Diyarname
Ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî li navenda Amedê û li navçeya wê Farqînê konser li dar ketin.
NAVENDA AMEDÊ
Li Amedê bi pêşengiya saziyên çand û ziman li Çandamedê konsereke pirzimanî lidar ket. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ma Music, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û KASED'ê bi hev re organîze kir.
Pêşkêşvaniya şevê Ferhat Ertaş kir. Berdevkê Komîsyona Ziman a Şaredariya Amedê Tahîr Baykuşak berî konserê axivî banga xwedîlêderketina ziman kir.
Di şevê de dengbêj Sidîqê Farqinî, dengbêja ciwan Siyajîn Yaman bi klamên xwe pêşî cih girtin. Dûre koroya Konservatuara Aram Tîgran, KASED, Ma Music, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Koroya Zarokan a Şaredariya Bajarê Mezin derketin ser dikê û stranên bi zaravayê kurmancî û kirmanckî, bi zimanê ermenkî û suryankî stranên xwe pêşkêş kirin.
Di şahiya ku salon tije bû de bi strîna strana “Zimanê Kurdî” bi dawî bû.
FARQÎN
Şaredariya Farqînê jî ji bo Roja Ziman li Parka Rindêxanê şahî lidar xist. Hevşaredarên Farqînê Kadrî Esen û Sevîm Biçîcî, rêveberên DBP'ê û DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesên din beşdar bûn.
Di şahiyê de Koroya Zarokan a Şaredariya Farqînê û koma erbaneyê derket ser dikê û stranan strîn.



