Ez dixwazim dû pirsekê biçim: Gelo ma her hikayet/serpêhatî, çîrok, metelok bo nivîsînê çêdibe? Gelo sînorek bo nivîsandinê heye?
Ez ê kurt û kurmancî vebirim. Ez ê behsa hikayeteke di pirtûka Bazeber de bikim; ku ev kitêb îsal ji nav Weşanên Avesta derketiye. Kitêb ji nivîsarên Mela Seîd Şemdînanî pêk tê; kitêb ji aliyê Ergin Opengîn ve bo çapê hatiye amadekirin.
Min bi xwe gava xeberê derketina vê kitêbê bihîst, bi bayê bezê min xwe gihandê û bi kelecaneke mezin rêzik bi rêzik heta çend caran xwend. Yanî min ev xet hema bêje çar gîsnî kir.
Çîrokên fabl, hikayetên eşîr û serhildanan, sohbetên dîwan û kuçkên axaler û began.. hema bêje her tiştekî ji tarîxa me tê de hebû. Nexasim devera Colemêrg û Badînan û sêkuçka Urmî û deroberên wê, bi hiş û rihê xwe hatibû vehênan û di rûpelên kitêbê de hatibû belavkirin.
Gelek û gelek kêfa min pê hat. Ji çîrokên Têliyan, ji serpêhatiyên giregirên civaka me. Ez gelekî şînas û berniyasê gelek ji wan hikayêtan bûm. Hema bêje em bi wan mezin bûbûn. Bes hin ferq û cudahî hebûn lê qeydî nake.
Helbet carinan alî welatê me vegêrana hin serborî hikayetan ji gund heta gundî dîtir cudayî; hin jê zêdeyî hin jê vebirîn li xwe digirtin.
Devoka Şemzînan nuwaze bû. Min xwe di dîwanan de hest kir û ez çûm bi seyda re li tax û gundan geriyam. Ev hemû li rexekî lê pirsa min ew e; gelo her tiştê hatî gotin ma divê rasterast bo roja me bê veguhastin? Qistasên nivîsandina hikayetan çi û çi ne?
Çîrokek di rûpela 134’ê de heye; wê ez gelekî rawestandim û mejiyê min kire tirşika qereçiyan. Hûn ê bibêjin çima? Navê çîrokê: Hikayeta Sadiq Beg û Cûyên/Cihûyên Amêdiyê..
Çîrok, behsa lêgerîna Cihûyan a Şûrî dike, ku qaşo di Tewratê de hatiye; heçî gava qewmê cihû ev şûrê berze dît dê hemû qewm û miletên dinyayê li ser wan serçemandî bibin û ew ê bibin hikumdarên vê dinyayê.
Di vê çîrokê de qewmek ji aliyê axayek kurd ve tê ceribandin; paşê komkujiyê li wan dike û goştê wan bi Malim/Hahamên wan dide xwarin.
Ev rêzikên wiha antî-siyonîst, heta mirov dikare bibêje hov û dirinde di kitêbeke wiha de bi ya min divê ji aliyê amadekarê kitêbê ve hatiba derxistin.
Gava mirov behsa neheqiya li xwe tê kirin dike, ne heq e mirov siviktiyê bi dîn, bawerî, nijad, milet û xelkekê dîtir bike.
Nivîs, çu carê ew qas masûm nîn e û bêyî pêdaçûneke baş divê her tiştê tê nivîsandin neyê weşandin. Sadekirin, divê di hin waran de bivê nivê li berheman bê kirin. Ev kitêba wiha xweş, piştî vê hikayetê li ber dilê min sar bû.
Zanano, me jî, we jî her kesî di ber dîwaran, di sohbetên teng û bênewa de gelek çîrok û serpêhatî bihîstine, gava ew tên ser qelemê divê bên bêjingkirin; wiha xav û bi qisûr çênabe.
Gelo tixûbên nivîsandinê ji kê derê heta kê derê ne?
Hewce nake ez bersivekê bidim vê pirsê. Tenê ez ê bibêjim: Tiştên gerdûnî, exlaqê gerdûnê em hemû dizanin.
Me ji xwendinê poşman nekin.


