logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Hawara Birca Belek

Birca Belek birîneke kûr diyarî min kir, ji raya giştî dipirsim; EM DIKARIN ÇI BIKIN?...

  • Dîrok: 16/12/2009
  • Beş: Serbest

Huseyn ELÇÎ

Zekî Ozmen* di Diyarnameyê de bi du rêzenivîsan behsa gera xwe ya li Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Di her du nivîsan de dîtin û şîroveyên girîng ên li ser babatên girîng ên ku ji hêla raya kurdan ve balê nakişînin hebûn. Ez jî dixwazim bi vî awayî di heman çarçoveyê de balê bikişînim ser mijareke din a girêdayî wan nivîsan. Ez jî li Kurdistanê najîm û di vê demê de min jî gerek li welêt kir û hinek tiştên ku hem bala min kişandin û hem jî dilê min êşandin hebûn.

Ji bo her gelî dîrok xwedî roleke sereke ye. Kurd jî wekî her gelî hebûna xwe bi dîroka xwe dipeyitînin.  Ji ber wê jî cih û warên dîrokî ji bo her gelî wekî taybetiyeke pîroz tê hesibandin û tê parastin. Bi taybetî di demên dawî de hestiyariyek li ser mijara Heskîfê peyda bûbe jî,  lê ji ber botanîbûna xwe, ez dixwazim piçekî balê bikişînim ser wê herêmê. Ez cara pêşîn îsal çûm serdana Cizîra Botan, paytexta Mîrîtiya Botanê. Ez dikarim ji we re behsa tirba Hz. Nuh a bi seramîkên şîn û spî yên dibêjin tu pêwendiyên me bi dîrok û çanda li vir tune ye bikim, yan jî behsa Medresa Sor, tirba Mem û Zîn, behsa Îsmaîl Ebulîz bikim. Lê belê bi taybetî ezê behsa Birca Belek bikim, ji ber ku vê derê kuleke mezin li dilê min çikiland û hê demek dirêj ewê bibe barê min.
 
Ez bawer dikim ku ne hewce ye ez behsa wateya Birca Belek an jî girîngiya wê bikim, ji ber ku Cizîra Botan navendeke sereke ya dîrokî bû û Birca Belek jî cihê birêveberiya vê navendê bû. Helbet em zêde hêvî nakin ku tirk qasê pira Monstar a li Balkanan vê cihê kurdan biparêzin lê hema qet nebe bila hêviya me kurdan bihiştana. Ev bi salan e ku leşker li Birca Belek bi cih û war bûne û ji ber vê çendê bi tu awayî jî ev cihê dîrokî ji kesên sifîl re venabe.

Ji xwe rewşa Birca Belek jixweber tê ber çavên mirov lê hevaleke ku dîrokzan e û Birca Belek jî wekî sparteka xwe dayî nasîn û bi vî awayî destûra lêgerînê standî, behsa rewşa wê derê hîn vekirîtir kir. Odeyên bi tiştên leşkerî dagirtî, bi awayên cur bi cur tên bikaranîn, bi awayekî şermdar yê spîkirî. Ji xwe destûr nehatibû dayîn ji bo ku zindana Mem bibîne, ji ber ku hin “Memên din” tê de bûne.

Me bi xwe di dema gera xwe de tenê ji derve hin jibermayên dîwarên wê yên di bin Medresa Sor re dibûrîn dîtin û dîwarên saxlem ên li ser wan têlên leşkerî û leşkerên bi awirvedan li mirovan dinêrin.

Bi dîtina vê rewşê, ez wekî  mirovekî li aliyê din ê Tirkiyeyê mezin bûyî û her tim ji min re behsa girîngiya dîrokê, parastina berhemên dîrokî û wateya dîrokê hatî kirin, ez heyirî mam, dilê min hate guvaştin. Hêrsa min li her kevirên dora wan hate girtin ên aliyê din ê Tirkiyeyê bilind bû. Ji ber vê matmayîna xwe min pirsî ka gelo ku leşkerî nexwaze jî, mirov nikare bi zorê, bi darê “dada ku ev welet li ser hîmê wê hatiye avakirin” Birca Belek ji wan bide valakirin?
 
Helbet wekî her meseleyên kurdan çîrokeke dirêj ji binê wê jî derket. Berî çend salan Şaredariya Cizîrê valakirina Birca Belek doz li leşkeriyê vekiriye. Piştî bidawîbûna dozê hêviyek ji bo paşvestandina Birca Belek pêk hatiye. Lê leşkeriyê doz ji bo dadgeheke bilindtir biriye. Dadgeha bilind, “bilindiya xwe” nîşan daye û biryar xera kiriye û dozê ji nû ve destpê kiriye. Doz hê jî didome û ji ber ku Birca Belek di destê leşkeriyê de ye, dadgeh dikare her tiştî bi bihaneya ewlehiyê tim û tim taloq bike.

Bi qasî dizanim rewşa Birca Belek ev e û ji ber ku vê yekê birîneke kûr diyarî min kir, ji raya giştî dipirsim; EM DIKARIN ÇI BIKIN?...   

huseyinelci@gmail.com

***

 

Wêneyê Birca Belek ji Wikipedia hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Di welatekî bêhizûr de divê wêjeyek muhteşem derê'

ad

Serkan Rençber ji bo dîrektoriya sportîf hat Amedê

ad

Vê carê çerkezan bi zimanê xwe perwerdehî xwest

ad

Piştî 60 salan di nifûsa Çînê de guherîn çêbû

ad

Ehmed: Em amade ne bi hikumeta nû ya Tirkiyeyê re rûnin

ad

Li hemberî Demîrtaş hewldanên rûmetşikên

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname