û polemîkên kesane de, bêhêvîtiyeke mezin diafirîne û dimîne. Ev yek baweriya gel a li hemberî pêşengên zimanî, çandî û hunerî di qada gelemperî de bi awayekî berbiçav kêm dike.
Civaka kurd îro di nava parçebûneke pir aloz de ye. Tecrubeyên kurdên li dîasporayê, Rojhilat, Rojava, Başûr an jî Bakur ji hev cuda ne û pêşîniyên wan ne yek in. Her parçe li gorî alfabe û bandora welatê serdest reng digire. Tevî vê yekê, li şûna hewldana fêmkirina van cudahiyan, meyla hev nefahmkirinê serdest dibe. Li ser asta zimanzaniyê, nîqaşên mîna soranî, kurmancî, kelhorî an zazakî ji dewlemendkirina ziman wêdetir, vedihugerin amûrên dubendiyê û tiliya tawanbariyê dirêjî hev dikin. Her çiqas di qada zimanî de hîn jî meyla ku mirov di nav yekhelwestiyê de zimanekî yekgirtî ava bikin heye, lê hember vê dubendiya tund û hişk ku civakê ji hev dabeş dikin pak nabin.
Nîqaşên li ser zarava, alfabeyê an cihêbûnên herêmî gelek caran ji nîqaşên li ser pêşxistina ziman û çandê pêş dikevin. Ev jî dibe sedema lawazbûna baweriya li hember hev û dûrxistina perspektîfeke hevpar. Lê gerek bê pirsîn jî; ji bo nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd çima zimanê serdestên wan an jî zimanê tirkî, erebî û farisî ew qas girîng e? Ne bi zimanê li cîhanê ku serdest e, lê bi zimanê dagirkerê xwe nivîsandin, strandin û axaftin! Kesên di navberê de du zimanî ji xwe re dikin hacet jî, bila zanibin ku meşrûiyeta kesayetiyê ya li hember zimanê serdestan pê ve ne tiştek e. Burhan Sonmez û parlamenterên kurd mînakên berbiçav in. Gelek pirsên din hene û bersivan dixwazin. Ev nexweşiya bêderman ku ji dîrokê ve heye, baweriya li hember hev a zimanî her ku diçe lawaz dike û her perçe li gor birdozîya-pergala serdest pêşbiniya zimanî ava dike.
Do dereng bû, îro ne dereng e, lê sibê dê pir dereng be.
Di demên wiha krîtîk de, rola nivîskar, rewşenbîr û hunermendan ne gurkirina nakokiyan e; rola wan pêşniyarkirina nêzîkatiyên nû, berfireh û avaker e. Pêwîst e pirsgirêka zimanî çand û hunerî ji qada polemîkên rojane yên medyaya civakî were derxistin û di çarçoveyeke dîrokî, siyasî û civakî de ji nû ve were teşekirin.
Ger qada nivîskar, rewşenbîr û hunermendan di nav xwe de asê bimîne û nikaribe bingeheke hevpar a pêşerojê ava bike, dê di rûpelên dîrokê de bê bandor bimîne. Metirsiya rastîn ne tenê paşveçûna çend kesan e, windakirina zimanî û hêviya civakê bi xwe ye.
Dem, dema vegerandina nivîskar, rewşenbîr û hunermendan e bo rola wan a cewherî. Ev rol jî ronîkirina gavan, dagirtina valahiyan û avakirina pêşerojeke rûmetdar e ku hêjayî têkoşîna 50 salên dawî ya gelê kurd be. Ji ber vê yekê; do dereng bû, îro nedereng e, lê sibê dê pir dereng be.


