Mahmut Ozçelik
Roman bi serpêhatiya malbatek jinebî ya bi navê Xatûnê û lawê wê yê sêwî Keleşê Reş ku li gund niştecih e û bi diziya Keleş bi rê ve dihere dest pê dike. Keleşê ku bi her diziyek ve ji diya xwe aferînek werdigire, di nava tenêtiyek de her ku diçe mezin dibe, bi mezinbûna xwe re jî diziya ji libek şekir û çend hêkan dest pê kiribû hetanî diziya li çolê ya bi bizinên ji ber şivan, ya zêr û û zîvên pîrika cîran Sosinê; li bajar diziya zêrê dikandar û şêlandina Tozoyê qehwevan ve digihîje asta herî jor. Ev kiryarên Keleş ên kirêt ji hêla diya wî Xatûnê ve wekî serkeftin tê dîtin û Keleşê xwe wekî “sebra min, şêrê min” bi nav dike û tim dipesinîn e.
Diziya Keleş bi şekirek ku ji dikanek şewqefiroş dizîbû dest pê dike ta ku zêrê paşayê bajar karibe bidize berdewam dike. Paşa ji bo zêrên hatî dizîn ka bizanibe kê diziye hin belêniyan dide û Keleş li xwe mikur tê ku wî zêr diziye. Piştî li xwe mikurhatinê vedigere mala xwe û ji diya xwe re dibêje: “… bi vê, zarokatiya min li paş min ma, divê ez êdî wekî mirovekî temen tije tevbigerim…”(rûp.23). Ji belêniyên paşê yek jî bi cihanîna xwestekên wî bû. Ji ber vê waedê diya wî li ser xwestekên ji paşa, serê wî tevlihev dike û wiha dibêje: “Baş e!... Divê tu daxwaza keça paşê Pêrî bikî û karekî di qesrê de, bi wî şertî da ku ez û te jî bikaribin di qesrê de bi cih bibîn.”(rûp.23). Bi van xeyalan dema Xatûn û Keleş li dîwana mîr li hember paşa di lêpirsînê re derbas dibin, ji ber ku Xatûnê bi zanebûn kurê xwe handanî diziyê kiriyê li gor zagonan sûcdar tê dîtin û wê diavêjin zindanê. Xatûn berê ku were tawanbarkirin, dema di lêpirsînê de jê tê pirsîn ku çima destûra diziyê daye lawê xwe, ew ji bo parêzvaniya xwe û xwe mafdar derêxîne dibêje deshilatdar, axa, paşa jî didizin û gel dişêlînin û di vir de mantiqekî berovajî heye, nola ku nivîskar diziya Keleş mafdar bide xuyanî, ev jî şaşiyek e.
Di beşa duyem a romanê de Keleş diçe dîwana paşa û li gor xwesteka wî hin biryar tên girtin. Li gor biryarê dê hespek kihêl bidinê û wî di nava hêzên leşkeriyê de peywirdar bikin. Ji vê şûn de bi alîkariya rêberê leşkeran ve pergala leşkeriyê nasdike, her tişt jê re tê vegotin.
Di Artêşa Osmanî de, di bin pergala şerîatê de bi hişmendiyek jê mucahît derbikeve tê perwerdekirin, di vir de balkêşî ew e ku ji lawekî -Keleş- mensûbê ola êzdîtiyê ye çawa bi çavsoriyek zalimane li hember hemolê -dîndaş- xwe tê perwerdekirin der tê holê, ev jî rastiyek dûgela Osmaniyê ye. Ev gotina melayê leşkerî rastiya pergala Osmaniyan jî radixe ber çavan: “Wekî tê zanîn artêş û dewleta me li ser bingeha Şerîeta Îslamê hatine avakirin…Ev artêş ku ji Çola Erebistanê heta bi dilê Romê deshilatdar e û di cihadê de ye. Bi bêol û xwedênenasan re, ji bo serkeftina dînê îslamê û şerîata Nebî Mihemed elêyselam şer dikin û şehîd dikevin”!(rûp.38). Melayê leşkerî bi hin gotinên xwe hişmendiya dewleta Osmanî ku em dizanin jî, bi me dide nasîn, mînak: “Divê em hemû kafir û xwedênenasan bînin ser rêya rast û ya heq û em e bînin jî!...(rûp.39). Keleşê Êzdî di ocaxa leşkeriyê de êdî pêbendî perwerdehiyê biye, ji nav revoya hespên artêşê bi navê Bazînê mehînek û bi navê Basor kihêlek diecibîne û êdî di artêşê de leşkerek siwarî yê bijarte ye. Em di herikîna romanê de xweş têdigihîjin ku Keleş êzdî ye. Êzdîtiya wî carinan diniçîne wî û dibêje min ji bîr meke: “…Hate bîra Keleş. Gava roj hildihat û tîrêjên xwe belav dikirin diya wî Xatûnê berê xwe dida rojê û di ber xwe de dibû piste pistiya wê û ayîn dikirin.”(rûp.45).
Nivîskar di şayesandinê de jî serkeftî ye. Dema şayesandina Perîxana keça paşa ya ku Keleş dil ketibûyê dike wiha dibêje: “…Ling û çîpên wê yên wekî çîpên xezalan û bi xirxalan û neynûkê bêçiyên wê sorîn bûn, wekî nikulê kewê. Kirasê li bejna wê ya zirav û li hev hatî wekî şitleke dara selwiyê û wekî bi kulîlkên hinarê xemilandî bû…”(rûp.53).
Keleşê di qesra paşa de ji xwe re cihek bidest xistibû, êdî her roj siba perwerdehiya olî, civakî, rêveberiya dewletê li ser esasê şerîatê didît û dibû mejîşûştek dijminê civaka xwe û ji nîvroyê şûn ve jî diçû perwerdehiya siwariyê gur û geş dikir da ku di rojên pêş de emana civaka xwe ya jê derketibû bibe! Geh li mehîna xwe Bazînê, geh li kihêlê xwe Basor siwar dibû û fêrî hûrgiliyên siwariyê dibû.
Têkiliyên Keleş bi rêberê wî yê leşkeriyê Hemîd, seyîsê hespan Seyîs Dîbo re pir pêş ve diçe, li hêla din jî hişê Keleş car bi car bi dîtina Perîxanê re, bi hîsên evînî tevlihev dibe, û kêliyek berê kêliyê dixwaze Perîxanê bi dest xwe bixîne. Em di herka romanê de ji devê mele Taqedîn hîn dibin ku dewlemendiya di bin komên nemisilman de çawa çilekiyek di dilê wan -Osmaniyan- de dide der. “…lê zêrker, pîşekar û bazirgan an file ne, an jî cihû ne. Hemû pez, dewar û zozan di dest êzîdiyan de ne”…(rûp.68). Paşayê mîrgehê ku dibîne Keleş di diziyê de mahir e, dixwaze wî dibin serweriya xwe de li hember dijminê xwe, di karên kirêt û xeter de bixebitîne û wî wekî şervanekî di perwedehiya leşkerî re derbas dike û dû re dişîne qadên şer; ev kirû bi me dide fêmkirin ku serdest-desthilatdar her dem mirovên ku bikaribin jê sûdê werbigirin, dixwaze diz be, dixwaze kujer an talanker be, wan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin.
Di beşa sêyemîn ya romanê de behsa cejna Çarşema Sor ya êzdiyan tê kirin. Ev cejn di biharê, meha nîsanê de wekî kevneşopiyek tê pîrozkirin û di vê cejnê de pêşbaziya cirîdê li dardikeve û Keleş serkeftinek nîşanî her kesî dide. Piştî cirîdê Keleş di qesra mîrgehê de li hember paşa radiweste û bi nûgeriyek mezin dixwaze rewşa diya xwe hîn bibe, lê bêyî ku ji diya xwe agahiyek bi dest bixe ji wir bi dûr dikeve, paşa bi şertê ku serkeftinên nû li dûgela Osmaniyan zêde bike, soza ku keça xwe -bi şertê erêkirina keçikê jî- bi wî re bizewicîne didiyê û li pey wî jî nola sîxurê xwe Hemîd peywirdar dike û vê şîretê li Hemîd dike: “…lê divê ji îro pê ve, divê her di bin çavdêriya te de be.Tu hay ji liv û heraketên wî hebe. Ew çêlikê êzîdiyan e. Bawerî pê nabe.”(rûp.86). Ji xeynî vê serleşkerê paşê Cengîzxan jî van şîretan li Hemîd dike: “Lê tu dizanî Keleş çêlikê êzdiya ye. Jahr ji çêlikê mar naçe. Divê tu her wî baş bişopînî û her di bin çavdêriya te de be. Divê hûn tu car tu caran pişta xwe bi wî ve nekin yek!”… “Em dikarin wî gelekî ji bo xizmeta mîrgehê û Împaratoriya Osmanî bikar bînin.” (rûp.95).
Di pirtûkê de rayederên dewleta Osmanî çawa ji bo ku talanê bi dest bixînin ola îslamê bi bêexlaqiyek nedîtî bikar tînin jî xweş rave kiriye. Dîsa feraseta Osmaniyan ya ku hin ol û mezheban çawa ji bo xwe wekî xeter dibîne û daxwaza ji holê rakirina wan, dîsa bi destê ji wan yekî pêkanîn xweş rave kiriye. Serleşker ji bo Hemîd pilana kirêt eşkere dike: “… Îşev hûnê derkevin di serê sibê re hûnê li herêma şêxan bin! Ew devera êziîya ye. Li wê deverê êzdiyê bi navê Pir Hesin heye. Pezê wî bi keriya ne. Hûn dê li wî terş û talanî xînin! Bistînin û bînin…” Lê yên wekî Keleş bidine pêş.”(rûp.96).
Bi fermana serleşker diçin talana malbatên êzdî radikin û tînin mîrgehê radestî peywirdaran bi navekî din radestî talankerên mezin dike û Keleş di şerê yekemîn de bi kuştin û talana hemolê xwe êzdiyan ve serkeftinê bi dest dixe, hêviya gihîştina Perîxanê di dil de zêde dibe û xelata vê jî bi destxistina destûrê ya ji bo neçîrê bû. Piştî vê nêçîrê cîgirê serleşker gazî her duyan dike û îcar dişîne nêçîra rastîn. Nêçîra dewlemendiya komên nemisilman ên wekî asûrî, suryanî û ermenî. Cîgirê serleşker Selehedîn wiha şîretê li wan dike: “Hemîd divê hûn kar û barê xwe bikin. Divê sibê hûn herin talana filehên asûrî, suryanî û ermeniyan!...Vê carê divê hûn zêr û xezneya heyî ya wan vala bikin. Çi were ber we ser jêbikin. Lê dest vala venegerin! Ev ermenî û cihû hemû bazirganî, zêr û zîvê cîhanê di destê wan de ye. Her çend em bacê jî zêde zêde ji wan distînin, bes dîsa jî wekî zêr û diravên wan çawa bizên û qet kêm nabin.” (rûp.108). Bi vê şiyariyê talanker diçin ser gundekî êzdiyan. Di vê talana gundê êzdiyan de pir mirov tên kuştin, hemû variyeta wan; zêr, zîv, keçên xama, hetanî bûkên wan wekî talan tên rakirin û dibin malê mîrgehê. Lê tişta sosret ew e ku ev talan û kuştin bi rêberên olguher ên wekî Yûsif, Keleş û yên din pêk tê. Ev jî bi me dide selmandin ku dûgela Osmanî bi endezyariya civakî çi cinawirên ku koka qewmê xwe biqelînin, digehêjîne. Pêr bi navê ola îslamê bû, duh bi navê alayên hemîdiye bû, îro jî bi navê cerdevaniyê heman rewş berdewam e. Di mîrgehê de hebûna dîwana dengbêj û çîrokbêjan jî tiradîsyona civaka kurd rave dike.
Di herikîna romanê de dîsa em pêrgî êrîşek li ser êzdiyên li herêma Hekariye yê jî tên. Ji vê pê ve dîsa êrîşa Osmaniyan ya ku li Heleb û Şamê li hember xaçparêzan pêk tê jî balkêş e. Keleş berî ku here Helebê Perîxanê difikire û wiha dibêje: “… ger ez vê carê jî dirust û zindî vegerim, zewaca me çê bibe. Ev cara dawî ye.”(rûp.135). Keleş di şerê li Helebê ku bi xaçparêzan re diqewime de hevalê xwe yê fermandarê leşkerî -Hemîd- winda dike û bi dilekî kul vedigere Mîrgeha Botanê. Pîştî vegerê bi çend rojan daweta lawê serleşkerê wî Cengîzxan li dardikeve û di vê dawetê de pêrgî evîna dilê xwe Perîxanê tê. Daweta ku di dawiya payîzê ango di destpêka zivistanê de li dardikeve nola ku di temenê Keleşê Reş de zivistanek sar ya giran bide jiyîn dixuye.
Di romanê de tişta ku bandorek neyênî ya mezin li Keleş dike jê yek jî, nediyariya rewşa dayika wî Xatûnê ye.Tim di binhişîna wî de diya wî, wî zivêr dike. Ya din jî êzdîtiya Keleş e ku dema pir bêhnteng dibe, bi diayên nîvcozanî yên êzdîtiyê, xwestekên xwe anîna ziman e.
Di ber bi dawîbûna romanê de Keleşê ku bi salan bû ji bo Perîxanê bi dest bixîne; ji talana gundê êzdiyan bigire ta herêma Colemêrgê û ji wir jî ta Helebê jiyana xwe avêtibû nava agir, hemû li ber bayê felakê belawela dibe, bê encam dimîne. Lewre di daweta lawê serleşkerê mîrgehê de hezkiriya wî Perîxan tê û jê re tişta ku qet bîrnedibir dibêje: “Tu mirovekî leşkerî û tu dê leşker û nefer bimînî. Tu ji oleke cuda tê û dibin bandora wê olê de ye jî. Berî leşkeriyê jî ez jiyana te dizanim.”… “Dûre tu êzdiyekî mêrkuj û diz î. Min sond xwariye. Ez dê mêrkuj, birakuj û dizan nekim û nakim jî.”(rûp.155). Û bi van gotinan gêteya Keleşê Reş dirûxe û bi rastî jî wekî navê romanê dibe “lehengê tazî” û bêkes, neçar di hola fireh ya dinyayê de.
Divê mirov mafê nivîskar radestî nivîskar bike ku tevî hemû şaşiyên rêzimanî, nivîsîna peyv û hevokên nedurist jî, hetanî dawiya romanê xwîner bi xwendina romanê ve girê dide û serpêhatiya Keleş jî tevî ku di herka romanê de me jê re di xeyalên xwe de di şerekî de kuştin jê re terxandibû, bi helwestek esîl û bi gotinên Perîxanê yê derbarê wî û evîna wan ya dê neçe serî de, bi dawî dike û me hemûyan şaşwaz dihêle.
Di romanê de wekî kêmasî mirov dikare qala çend xalan bike:
- Di bikaranîna zayendan de tevlihevî heye, mînak: “…li vî bilbilî temaşe kir (nêr), di paragrafa binê wê de diguhere : “…nikaribû peyama wê, tê bigihîje. Lê dîsajî Keleş wekî hevalan, bi tenêtiya xwe guhdariya wê dikir.” ( zayend dibe mê).
- Di gelek hevokan de daçeka “ji” wekî “jî”, “jî” jî wekî “ji” bi xeletî hatiye bikaranîn.
- Hevokên bi zimanekî sade lê şikestî pir beloq dixuyin zêde ne, divê di çapek din de teqez li ser redektekirina romanê were sekinandin.
- Karê xwarin û vexwarinê di romanê de bi qasî ku êdî serê mirov biêşîne dubare dibe. Dubarekirinek wiha min di pirtûkek birêz Hesen Huseyîn Denîz ya bi navê “Hevî Her Dem Heye” de dîtibû ku şervanekî di pevçûnek de birîndar dibe û bi rojan tenê dimîne, rojê çend caran ji bo li jiyanê bimîne ji neçarî bi kevçiyê pê re berf dixwar, xwe li hêviyên xwe dilefand.
- Di bikaranîna hin peyvan de nivîskar bêbiryar e ka kîjanê bikarbîne, mînak: Geh dibêje mîr û qehwe(…çû qehwexanê, qehweyekî mîr û tahl vexwar.(rûp.129)), geh dibêje mir û qehwe(Keleş û Hemîd qehweya tal û mir vexwrin.(rûp.70), qehweya mir an mîr?!
- Di hin peyvan de dîsa heman xeletî heye, mînak: Mizgînî ya di rûpela 135’an de hatiye bikaranîn di rûpela 136’an de dibe mîzgîn!, peyvek din jî rûpel 141’ê de bi “dinuqutîn” diqede, di paragrafek binê wê de dibe “dinoqitîn”.
- Di romanê de nivîskar qala şerê Osmaniyan yê bi xaçparêzan re li Helebê dike. Lê bi qasî ku em dizanin şerê bi xaçparêzan re ne di dema Osmaniyan de, di dema Selçukiyên Anatoliyayê de qewiye. Ya din jî nivîskar di romanê de qet ne qala demê, ne qala padîşahek Osmanî, ne jî qala mîrgeha ku mijara romanê ye dike. Tenê navê mîrgehê derbas dibe: Mîrgeha Botanê. Ji ber vê di dest me de pêtalek em di tariya romanê de li dem û dîroka winda ya bûyeran digerin. Ev bi ya min xeletiyek e. Divê nivîskar hinek qala Mîrgeha Botanê bikira, navenda wê, mîrê wê, tekiliyên Mîrgeha Botanê ya bi der û dorê re an bi Osmaniyan re! Di van hêlan de valahiyek mezin heye ku nola tenê kuştina êzdiyan bi me bide fêmkirin mijar teng girtiye. Ji mîrgehê tenê navê paşa -ger ew jî nav be- derbas dibe. Xeyalperestiya nivîskar ya asofireh ya di romanê de dixwiye divê di van hêlan de jî xwe bida der. Lê mixabin nebûye! Ya din jî kifşe ku nivîskar serwerî dîroka Osmaniyan nîn e, ji ber ku di tevahiya dîroka Osmaniyan de, di rêveberi yê de navê “Cengîzxan” nehatiye bikaranîn. Çimkî pergala wan li ser mezheba sunnî-henefîtiyê hatiye sazkirin û ev navê qralê qewmê bi nav û deng ê Moxolan e ku ew jî bi baweriya totemîzm, şamanîzm û paganîzmê ve mijûlbûn. Lewra li wan navek sar û dûrî ola îslamê dihat dîtin.
- Mijara romanê ya hin beşan fena ku di pirtûka Îbrahîm Osman ya bi navê “Evîna Mêrxasekî” de tê vegotin dixuye. Di romana Îbrahîm Osman ya bi navê Evîna Mêrxasekî de hin mîrên kurdan an ên ereban talanên êzdiyan radikirin û di tevliheviya têkiliyan de Mîrê Milan yê kurdan ji bo şer gazî Dewrêşê Evdî dikir. Dewrêşê Evdî çawa bo Edûlê diçe şer û bi Gêsan re şer dike, di romana Lehengê Tazî Keleşê Reş de jî, Keleş ji bo Perîxanê keça paşa bi dest bixîne divê hêz û şiyana xwe bide selmandin.Ya din jî lehengê herdu romanan jî êzdî ne. Her du jî siwarên hespan e, yek -Dewrêşê Evdî- siwarê Hedban e, yek -Keleşê Reş- siwarê Bazîn e. Dewrêşê Evdî yê siwarê Hedbên bo Mîrê Milan şer dike, Keleşê Reş ji bo Mîrgeha Botan ya girêdayî Dewleta Osmanî ye şer dike. Tesadûfiya çêdibe bi vê jî namîne bi ser de jî di her du romanan de jî siwarê ji bo şer amade dibin, ji donzdeh kesî pektên. Mînak di romana Evîna Mêrxasekî de behsa donzdeh siwaran wiha tê bilêvkirin: “Danzdeh siwaran hesp bi çargavî li dû hev dibezandin. Sê rojan û sê şevan, bê razan, tî birçî li dijminên xwe geriyan.(Rûp.309. Evîna Mêrxasekî). Hejmara heman siwariyan di romana me ya em li ser mijûlin -Lehengê Tazî Keleşê Reş- de jî wiha tê bilêvkirin: “Gava her dozdeh siwar li pey hev rêzik bûbûn wekî refê qulingên li sema û ber bi çolê ve diçûn.(rûp.97). Dîsa di beşek romana Keleşê Reş de ku şerê li Helebê li hember xaçparêzan de Keleş û Hemîd mil didin hev û di vî şerî de Hemîd tê kuştin; di Evîna Mêrxasekî de jî Sahdûn û Dewrêşê Evdî mil didin hev û Sahdûn di şerê li hember Gêsiyan de tê kuştin.Wateya peyvên ji navê pirtûkan jî nêzî hev in: Mêrxas û Keleş; her du jî maneya nêzî hev -hemwate- didin, (wek egîdî-lehengî). Û bi van rasthatiniyan jî namîne bi ser de jî her du nivîskar jî, ji Wêranşara Rihayê ne. Ew qas tesadûfî di mejiyê mirov de bayê digobilîne, li ser xêrê be! Di vê mijarê de romana Îbrahîm Osman ya bi navê Evîna Mêrxasekî ji ber ku di sala 2008’an de çapa xwe ya yekem der çûye -ger bixwaze- mafê bersivdayînê hinek dikeve ser milê nivîskarê Lehengê Tazî Keleşê Reş Newaf Mîro, ji ber ku romana wî ya behsa nîqaşê ye çapa yekem di sala 2009’an de ji Weşanên Pêrî derketiye.
Her tişt ji bo ku dara wêjeya me bêdem pelên xwe neweşîne ye.
firatt_muratt@hotmail.com
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: