Diyarname
Îro 116 saliya rojnameya Kurdistan e. Di vê salvegerê de çapemeniya kurd li her çar parçeyan, bi taybetî li Rojava ji bo gelê xwe li ser kar e.
22'yê avrêla 1898'an de Mîqdad Mîdhed Bedirxan yekemîn rojnameya kurdan "Kurdistan" li Qahîreyê weşand. Ji wê rojê heta îro bi sedan weşanên kurdî ketin xizmeta gelê kurd. Îro televîzyon, radyo, rojname û malperên bi kurdî li ser vê xetê dimeşin. Li çar parçeyan rewş wisa ye, lê bi taybetî jî li Rojavaya dilê kurdan weşanên bi kurdî, di vê serdema berxwedanê, di serdema şoreşeke nû de li ser karên xwe ne. Televîzyona Ronahî, Ajansa Hawarê û gelek radyoyên li bajarên Rojava kar dikin, li ser xebata rojnameya Kurdistanê dimeşin.
Em salvegera rojnameya Kurdistanê pîroz dikin, gorbihuşt Mîqdad Mîdhed Bedirxan bi hurmet bibîr tînin û vê Roja Rojnamegerên Kurdistanê li wan pîroz dikin. Bi taybetî jî endamên çapemeniyê yên li Rojava pîroz dikin.


