logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Elewiyên kurd: Çi karê wan bi Mustafa Kemal û Hacî Bektaşî Velî heye

  • Dîrok: 03/02/2010

(Ji notên xwendinê yên dîrokê- III)

Wan rojên dawî bi pirsgirêka kurd ve pirsgirkêka elewîtî jî kete rojevê û tê gengeşî û gotûbêjkirin. Gelek qunciknivîskar û nûçegîhanî mîna bahozek her der di nav toz û dûmanê de hişt. Bi Dersîmê dest pê kir û niha hal û ehwala elewiyan di dîrokê çi ye tê gengeşîkirin.
Lê bala min kişand ku dema qala qirkirina elewiyan tê kirin yên kurd in. Ne elewiyên ereb ne jî yên tirk in.
Jixwe ez bi olan ve tu car derveyî raman û fîlosoya van eleqedar nebûm. Berî lêkolîn û lêgerîna çi û kî bûyîna elewiyan ez dixwazim du serboriyên xwe binim ziman.
Berî du salan ji bo cenazeyekê ez çûm gundê me û li wir bi pismanên min ên ku bi salan in me hev du nedîtin em rast hev du hatin. Yek bi bazirganiyê dewlemend bûyibû; yê din li Enqereyê nizanim li kîjan nexweşxaneyê bûye serbijîjk. Me bi dilgemiyek dest bi tekiliyekê kir; lê paşê gengeşiyek li ser pirsgireka kurd di navbera me de derket. Min tezên wan bi pirsan pûç kir. Min dizanî tezên wan ne rast bûn; lê balkeş bûn.
Bi kurtasî digotin:
Teza yekêm, gotin: Em elewî ne, ne kurd in.
Li hemberê vê gotinê, min got: Bêjin em (min gundiyên derdorê xwe nîşan dan) çima bi kurdî deng dikin? Eger em kurd nîn in, kî kurd e?
Teza duyem, gotin: Em ji hela kurdan ve hatine asîmîlekirin. Kurd yên ku li rojhilat in.
Min bi ken bersivand: Çawa dibe, kesên ji rojhilat bên, me asîmîle bikin û dîsa şûn ve biçin. Dibe? Ha, em bêjin em hatine asîmîlekirin; gelo em kî ne?
Gotin: Em elewî ne.
Min got: Ez jî dizanim, em elewî ne; lê elewî ne miletek e; olek e. Ez dixwazim bizanim bi dîtin û zanistiya we ya ezmanî em ji kîjan neteweyî ne? Ji ku hatine?
Teza sêyem, gotin: Em ji Xorosanê hatine. Li hatina vê heremê li rê em nav kurdan re derbas bûyîne, em zimanê wan hîn bûne. Bi rastî em tirk in. Tirk ên cihû ne.
Gulê wara tûyan… Wê dem xwîn pijîqiya mêjiyê min. Min ew bi ajantiya dewleta tirk û masotiyê sûcdar kir.
Serboriya duyem ji notên vê havîne:
“Îro li gundê Qentermê şêniyek ji bo vekirina Xaniyê Cemê heye. Gundî Qentermê ji gundî me du kîlometre dûr e. Havîn e; hewa pir xweş e. Ji Ewropa heta her bajarê Tirkiyeyê mirovên heremê ji bo vê şahiyê hatibûn. Bi nexwestin ez jî tevlî şêniyê bûm. Qet dilê min tune bû; lê bi israra dost û hevalan ez çûbûm. Dema min li wir postêrên du sê metro yên Mustafa Kemal û Haci Bektaşî Velî dît ez şet û met mam.  Ev şahiya elewiyan, ya elewiyên kurd bû û wêneyên Mustafa Kemal û Haci Bektaşî Velî çima daleqandibûn? Dema min di nav temaşavanên beşdar de lêpirsîna vê yekê kir; piraniyan daliqandina wêneyên M. Kemal û Hacî Bektaşî Velî rast nedîtin. Bi rastî, min tu car di nav gelê me de pîrozkirina Mustafa Kemal ne dîtibû ne jî bihîstibû û ser de ji wî qet hez nakin. Heci Bektaşî Velî nav baweriya elewiyên kurd ên herêmê de jî kesek nû bû di van salên dawî bi destê hin kesan rêberê elewiyan dihat nîşandan.
Elewiyên kurd bi Mustafa Kemal û Haci Bektaşî Velî çi tekiliyên xwe hene? Yek bi erkê asîmîle bike ji aliyê dewleta Osmanî ve hatibû şandin nav elewiyan ancax ji xwe re ekolek elewiyên tirk ava kiribû. Yê din Mustafa Kemal bû; ji bo qeleya dawî ya elewiyên kurd Dersîmê hilweşîne fermana qirkirina deh hezaran kurdên elewî dabû. Paşê pergela asîmîlekirinê ava kiribû û xwestibû kurdên elewî bikişîne hembêza dewletê û di nav çerxa pergela xwe de bihêrîne.
Ji van her du serboriyan tê dîtin ku desthilatdar dixwazin niha bi destê hin kesan tevliheviyek di nav elewiyan, bi teybetî yên kurd de bike. Bi agahiyên şaş rêya bîr û baweriya wan ên derevayiya pergela xêra bike. Berê kurdî û hestên elewiyên kurd ên netewî jar kirin, niha dixwazin bîr û baweriya wan ji holê rakin. Ev lîstika bi destê kewên me ji aliyê dewletê ve tê organîze kirin û armac, baweriyên kurdan mîna tiştên cudatî nîşan didin û wan ji rastiyên xwe dûr bixin.
Elewîtî baweriyeke kurdan a kevn e; mîna yaresanî û êzîdîtî bawerî û fîlosofîya jiyanîye ya ku  ji Zerdeşt bi destî Manî û Mazdek ji nû ve hatiyê ava kirine.
Ahmet Cevdet Paşa di berhema xwe ya ku tê de dîroka Osmaniyan nivîsandiye de dijminiya xwe ya elewiyan tîne zimên û dibêje; “Dema ola îslamê li heremê belav bû mazdekî, yên mayîn nav misilmanan de xwe veşartin û xwe bi navê elewî bi nav kirin. Yên ku di paş navî Elî xwe vedişerin û xwe elewî bi nav dikin ew ji mazdekiyan mane. Û ayînên xwe yên mazdekî her dem berdewam kirine.”
Ev tespîtek rast e; ji vê tespîtê divê em bêxem bibin.
Di nivîsa xwe ya carê din de ez dixwazim bi kûrahî di dîrokê de elewîtî çawa ava bûye lêbikolim.

kazimpolat@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Gundên Bê Zuriyet

  • 05 Tebax 2023

Li gundê Bakiran a Kurecix a Meletî cenazeyek hebû, cenazeya kalek ê heştê û çar salî. Ew li Englandê dijiya bû, apê nasekî bû, divê em...

Pergela nû, ax û welat

  • 06 Sermawez 2024

Ji bo guhdarîkirinê: Ez hatibûm; piştî sî salan, cara yekem bû min pêl vê axê kiribû û ez li ser lingên xwe sekinî bûm, erd û ezman, zevî û girên bi çendek darên giwîj û hermî, çiyayên dûr ên serî...

Ez Nexweş im, Lê Dem Dema Min e

  • 27 Rêbendan 2021

Ez heta îro kêm caran nexweş bûm, an jî kêm caran ketim destên bijîjkan û nexweşxaneyan. Min xweşnebûna xwe wekî efsaneyekê ji xwe û doralîya xwe re...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gladyatorêke bîn yeno

ad

Li Başûrê Kurdistanê li kîjan bajarî çiqas hilbijêr hene?

ad

Hunermendên kurd banga piştgiriya Rojava û Rojhilat kirin

ad

Na li Manîsayê ye

ad

MED-DER eyro şî dewanê Licey û Karazî

ad

Agahiyên li ser merasima sondxwarina Trumpî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname