Diyarname
Yek ji helbestvanên girîng ê kurd Berken Bereh ji salên 70'yî ve bi kurdî helbestên xwe lê dike. Di Fûara Pirtûkan a Stenbolê de ev keda Bereh bi gotûbêjeke hat nirxandin.
Çalakiya ku ji aliyê Weşanên Lîsê ve hat organîzekiri di bin sernavê "Di 32'yemîn Sala Hunera Xwe de Helbestvanê Hêvî û Eşq: Berken Bereh" de li dar ket. Helbestvan Kawa Nemir, Jana Seyda, Marîn Rehmanî, Lal Laleş û çîroknivîskar Dilawer Zeraq di gotûbêjê de li ser Bereh fikrên anîn ziman.
Her wiha di dawiya gotûbêjê de xebatkarên kovara Pêngavê ku ji aliyê xwendekaran ve tê derxistin tabloya Bereh ku çêkiribûn diyarî wî kirin.
Berken Bereh ku ji bo sipasiyê derket ser dikê got: "Dema min dest bi helbestê kir min nedizanî dê rojek gelê min xebatek wisa li ser min çêbike. Di sala 77'an de min got 'divê ez xewnên xwe bi zimanê xwe binivîsim' û min dest bi nivîsandina bi kurdî kir. Jinbiraya we jî dij min derdiket digot, 'her kes ketiye dû standina erebe û xaniyan, te daye dû nivîsê'. Loma min Hayko nivîsî."
Her wiha piştî gotûbêjê helbestvan Bereh li standa Lîs dîwana xwe "Dilê min palgeh e ji işqê re" ku ji hemû berhemên wî pêk tê ji bo xwendevanên xwe îmze kir.
Foto: Cemil Oguz

***
Nûçeyên eleqedar:
- Klama winda ya Mezopotamyayê hat ser ziman
- Wêneyê hefteyê: Demîrtaş û Onder pirtûk îmze kirin
- Li fûarê piştgiriya ji bo azadiya ramanê
- 'Vê hikumetê kurdî qedexe kir'
- 'Bila tirk berheman ji kurdî wergerînin tirkî'
- Serokê TYB: Bila hikumet TMK'ê biguherîne


