AMED
Li Deriyê Sarayê ya Amedê ku berê Girtîgeha Navendî û navenda JÎTEM'ê bû, ev demekê ye ji bo bibe cihê tûrîzmê lê restorekirin tê kirin. Di vê restorekirinê de hestiyên mirovan hatin ditin. Piştî hestî hatin dîtin dozger li cihê bûyerê lêkolîn kir. Sekreterê Şaxa ÎHD yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku ji bo lêkolînek firehtir bê kirin dê serîlêadnên fermî bikin.
Li Girtîgeha Navendî û qada Navenda JÎTEM'ê ya li Deriyê Sarayê ya Amedê dema xebatên restorasyonê dihatin kirin hestiyên aîdî 6 mirovan hatin dîtin. Di xebatê restorasyona ku ji aliyê erdkolîneran ve hate kirin de piştî hestî hatin dîtin dozgerê komarê jî hat cihê bûyerê. Piştî lêkolînê hestiyên tasa serî yên aîdî 6 mirovan hatin dîtin. Dozger got ku dibe hejmara hestiyan zêde bibe û têkildarî mijarê biryara veşarî girtine.
Piştî hestî hatin dîtin Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî û parêzerên ÎHD'ê Serdar Çelebî û xizmên windayan Nacî Eren hatin cihê bûyerê. Bîlîcî, bi dozger re hevdîtin pêk anî û pişt re daxuyanî da çapemeniyê. Bîlîcî, got ku berî vir cihê lêpirsîna JÎTEM'ê bû û mirov li vir bi îşkenceyê hatine kuştin. Bîlîcî wiha got: "Li vir kuştinên bê pirsiyar û komkujî pêk hatine.
'Em pêşiya vê dozê bernadin'
Bîlîcî, da zanîn ku cenazeyên gelek welatiyên sivîl di vir de hatin veşartin û wiha axivî: "Ji bo ev der bê vekirin berê jî xizmên windayan serî li me dan. Em ji bo testa DNA'yê dê serî li rayedaran bidin. Em dê dest ji vê bûyerê bernedin. Divê li gorî isûlên gorên komî û rêgezan ev goristan bê vekirin. Ev gorek komî ye. Divê ev cesed aîdî kê ne, çawa hatin kuştin ronî bibin. Ji bo karên fermî bên kirin em dê serî li rayedaran bidin."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin