logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Werger û wergêr -1- (Werger karekî pîroz e û profesyonelî dixwaze)

Mirov dema ku dest bi axaftinê kiriye û cûdahiya navbera mirovan wekî êl û eşîr û hoz û gel û netewe ji hev veqetiya ye

  • Dîrok: 01/02/2010
  • Beş: NÎQAŞ

WERGER KAREKE PÎROZ E, HUNEREKE ASTBILIND E Û PROFESYONELÎ DIXWAZE

Azad ZAL

Mirov dema ku dest bi axaftinê kiriye û cûdahiya navbera mirovan wekî êl û eşîr û hoz û gel û netewe ji hev veqetiya ye ji bo têkiliyan werger her pêk hatiye û di navbera kom û civakên zimancuda de pêwistiyeke girîng bûye.
Mirov dikare bibêje werger kareke muqeddes û îlahî ye jî. Jî lew re pêxember bi xwe jî wergêr bûne. Pêxemberan ji Xwedê tiştên ku wergirtine wergerandine zimanê civakê û li gorî wê civak tevgeriyane. Mesela kes dizane ku zimanê Xwedê kîjan ziman e. Na!
Gelo Zerdeşt dema ku çil şev û çil roj di şkefta çiyayên Sabalanê de maye û bi Xwedê re axifiye bi kîjan zimanî axifiye?
Li çiyayê Sînayê Musa bi kîjan zimanî bi Xwedê re axifiye, ya jî Xwedê bi kîjan zimanî bang li Musa kiriye û deh fermanan dayê?
Îsa dema ku bi çarmîxê ve hatiye daliqandin bi kîjan zimanî li Xwedê gazinan kiriye?
Gelo Cebraîl bi kîjan zimanî wahiy ji Xwedê ji bo Muhammed dianî?
Em wana yekê jî nizanin.
Lê em dizanin ku Zerdeşt bi zimanê Avestayî/Kurdî gathayan (gotinan) vedibêje û bi wî awayî jî tê nivisandin.
Em dizanin ku Musa ji qewmê xwe re bi zimanê Îbranî deh fermanan vedibêje û li ser lewhan dinivisîne.
Em vê dizanin ku wahiyên ku ji Cebraîl ji cem Xwedê ji bo Muhemmed aniye ji devê Muhemmed bi Erebî derketine û bi Erebî paşê hatine nivisandin. Niha ayetên Qur’anê bi Erebî ne.
Ku Xwedê yek be wê demê zimanê wî jî yek e. Lê em nizanin zimanê wî çi ye. Bi kîjan zimanî be jî ne yê ku niha ji aliyê civakan ve tê axaftin e. Wê demê pêxember tev di heman demê de wergêr in jî.
Wê demê werger karekî pîroz e.

* * *

Pêwendiyên navbera civakan di ser wergêran re pêk hatiye. Ev di dema aştiyê de, di dema şer de û di dema lihevhatinan de jî her tim wergêr hatine bikaranîn û wergêr di pozîsyoneke gelek grîng û krîtîk de bûne.  Hin dem serê wergêran hatiye jêkirin, hin dem wergêr hatine xelatkirin, hin caran wergêr reviyan e û hin caran ji ber ku sir û razan veşêrin hatine zindankirin, hin caran hatine bidarvekirin.
Di vê rewşê de karê wergerê û jiyana wergêr di navbera başî û nebaşiyê de; di navbera xemgînî û şadimaniyê de; di navbera mirin û jiyanê de her çûye û hatiye û çeliqiye.  Barê tirsê li ser stûyê wergêr her daliqandî bûye û werger ji bo wergêr her tim wekî pireke ji şûr tujtir û ji mû ziravtir bûye û neçar maye her tim di ser wê pirê re derbas bûye.
Werger karekî xeternak e û her bi rîsk e.

* * *

Werger her tim wekî karekî astbilind û kalîfiye hatiye dîtin û her tim ji aliyê civakan, ji aliyê dewlet û desthilatdariyan ve karekî girîng hatiye dîtin. Li gorî wê kesên werger bi hasasiyet û kûr û hûr hatine hilbijartin û barê wergerê li wergêrên bijarte hatiye barkirin.  Bi her qralek, padîşahek, keyek, çarek ya jî serokekî re her tim wergêrek hebûye û hemû pêwendî û danûstandinên bi dijber, dost û biyanan re bi riya wergêran hatine kirin. 
Karê wergerê karek astbilind, karek qedirşînas û gelek baş bûye lê her tim veşarî maye. Di têkiliyên bi vî rengî de wergêr her tim veşarî maye, navê wergêr di dîrokê de derbas nabe. Ji ber wê werger her tim li wergêr bêbextiyê kiriye.
Werger karekî bextewar e lê pirê caran li wergêr bêbextiyê kiriye/dike.

* * *

Di demên modern de êdî werger jî wekî dîsîplîneke zanistiyê, wekî şaxeke hunerê, wekî pîşeyeke civakî tê dîtin û li gorî wê qadro û ustadê wergerê jî têne dîtin û di dibistan û zanîngehan de beşa wergerê wekî beşeke sereke yê perwerdeyê tê dîtin.  Ji ber wê jî werger karekî ji rêzê nîn e, kesên ku wergerê bikin ango bibin wergêr divê ku li gorî prosedora beşên zanistî yên wekî nûjdarî(doktorî), huqûqî û yên din ew jî xwedî prosedorekî ye û îcazet dixwaze. 
Mesela wergêr heye, wergêrê/a sondxwarî heye. 
Wergêrê/a sondxwarî xwedî îcazeya huqûqî, civakî û dewletî ye û di dinyayê de ji bo ku peywira xwe pêk bîne hemû derî li pêşiyê vekirî ne. Wekî nimûne wergêrê/a sondxwarî bê vîze dikarin herin her derên dinyayê.

* * *

Piştî van tespîtan ku em werin ser karê wergerê û rewşa wergêr; berê her tiştî wekî ku me li jor got werger jî xwedî dîsîplînekê ye. Di nava xwe de ji çend beşan pêk tê.

• Wergera nivîskî: Wergera nivîskî di her qadên jiyanê de hemû tekst, pirtûk û tiştên ku li ser nivîsê ne ji zimanek bên wergerandin ji bo zimanekî din ev wergera nivîskî ye. Ev jî di nava xwe de ji çend beşan pêk tê.
- Wergera akademîk
- Wergera wêjeyî
- Wergera zanistî
- Wergera bazirganî û hwd.

• Wergera peyvî:
Bê nivîs, wergera ku bi axaftinê tê ya di heman demê de yan jî li dû axaftinê tê kirin ev wergera peyvî ye.
- Wergera hevdemî: Dema ku yek biaxive di heman demê de bê wergerandin ev kar dibe karê wergera hevdemî (simultane).  Di civînên navneteweyî, kongre, konferans, panel, semîner, asamble û sempozyûm hwd.  de karê herî girîng werger e û wergera hevdemî tê kirin.
- Wergera peyrewî: Dema ku yek biaxive û piştî hevokek yan jî çend hevokan raweste û wergêr wê axaftina wî/ê wergerîne ev dibe wergera peyrewî.  Ev rêbaz jî di asambleyan de, di hevdîtina siyasetmedar û sererkanên dewletan de û hwd. tê bikaranîn.

• Wergera serbest (Wergeriya rêberiyê):
Karmendek ya jî siyasetmedarek ya jî gerokek, lêkolîner yan jî hwd. dema ku diçe ziyareta derekî wergêrek bi xwe re bibe û her tiştê ku pêk werin jê re vebêje û axaftinê normal yên jiyanî werdigerîne… Ev hinek serbest e û wergêr bi tenê werger nake, rewşa der û dor tiştên din jî vedibêje. Bi wergerê re rehberiyê jî dike.
Di hîmê xwe de wergêr hemû beşên wergerê dizane û dikare di hemû beşan de karê wergerê bike. Wergêr serwerê hemû beşên wergerê ye. Lê wekî karê pisporî ji xwe re ji vana yekê hildibijêre û zêdetir bi wî karî re mijûl dibe. Mesela ku wergera hevdemî bike her tim wê dike; lê dikare wergera peyrewî jî bike, dikare wergera nivîskî jî bike.

* * *

Mirov dikare bibêje ku yek ji karên herî zor û dijwar karê wergerê ye. Mirov çi qas baş jî bike li gorî girseya ku pêwendîdar e; ne li gorî ‘aferîn’ê ye. Ji ber ku her tim karê wergerê kêm e û tatmînkar nîn e. Karê wergerê karekî malxirabiyê ye ji bo ziman.
Rast e, ev rastiyek e. Werger perçekirina zimanekî ye û bi awayê wêneyekî temamkirî derbasî zimanekî din kirin e.
Mirov dikare bibêje qetilkirina ziman e, mirov dikare bibêje birîndarkirina ziman e, mirov dikare bibêje seqetkirina ziman e, mirov dikare bibêje bêbextiya li ziman e û gelek tiştan mirov dikare bibêje.
Di gotineka pêşiyan ya romayiyan de ji bo wergêran wiha tê gotin: “traduttore traditore” (wergêr xayîn e).  Ji bo çi? Ji bo ku wergêr bi wergerê re gelek raz û nîşaneyên çanda gel û civaka ku bi wî zimanî diaxive ji civaka hember re bi zimanê wê civakê dibêje…
Lê çi dibe bila bibe werger ji bo pêwendiya civakan, ji bo danûstandina çandî, ramanî, ramyarî û bazirganî (hemû qadên jiyanê) pêwistiyeke girîng e û bê wê nabe.
Karê wergerê gelek dijwar e û li gorî wê gelek problemên wergerê jî hene. Ev jî belayên li stûyên wergêr in.
(didome)

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

İsmail Beşikçi xelat girtiye haya me jê nîn e!

ad

Hin dixwazin Celal Doganê HDP'yî ji endamtiya Fenerbahçeyê biavêjin

ad

Bû didu, ma yek

ad

Gelek fîlmên klasîk dibin mêvanên festîvalê

ad

2011: Hejmara pirtûkên ku li Tirkiyeyê çap bûne

ad

Mala Lîstikê ava

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname