Hewlêr
Hunermend Şivan Perwer ji bo piştgiriya çalakiya girevên birçîbûnê li Parka Sami Ebdurehman a li ber Parlemena Kurdistana Başûr ji bo rojekê ketibû gireva birçîbûnê. Gelek kesên ku bihîst Perwer ketiye girevê çûn serdana wî.
Perwer duh (17'ê mehê) piştî gireva xwe bi dawî kir got: "Di destê min de tembûra min, ezê digel bi dehezaran ji Hewlêrê heta Amedê bimeşim."
Niha tê meraqkirin bi rastî jî dê Şivan Perwer ji Hewlêrê heta Amedê bimeşe yan na û ger bimeşe kengê?


