Diyarname
Mebûsê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ku gotibû “Erebên sunî dûr nehatibana girtin li Iraqê dê ev hêrs derneketa holê” û bi vî awayî jî DAIŞ parastibû bir heta meclisê. Sariyildiz got ku ev gotin çeteyên DAIŞ’ê ku di tetikkêşî û wehşetê de sînorê nas nakin, meşrû dikin.
Sariyildiz got ku ev çeteya ku ji aliyê siyasî, exlaqî û însanî ve tu rêgezan nas nakin, serê mirovan jê dikin, tecawizê jinan dikin, mîrateya çandî xira dikin piştî berê xwe dabûn şoreşa Rojava, niha jî berê xwe dane Şengalê. Li Şengalê herî hindik 3 hezar kes hatine kuştin, 5 hezar kes hatine revîn, 300 zarok û extiyar ji ber birçîbûn û tîbûnê mirine.
Sariyildiz pirsnameyeke da Wezîrê Karên Hundir û xwest ew bersivan bide. Sariyildiz ji wezîr ev pirs kirin:
- DAIŞ’ê ku li Rojhilata Navîn li hemberî gelan, mezheban û baweriyan her cure hovîtî dike tu wê wekî rêxistineke terorîst dibînî yan na? DAIŞ di nav lîsteya terorê ya Tirkiyeyê de cih digire yan na?
- Tu DAIŞ’ê wekî nûnerê erebên sunî dibînî?
-Gelo Serokê Veşarî yê DAIŞ’ê Tarik Haşîmî ye? Ew Haşîmî ku li Iraqê bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin, reviya Tirkiyeyê û hikumetê ew girt bin ewlehiya xwe.
-Gelo bandora polîtîkaya we ya Osmanîparêz, tirkparêz û mezhebparêz li ser Rojhilata Navîn ku bûye goristana gelan û baweriyan çi ye?
- Hikumeta we heta niha li hemberî rêxistinên fundamentalîst ên wekî DAIŞ’ê çi ewlehî girtine? Li hemberî DAIŞ û rêxistinên wekî wê ku Tirkiyeyê wekî baregeha têre derbasbûnê bikar tînin tu planeke we ya çalakiyan heye?
- Ji Tirkiyeyê heta niha çend kes çûne beşdarî DAIŞ û rêxistinên din ên radîkal ên îslamî bûne?
- Gelo rast e yek ji patronên paştgir ê DAIŞ û El Nusra ku li Sûriyê, Rojava û Iraqê komkujiyan pêk tînin Hukemat AKP’ê ye.


