Diyarname
Îro Serokê Klûba Amedsporê, Serokî Îştîşareyê, teknîk dîrektor û rêveber çûn Fûara Pirtûkan.
10'emin Fûara Pirtûkan a Amedê îro di roja çaran de bû. Îro mêvanên taybet hebûn, Amedsporî çûn fûarê, li standan geriyan û pirtûk standin.
Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren, Serokê Lijneya Îştîşareyê ya Bilind Nesih Aktepe, Seroka Duyemîn Şengul Saruhanoglu, teknîk dîrektor Besnik Hasi, Serokê Lijneya Îştîşareyê yê berê û endamê Meclisa Partiyê yê DEM Partî Metin Kilavuz û rêveberên Amedsporê li fuarê bûn. Kilavuz li ber standê pirtûka bi kurdî "Cangoriyên Mişarê" diyarî Besnik Hasi kir û got, "Ez bawerim mamosteyê me Hasi kurdiya xwe pêş bixe, roj bê dê bikaribe pirtûkê bi kurdî bixwîne."
Serokê Klûbê Eren diyar kir ku fûra ji bo jiyana çand û hunerê ya li bajêr kedek e, dike ku pirtûk û çanda xwendinê xurtir bibe, ew wekî Amedsporê jî dixwazin balê bikişînin ser fûarê, ji bo pirtûkxaneya klûbê berhemên nû bigirin, loma ew li fûarê ne.
Eren bang li hemû amediyan kir ku herin serdana fûarê.
Heyet li standan geriyan, pirtûk standin û ligel weşangeran sohbet kirin. Rêveberên Amedsporê pirtûkên kirîn diyarî beşdarên fûarê kirin.

**
Nûçeya Eleqedar:
- Pêşangeha Amedê çi dibêje me?
- Bayekî Nû li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê Serdest e
- Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
- Rojên li darketina Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
******************************


