logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

XEWN

  • Dîrok: 20/10/2021
Bi zerqa tavê re ji xew rabû. Rahişt misîna avê bi gotina bismillah re derê der vekir. Qederek çavê xwe li ser gund gerand. Li kuncikek rûnişt, derpê xwe heta ser çoka xwe ji xwe şiqitand, şirinî jê çû. Rahişt misînê kêleka xwe çend kulm av reşand cîhê şirikê. Rabû derpê xwe kişad jor. Xur bi şûna lastika doxina wê ket. Qora xwe xurand. Pêşên dêrî kişand bin xwe dîsa li ser çoka rûnişt çend kulm ji ava mayî avêt ser çavê xwe. Ser û çavê xwe bi pêşa dêrî zuha kir. Berê xwe da hundir.
Agir berda pêrxingê. Misînê mezin ê di êvar de tije av kiribû danî ser agir. Rahişt teşta nan û berê xwe da kewarê. Ji stûna ber kewarê bêjing ragirt hêdî hêdî paçê qulika kewarê derxist. Kulm bi kulm ard bera bêjingê da. Wexta êmîn bû têra xwe ard li bêjingê xistiye. Pîne dîsa xist qulika kewarê û berê xwe da ber pêrxîngê. Li ber pêrxingê cilek qetiyayî raxist. Rahişt misîn, hinek av berda nav teşta ard ,cihê xwe li ber teştê xweşkir û dest bi histrandina hevîr kir... Teşta hevîr nixumand.
Rabû ser xwe çay demkir. Demlik li kêleka misînê bi cî kir. Ji post hinek toraq bera tasek da. Berê xwe da tenekeya zeytûnan kulmek zeytûn kir sehenek tevî tasek şekir û du îskan danî ser sêniyek. Sênî danî ser cila ber pêrxîngê berê xwe da der... Piştî çêlek dotin golik berdan. Şîr danî malê dîsa vegeriya tewlê. Golik ji ber çêlekan girtin. Berê çêlakan da der. Li ber derî rahîşt herdu elban û çêlek ajotin. Wexta ji nav garanê vegeriya dît mêrê wê taştê xwariye. Dûyê cixareya kamaş mîna ewr xelek bi xelek ji nava lêv û firnikên mêrik berbî kulekê dikişiya. Bi helkîn herdu elb danîn. Li kêleka merê xwe rûnişt... Deng li mêrê xwe kir.
- Min çêlek tevli garanê kir. Îro tendûra me heye. Ez pêre nagihînim paşê golikan berde.
Mêrik bi bêhntengî wekî çêrî bavê wî kirine. Bi yek dengî go, "temam temam" û ji mal derket.
Jinikê rahişt qetek nan cût pêre jî ji xwe re çay tije kir. Çend qim li îskanê xist nexist rabû ser xwe.  Makîneya şîr sazgar kir. Hem qulpê makînê badida hem ber xwe de hûr hûr distira. Piştî şîr li makînê xist, çend kozên agir ji pêrxîngê kir ser kostasiyê û berê xwe da tendûrê. Kozên êgir hêdî hêdî di hundirê tendûrê li ber qula kulfikê bi cî danî. Guniyek û hinek pûş danî ser agir û du sê teltên sergînan danî dorê. Bi derxistina pîneyê di kulfika tendûrê ra ba fizikî, agir yekser alaw girt û dû berê xwe da kulekê. Şîşa pehn a tendûrê danî ser devê tendûrê. Sitîla biçûk li ser şîş û devê tendûrê bi cih kir. Sîtil tije av kir û berê xwe nav malê...
Her du zarokên xwe ji xew rakir. Serê wan şûşt û kincên wan lêkir. Zarok yekser derketin der. Piştî arava serê zarokan li der rijand. Der û dorê tendûrê da hev. Cila qetyayî raxist. Teşta hevir berxwe ve kir anî. Textê girik li ser dikirin danî ser cilê. Hinek ard berda ser text. Tasek av, havlêk û refik girt û li ber text cihê xwe xweş kir. Bi havlêkê hundirê tendûrê ji tozê vemalişt... Her carê girikek li ser text pehn dikir piştre li ser destê xwe çep û rast digerand heta qasî dirêjbûn berahiya refikê bi şikil dikir hevir li ser destan direqisî. Yekcar hevir li refikê dirêj kir. Bi destê rastê rahişt refikê refik bi diwarê tendûrê ve danî... Zarok hatin mal bi tarifa diya xwe re ji xwe re hevrişk çekirin. Piştî xwarinê dîsa berî dan navgund. Êdî hevir li ber qedandinê bû. Mêrik di derî de ket hundir.
- Kerê wexta navrojê ye te qet tişt çênekiriye?
- Tu nabînî va ye li ber tendûrê me. Ka tu here odê ez patileyek çêkim ji me re. Mêrik bêdeng berê xwe da odê. Jinik ji cîhê xwe rabû. Ji post hinek toraqa hêşinbûyî kir tasek û berê xwe da aşxaneya tendûr tê de... Piştî tepsiya patîle tê de havêt binê tendûrê ji cihê xwe rabû. Bilez der û dor da hev. Legan danî. Kincê xwe ji xwe kir. Bi ava di sitîlê de mayî serê xwe şûşt. Bilez çekên xwe li xwe kir. Patîle ser û bin kir. Nanê xwe di teşta nan de bi cî kir... Rahişt siniya patîle li ser ber bi odê meşiya... 
Bi dengê zengilê derî re ji xew şiyar bû. Hêdî hêdî ji cihê xwe rabû. Derî vekir. Bi ditina nêviya xwe a ji dibistanê dihat re keniya:
- Qîza kerê ma kilît ji bo çi bi te re ye? Nêviya wê bi tîqetîq keniya maçek diyarî sûretê wê kir û berê xwe da oda xwe. Piştî kincê xwe yên dibistanê guhert. Li ber pirka xwe çikilî.
- Babaanne annemle babam îşten gelene kadar bîr çay îçelîm mi?*
(Dayê berî bav û ciya min ji kar werin em çayek vexwin?*)

Hin Nivîsen Nivîskar

Miriyê Hêlikan

  • 02 Pûşper 2026

Mala em lê ne, qorek mêvan tên û qorek radibin. Ûfîn û kufîna Reso ye. Piştî ku fatihe hat xwendin, Xêredîn li Reso vegeriya û got: — Resê xêrê, dîsa firefira firnikê te ne? Bi dengekî keribî, Reso li...

Tizbiya bavê min

  • 01 Pûşper 2021

Qaso bi xwendina çend gotar û lêkonînan re berê xwe da gund. Qapaxa misînê li ser sobê bi bilqên avê re bilind dibû û dadiket. Bi kêf kartola...

Tava li belekiyan bişirî

  • 05 Sibat 2024

Bi guvîna bê re kuliyên berfê ji ezman xwe ber didin xwar. Gund di nav rengî spî de xeniqiye. Ji êvar de bûka mala mezin dike zarokê xwe yê sêyem berde, rû...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

Sîtav bi berhemên xwe amade ye

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname çand Nûçe #news Kovara Dilop

news

Berhem-Yaşar Eroğlu: 'Kula Faykeyê Spî' derket

news

Dilşêr Bêwar: Nezanîn

news

Cemil Oguz: 1992 – 2003 – 2012 – 2025

news

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin #diyarname #diyarname20salîye

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Komxebatên ji bo Yekîtiya Neteweyî

ad

Pêşangeha ‘2+2=KRDSTN’ li Lozanê vedibe

ad

“Don Kîxot” vê hefteyê 5 rojan li Stenbolê ye

ad

Hevserokên nû yê HDP'ê hatin hilbijartin

ad

Ceza li "Kurdistan"ê hate birîn

ad

Almanyayê vîze nedaye endamên PENa Kurd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname