logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Îdirî tarîx nişt
  2. Bernameya çandî ya Yenîsahneyê
  3. Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' eşkere bû
  4. Ji bo Amedsporê tu jî SMS'ek bişîne
  5. 2025: Peyvên herî zêde lê geriyane
news-details

Baroyê got, 'Emê kuştina Dilan Karamanê bişopînin'

  • Dîrok: 28/11/2025
  • Beş: Nûçe

Amed
Tevgera Jinên Azad (TJA) û NAvenda Mafên Jinan a Baroya Amedê têkildarî mirina bi guman a Dîlan Karamanê daxuyaniyên nivîskî belav kirin. Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî daxuyanî belav kir.
 
TJA’yê di daxuyaniya xwe de got: “Em gelek xemgînin ku me yek ji kirdeyên çalak a têkoşîna azadiyê ya jinan Dîlan Karaman winda kir.” 
TJA: EM NECEZAKIRINÊ QEBÛL NAKIN
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye: “Hevala me Dîlan, ji 11’ê Mijdarê heta niha li beşa çavdêriya awarte têkoşîna jiyanê dida. Weke Tevgera Jinên Azad, ji roja ewil heta niha me rewşa wê ji her alî ve ji nêz ve şopand. Weke TJA’yê me çawa heta niha dev ji întîhar, mirinên jinişkave û mirinên biguman ên jinan bernedabe, em ê destûrê nedin ku mirina biguman a rêhevala me Dîlanê jî di tariyê de bimîne. Em, tundiya sîstematîk û necezakirinê qebûl nakin. Li hemberî her cureyên gefan ên li ser jiyana jinan, em ê têkoşîna xwe bi heman biryardariyê bidomînin. Em ê vê pêvajoyê jî heta dawiyê bişopînin.”
 
DEM PARTÎ: MIJARÊN 'ÎNTÎXAR'Î POLÎTÎK IN
Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî bi daxuyaniyekê got ku heta rewşa nediyar ji holê radibe dê bûyerê bişopînin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Mirinên biguman ên jinan ne bûyerên şexsî ne, encama newekheviya zayenda civakî, tundiya sîstematîk û polîtîkayên necezakirinê ne. Di vê çarçoveyê de, em dixwazin bibêjin ku mirinên jinan ên di bin navê ‘întîharê’ de tên pêşkeşkirin, polîtîk in.” 
 
NAVENDA MAFÊN JINAN A BAROYA AMEDÊ: EM Ê BIŞOPÎNIN 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê jî têkildarî mirina biguman a Dîlan Karamanê daxuyanî da. Navendê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku mirina Dîlan Karamanê mirineke biguman e. Bi domdarî wiha hate gotin: “Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku rojnameger û kirdeya çalak a têkoşîna azadiyê ya jinan Dîlan Karaman bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye. Ji 11’ê Mijdarê heta niha li beşa çavdêriya awarte dihat tedawîkirin. Her çend mirina wê weke ‘krîza dil’ bi raya giştî re hatibe parvekirin jî, tê zanîn ku gelek mirinên biguman ên jinan di bin navê ‘întîharê’ û ‘mirinên ji nişka ve’ tên qeydkirin. Vê jî yekser eleqeya xwe bi polîtîkaya necezakirinê û dijminatiya li jinan re heye. 
Mafê jiyanê yê jinan, bitûniya bedenê û mafê ewlehiyê, di bin berpirsyartiya dewletê de ye. Lewma jî divê lêpirsîna têkildarî mirina Dîlan Karamanê demildest, bi şefafî û bi hûr û kûr were kirin. Heke xemsarî, berpirsyarî yan jî bandora kes an jî avadaniyan hebe, divê ev lêpirsîn bibandortir, bi berfirehî û serbixwe were kirin. 
Em bi bîr dixin ku mirinên biguman ên jinan ne şexsî ne; encama newekheviya zayenda civakî, tundiya sîstematîk û polîtîkaya necezakirinê ye. Di vê çarçoveyê de, em careke din dibêjin ku mirinên jinan ên di bin navê ‘întîharê’ de tên pêşkeşkirin, polîtîk in. 
Wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, em ê heta dawiyê pêvajoya têkldarî mirina Dîlan Karamanê bişopînin. Ji bo lêpirsîn bi awayekî çalak were meşandin jî em ê piştgiriya hiqûqî ya pêwîst bidin. Bila were zanîn ku dê têkoşîna me ya li dijî mirinên biguman ku li ser mafê jiyanê yê jinan gefek e û hemû binpêkirinên mafan, bi biryarî bidome.”

JI 11'ê MEHÊ VE LI NEXWEŞXANEYÊ BÛ
Dilan Karaman ji 11'ê mehê ve li nexweşxaneyê di beşa nexweşên giran de bû û roja 27'ê mehê mir. Cenazeyê wê îro li Goristana Akkopru ya li Wanê hat definkirin. Hevseroka DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar, Endama Heyeta Îmralî ya DEM Partiyê Pervin Buldan, Mebûsa DEM Partî ya Mêrdînê Saliha Aydeniz, endamên TJA'yê û gelek kesên din beşdarî merasima definkirinê bûn.

Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Toza Çîl Spî

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 04 12 2025

Ev jî çêbû: Li 2 Edliyeyên Stenbolê dizî

news
  • 03 12 2025

Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' eşkere bû

news
  • 02 12 2025

Hejmara kurdên li Herêma Kurdistan û derveye îdareya wê diyar bû

news
  • 29 11 2025

Barzanî hat Cizîrê

news
  • 28 11 2025

Baroyê got, 'Emê kuştina Dilan Karamanê bişopînin'

news
  • 28 11 2025

Ji bo Dîlan Karamanê komîsyon hat avakirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Onder kincên qezenc kirin dê diyarî bike

ad

HECÎ BELED

ad

Serketiyên Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn

ad

672 hezar û 649 hilbijêr bi ku ve çûn?

ad

Siyadê Xelatên Ked û Rûmetê eşkere kirin

ad

Belgefîlmên festîvalê eşkere bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Îdirî tarîx nişt

  • 04 12 2025
news

Bernameya çandî ya Yenîsahneyê

  • 03 12 2025
news

Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' eşkere bû

  • 03 12 2025
news

Ji bo Amedsporê tu jî SMS'ek bişîne

  • 03 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname