logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din

Mesûd Qeya

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mesûd Qeya

Mesûd Qeya

Xêrhatin An… Nehatin

  • Dîrok: 22/07/2024

Silav. Dibêjin agirê cehenemê bi heft avan hatiye şûştin. Dibe hejmara heftan hişê we biribe dereke din lê yê min na.  Hişê min wekî her gavê li vir e. Ez xwe baş nas dikim. Bi awayeke din ji xwe ne dûr im. Nêzî xwe me. Dûrbûn û nêzîkbûn du têgehên çiqasî nêzî hev in. Ez dikarim têkevim sond selawatan, aniha li vê nêzîkbûnê hayê dibim û bi heman awayî li vê dûrbûnê jî. Welhasil berî ji mijarê zêde dûr bikevim ezê cardin vegerim ‘sermeselê.’ Me çi gotibû? Agirê... Cehenemê... Bi heft... Avan... Hatiye... Şûştin... Kê dîtiye nizanim lê di vê meselê de dibêjim qey tişta muhîm gotin e. Dîtin eseh e.  Lê gotin? Berfireh e. Ji lewma ye dîtin kuştin e dibêjim qey, lê ew qasî jî pê ne amin im. Gotin meraq e, gotin guman, gotin saw, berdewamî, xumamî,  ji cîh kirin e. Gotin dijî. Dîtin dawî ye, dîtin sekin, dîtin zelal, bi cîh kirin, pêkhatin û pê re tefandin e. Dîtin mirin e. Mere carina mirina xwe jî dibîne. Lê ev ne ew dîtina kêliyeke berê ye. Min carekê li civatekê gotibû; “Min vê sibehê mirina xwe dît.” Belbî civat hîna jî bi min dikene, mafdar e.  Ez jî dikenim, lê ne bi gotina xwe bêhtir bi mirina xwe. Mixabin cardin ez ji meselê dûr ketim.
Yekî din jî digot; “Herkes agirê xwe bi xwe re dibe.” (Silav William Blake) Bifikirin hûn pêşî li malê agirê xwe dixin nav avê bo binermije, paşê bi avekê dişon, dilê we rehet nabe di aveke din re derbas dikin, ew jî nabe û yeke din heta heftê we temam dibe. Taliyê hûn lê dinêrin agir li avê çûye, êdî li bedena we nayê. Hûn xeberê dişînin melyaketan. Dibêjin; “Ev agir bi ava kelandî hatiya şûştin em nikarin tiştekî bikin.” Hûn wiha li rastê bê agir dimînin. Tu kes xêrhatinê li we nake. 
Dibe ev çîroka min be. Berî werim vir ez jî di heman rêyê re derbas bûm. Min agirê xwe bi ava heft çeman şûşt, dû jê neçû. Çimkî ardû tune bû. Wextekê li hespê şeytên siwar dibûm û niha ji kerê ketim. Ji vê re dibêjin; têkçûn. Hatim. Ezê edî ji heyvê carekê li vê quncikê hin têkçûnan li xwe zêde bikim. (Silav Marcel Proust) Mixabin ji bilî vê tiştek di destê min de tune ye. 
Cîranekî me heye kêfa wî ji gerê re tê. Rojekê derketibû meşê. Di rê de baranê dayê bû tofan. Mêro zor bela xwe gihand mehelê. Heriyê dabû heta çongan, teşkên wî lewitî bûn. Me go, “Cîran tu bixêr hat.” Go; “Çi bixêr hatim lo! Hatin be jixwe va ye ez hatim! Bêjin tu bixêr herî!” Aniha bawî bûye, li erdê ye. Ne xêrhatin ne jî xêrçûyîn lê hat. Aha ev jî têkçûneke din e. Niha heman çîrok a min e. Bi xêr hatim an nehatim nizanim. Lê va ye hatim. Ya qenc ew e go ez bixêr herim. Silav.

***

Ji bo guhdarîkirinê:
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Berxweş

  • 30 Rêbendan 2026

  Mektûp I Têra xwe tijî me birêz. Vê mektûbê ne li dûr-welatan, li tenişta te dinivîsim. Zanim dengê min nayê te. Dibe tu kevirek be, lewma. Kêvirekî leq pê nakeve. Ebed. Gomeyekî bel, li dera hanê. Li...

Kitêbeke Nenivîsandî

  • 03 Sermawez 2026

Ji bo guhdarîkirinê:   Ezê kitêbekê binivîsim. Lê çima? Nizanim. Hema gere biqedînim berî şewqa rojê bide serê minara li sûkê. Berî dengê dîk û azana melê sibehê yanî. Wê kitêba min sade be, hem...

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • 02 Sermawez 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   eger nebûma ribikekê sivik dibû dinya  wê misqalek ken kêm nebûba ji rûyê te  ne jî çend dilopên hêsirên çavan. eger nebûma bêhnekê ronî dibû dinya  wê hindik...

Hemû Nivîsen Mesûd Qeya

Mesûd Qeya kî ye?

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Ji Sîtavê çend pirtûkên nû

ad

Bakirhan: Li aliyek li ser aştiya navxweyî tê axivîn, li aliyê din vîna gel didizin

ad

Em tenê îro wan bibîr neynin

ad

BDP'ê rêveberiya koma xwe ragihand meclisê

ad

TUSÎAD: Bila OHAL rabe, dawî li KHK'yan bê

ad

"Çûyîn" çû Saraybosnayê û bi xelatê vegeriya

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname