logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Mişk û Pirtûk

  • Dîrok: 15/01/2014
Belê, dibe ku ev serenavê nivîsa min pirtûka navdar a wêjeya cîhanê (Of Mîch and Men) “Mişk û Mirov” a nivîskarê xwedî Xelata Nobelê John Steînbeck bîne bîra we, lê belê, ne wisa ye. Tu eleqeya serenavê nivîsa min bi pirtûka Mişk û Mirov a Steînbeck re nîn e. 
Lê belê, kîjan in ew pirtûk? Pirtûk, pirtûkên kurdî ne. Lê mişk kîjan mişk in? Mişk, mişkên Kurdistanê ne. Li ku ne? Di depoyên weşanxaneyên kurdan de ne. Bi kê re ne? Bi mişkên Kurdistanê re ne. Çi dikin, ez bêjim mişk wan dixwînin, hûn bêjin, na lo...! Ma mişk dikarin bi kurdî bixwînin, nebe ku wan vedikolînin yan jî vedikojin!..
Her çiqas ku ez neçûbim li dîwana wan rûneniştibim û min ew nedîtibin û çaxêrek nedabe wan jî, hinekên ku şûrê xwe bi hêrsê sû bûn, gotin, digotin; mişk bi bêhna hibrê kêfxweş û mest bûbûn. Çiqas bûn? Pir bûn. Ji kesên ku em wan wekî xwînerên kurdî dihesibînin pirtir bûn. Hem jî, wan wekî şeraba Mîdyadê vexwaribin, bi bêhna hibrê serxweş serxweş, mest bûbûn. Li ku? Di depoyên weşanxaneyan de! 
Ser û binê pirtûkekê hezar (1000) heb e. Eger ku li bajarokekê werin belav kirin dê têra her malê neke. Eger ku li du gundan werin belav kirin dê têra gundê sisiyan neke. Ne pir in, ser û binê wê pirtûka bejn kinik, por gişokî, lêv çirtanî hezar heb e. Li welatekî, li civakeke ku pere, seyare, qat qatî xanî, tomarên pere yên di qulikên bankayan de, lixwekirina kincên bi etîketên merqe ku ne hêjayî rûpelek nivîsê ye, ku li wî welatî, li wê civakê, li bajerekî kûçe teng hezar heb pirtûkî deynî ser pêyareyê dê nemîne ji mala din a li serê kuçeyê re, ku bi derengî bazara pirtûkê hesiya be!.
Lê ser û binê wê hezar heb e, quzilqurtê, nizanim pir giran e, pir stûr e, yan pir bi buha ye? Di nav bîst mîlyon mirovî de nikare hezar heb kiryar ji xwe re peyda bike-bixapîne!. 
Li bakur ji bîstan zêdetir bajar û belkî du sed jî navçe hene. Eger ku li her bajar û navçeyê  5 heb pirtûk deynî ser refê pirtûkfiroşekî/ê dê hin bajar û navçe bê pirtûk bimînin lêêê...  heçî, ku “ şewqê xwe dabe newqê jî” diyar e, mêjûyê di paş kortika çavan de tarî maye. Ji lew, nizane nabîne, ku şewqa pêş-rojê ji çi diçirûse!?
Heke, ku pirtûk a zimanekî ku du caran bêstatû be, ew rewş û hal asayî ye. Heke ku xwediyên wî zimanî bi qasî ku bi zimanê dij-kuj-zimanê xwe (tirkî) xwedî li zimanê xwe derketana dibe ku rewş ji vê cudatir bûye. Û heke, ku me di mal û devê  xwe de statûyek bida zimanê xwe...?  
Yan jî li gund, ku ‘nok ji diya xwe lewlewî bihata dinê’...!?
Li cihê ku, hê kurd nikarin pirbûn-belawelabûna xwe bikin yeka yekta, yekîtiya xwe pêk bînin! Ji lew, ez ê çawa bêjim; belkî yekîtiya weşangeran...? Belkî dezgeheke belavkirinê, û li her bajarî û li her navçeya ku veguheriye zeviya saziyên tabeleyî, jê yek, bes, ku ji yekê tabeleya pirtûkfiroşê/a kurdî lê daliqandibûya min ê bawerî pê bianiya û bigota, em pêşeroja xwe bi dest, hiş û bi zimanê xwe dihûnînin. 
Lê, lê dîsa wey lêlê wey lêlê’ya denbêjê li dîwanê rûniştî ye...
Nexwe, de bixwin, de bikojin, de çirçirandî bikin her bergê her pelikê. Mişkno, li we helal e mîna şîrê dê!.  Spas, qet nebe hûn qîmet û xatirekî didin pirtûka kurdî. Lê nizanim, qey tehmekê dide we, dibe ku hûn ji çîrok û vegotina wê-wan çêjeke edebî werdigirin. Heke na!  çima hûn bi şev û roj ji nav wan dernayên?. Ez, ên xwe li we helal dikim. Bixwin, têr têr bixwin. Ku we xwar, ji bo min wekî ku we xwendibe jî... Vekojin, biçirînin, bixwin...noşî can be. 
Lê, piştî ku hûn ji xwarina wan têr bûn, ku hûn ji wê-wan rastî şopa wêjeyekê hatin, ku ji we hat, tika ye, em li benda nirxandin û rêxneyekê ne jî! 
Bawer im, hûnê vê yekê ji me texsîr nekin!? 

Hin Nivîsen Nivîskar

Jê-bir-in, bîr-kir-in

  • 11 Rezber 2014

Jêbira ku di destê mindalekî xwendekar ê dibistanê de dibe navgîna jêbirina xeletiyên nivîsê, ji tevahî pêvajoya wî xwendekarî de êdî...

Pênûs

  • 03 Kewçêr 2013

Tê gotin, dîroka pênûsê ji ya nivîsê kevntir e. Berî ku sûmerî li ser lewheyan bi bizmarî nivîsê binivisînin jî, ji berî zemanan...

Xewna kurdekî!

  • 02 Gulan 2021

Di xewnê de bûm, min xwe li fûareke navnetewî girtibû; ez yeko yek li ber standan geriyam; her netewe li wir bû, tiştên hilberîbûn danûbûn ser standa xwe, bazar...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'The Square' Palmiyeya Zêrîn bi dest xist

ad

Du çarîk fînalîst diyar bûn (Va ne maçên duh û yên îro wê bêne lîstin)

ad

Festîvala Fîlmên Karkeran dest pê dike

ad

Festîvala Stenbolê peşî diçe dibistanan

ad

Hawara Birca Belek

ad

'Rûyê devliken ê sporê' tirş bû!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname