logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket
  2. ‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn
  5. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
news-details

Moliére Kurdî Dipeyive

Berhemên li ser şanoyê hatine wergerandin bi çend hêlan ve sûdewer in. Ji wan a yek mirov haydarî berhemên wêjeya cîhanê

  • Dîrok: 14/10/2012
  • Beş: Serbest

Mahmut Ozçelik

Berhemên li ser şanoyê hatine wergerandin bi çend hêlan ve sûdewer in. Ji wan a yek mirov haydarî berhemên wêjeya cîhanê dibe û pê re jî digihîje çêja wêje û çanda gerdûnî. Ya duyem jî bi wergerê du ziman -zimanê jê tê wergerandin û zimanê lê tê wergerandin- bi hev re nola ku bikevin gulaşa man û nemanê tên hemberî hev û hev qewîn dikin. Kawdana zimên gur dibe.
Di vê nivîsa xwe de ez dixwazim li ser rêzepirtûkên ji hêla birêz Yakup Karademir ve ji fransî ji bo zimanê kurdî hatine wergerandin û beşa şanoyê ya vala dadigire, bisekinim.
Ev pirtûk di bin navê berhemên giştî yên Moliére de hatine çapkirin. Ji wan sê pirtûk li ber destê min in. Û ji Weşanên Aramê derçûye. Pirtûka yekem ku bi navê “Tartuffe” -Sofiyê Sextekar-, ya duyem bi navê “Çikûs”, ya sêyem jî bi navê “Nexweşê Nexweşan” e. Di navbera salên 2003 û 2006’an de çap bûne. Rêzepirtûkên ji pênûsa bi hêz a nivîskar Moliére ê sedsala 17’emîn  de jiyaye hatiye nivîsin, bi gelemperî li ser têkiliyên mirovan û şaşiyên hin kesên wê demê bi me, bi zimanekî xweşik dide nasîn. Dema mirov ji van pirtûkan yekê dixwîne mîna ku meriv di civatek kurd de rûniştîbe û hin qisedanan guhdar bike bi mirov aşîna tê. Rewşên rojane û bûyerên li ser hîmê berjewendiyên kesane hatiye hizirîn û qet tu sedsalê jî dev jê nayê berdan, bi zimanek hêsan tê vegotin. Ev rewş jî ji hostatiya wergêr Karademir a bi serkeftî ve girêdayiye. Ji bo em baş fêhm bikin ku Moliére çi kirdanê mêran e û di dema xwe de çawa li hember xeletiyan rawestiyaye ez ê pirtûka wî ya yekem ku ji Weşanên Aramê derketiye bi we tevî mijara wê bidim naskirin da ku hûn jî yên din bi nûgeriyek mezin bibînin û bixwînin. Hela di pirtûka Çikûs de lehengê bi navê Harpagon ji bo berjewendiyê xwe dikeve çi reng û dilqî, ancax mirov bixwîne ku bibîne… 
Pirtûka Moliére ya bi navê “Tartuffe”-Sofiyê Sextekar bi pêşgotinek dirêj ku ji hêla serwerên wê demê ve li ser Moliére çawa pêkutî û zor hatiye kirin ku ji bo neyê ser dikê çi dek û dolab lê hatiye gerandin dest pê dike.
Şano ji pênc perdeyan pêk tê û bi serboriya malbatek ku ji hêla mêvanek -Sofiyê Sextekar- jê nayê hezkirin ve çawa tê zivêrkirin, di bin navê sofîtiyê de çawa li ser mirovên dilpak ên alîkariya wî kirine dek û dolab hûnandiye tê vegotin.
Merivek ji malbatek begzade yê ku bi navê Orgon rojek li dêrê dema di îbadeta xwe de ye pêrgî mirovek parsek û dike ku ji nêza bimire tê, piştî hevnasînê dilê wî pê dişewite û wî mirovê parsek û hejar yê bi navê Tartuffe tînê û li mala xwe dike mêvan û dihewîne.
Keça xwediyê malê -keça Orgon- tevî ku dildarê xortê bi navê Valére ye, Orgon dixwaze  bi zorê wê bi Tartuffe re bizewicîne. Lê keça Orgon Mariane ji ber zext û zora bavê xwe bêdeng dimîne, ji dêvla wê ve qewraşa wê Dorine bi hemû hêza xwe ve bi Orgon re li hember vê zewaca bêdil a Mariane yê derdikeve û bi Orgon re dikeve devjeniyê. Orgon tevî ku berê zewaca keça xwe ya bi Valére re pejirandibû û soz dabû jî, jê vedigere û sextekariyê dike. Orgon bavekî zorker, xedar û ewende jî serhişk e. Keça wî Mariane bi dilek evîndar û birîndar di nav dualîteya girêdana bi bav re û hezkirê xwe Valére î de dimîne.
Qewraş Dorine car caran hişê Marianeyê jî tevlihev dike. Dema li hember bavê Marianeyê bi dilniya parêzvaniya wê dikir û ji wir jî diçû cem Marianeyê jê daxwaz dikir ku bi Tartuffe re bizewice û bikeve nav jiyanek din ya begzadeyan. Di nava vê xiricira tevlihev de dema Valére pêdihese ku dergistiya wê Mariane dê bi Tartuffe re bizewice bi wê re dikeve nav nîqaşan ta ku tên tixûbê ji hev veqetînê. Lê bi alîkariya -xulama Mariane yê- Dorine dîsa li hev tên û bi hinek dek û dolaban dê biryara ku bav ji bo zewaca Mariane ji bo Tartuffe dabû xera bikin, dixebitin. Birayê Mariane Damis jî li hember vê zewaca ji hêla bav ve biryar hatiye dayîn e. Lê Dorine her diçe fesadiyê gur dike û her kesî bi hev dide sorkirin. Jina Orgon Elmire gava ku biryara vê zewacê dibihîse ji bo ku betal bike bi Tartuffe re dipeyive, lê îcar jî hişê Tartuffe diçe ser doxînsistiyê û dixwaze dêmariya Marianeyê ji rê derbixe. Bi qasî ku Tartuffe dest bavêje derpiyê jina hevalê xwe Orgon, çavtarî dibe. Elmire vê rewşê napejirîne û xwe şûn ve vedikişîne. Tartuffe’ê doxînsist û sextekar dibeje: “Ez qumaşê derpiyê te dest dikim û çiqas nermik e” û lewçetiya xwe didomîne û dixwaze Elmire’yê bi dest bixe. Lê Elmire vê yekê napejirîne û dibêje demildest tu yê ji bo zewaca Mariane û Valére’î bixebitî. Tartuffe ji bo  Elmire’yê ji hêla evîna derewîn ve têke dafikê dipeyive û li ser evîn û sipehîtiya wê pir tiştan dibêje. Ev tiştên tê gotin hemû ji hêla Damis’ê birayê Mariane’yê ve ku xwe di jûr a piçûk de veşartibû tê bihîstin û ev rewş sofîtiya wî ya sextekar bi awayeke eşkere radixe ber çavan. Damis pir bi hêrs e û dixwaze tiştinan bi serê vî qilîçî -sextekar- de bîne lê dêmariya wî Elmire nahêle. Lê dîsa jî doxînsistiya Tartuffe ji bavê xwe re dibêje. Mixabin ku bav ji Tartuffe bênamûstir derdikeve û ji dêvla ku Tartuffe ji mal biqewirîne an jê re tiştek bibêje, lawê xwe Damis bi derewçîtiyê, sextekariyê û bênamûsiyê tawanbar dike.
Orgonê ku qet bîrnedibir ku Tartuffe dest dirêjî jina wî bike, dema li xwe mikur tê wiha dibêje: “Erê birayê min, ez mirovekî nebaş im, ez tawanbar im, ez gunehkarekî dilreş fesadekî dera han im, nemerdê herî mezin ê rûdinyê me, jiyana min hemî bi rûreşî û leke ye; temenê min hemî bi sûc û xirabiyan derbas bûye.” Piştî li xwe mikur hatina Tartuffe jî, Orgon dilê wî xweş dike, bêxîretiya xwe qet nahîne bîra xwe, lawê xwe Damis ji malê diqewitîne û hemû mal û milkê xwe jî, ji bo li ser Tartuffe tapû bike pêşniyazek lê dike û Tartuffe’ê sextekar li benda tiştekî wiha ye û welê bersivê dide: “Ez dikarim bibêjim çi, emrê Xwedê di ser her tiştî de ye.”
Dema bûrayê Orgon Cléante vê pêşniyazê dibihîse tavilê bi Tartuffe re dipeyive û xeletiya hatiye kirin bi bîr dixîne ku dev ji tapûkirina mal û milkê wan berde û ji navbera bav û law xwe bide aliyek, lê ev destwerdana bûrayê Orgon li xweşa vî çelaqî -sextekarî- naçe.
Orgon di vê navberê de di amadekariya daweta Tartuffe û keça xwe de ye. Lê keçik lava û dexalet ji bavê xwe dike ku tiştek wisa neke. Ji xeynî wê dêmariya wê Elmire jî tiştê ku  Tartuffe ji wê re li ser evîn û hezkirinê gotibû, bi bîra Orgon dixe da ku Orgon dev ji wî sofiyê sextekar -qilîç- berde, lê nafîle ye.
Gava Orgon bi sextekarî û bênamûsiya Tartuffe baweriya xwe nayne, jina wî Elmire ji bo ew rastiyê bi çavê xwe bibîne û bi guhên xwe bibihîze planek li dardixîne. Mêrê xwe Orgon di bin maseyek de vedişêre û di tenêbûnek de gazî Tartuffe dike û herdu li ser evîn û hezkirinê dikevin mijûliyan. Dema peyvên wan ber bi bin doxînê ve geş dibe, Orgon ji bin masê hildipeke û wiha dibêje: “Na li cehnimê jî mirov nikare li kesekî wiha rast bê.” (rûp.105) û dixwaze tavilê ew ji sî û sitara mala wî dûr bikeve, lê wisa dixuye ku ji ber tapûya mal û milk li ser xwe çêkiriye Tartuffe naxwaze ji wir dûr bikeve. Dema Orgon hînî rastiya kesayetiya Tartuffe’ê sextekar dibe êdî pir av di bin kayê re derbas bûye û wiha dibêje: “Heyhat! Li paş perdeyek dînî bi zareke ewende şîrîn, mirov dilekî ew çend reş, rihekî ew qas kirêt veşêre! Û min ew gava ji nêza dimir, li parsê digeriya girt anî…” Çend roj şûnde mirovek xerîb di dest de peyman û biryara mehkemê ya ji bo valakirina malê ragihîne Orgon tê malê û nîqaş çêdibe, lê biryara dadgehê ji şûr tûjtir e. Tartuffe bi ser de jî ji mala Orgon sindoqa ku ewraq û belgeyên hevalekî wî yê ji dûgelê fîrar kiriye dibe radestî rayedarên mehkemê dike û ev rewş bi biryara girtina Orgon dawî dibe. Orgon ji ber ku neyê girtin bi dizî ji malê direve û xwe li cihek ewle vedişêre. Di beşa dawiyê de bi qisedanên Tartuffe mirov têdigihêje ku ew nola ku sixûrê mîrek ketiye pey Orgon. Lewre di cihek de wiha dibêje: “Tiştek ji karê ku mirov ji alî meqamekî bilid ve hatibe wezîfedarkirin bi qîmetir tune ye.”
Di dawiyê de dek û dolabê sofiyê sextekar derdikeve holê, mîr -hikumdar- hemî belgeyên mal û milkên Orgon li Tartuffe hatibû tapokirin betal dike, zabitek dişîne da ku Tartuffe bigire û radestî dadê bike.
Pirtûk bi zimaneke pir xweşik, helbestî hatiye nivîsîn lê di hinek cihan de peyvên “kurt û kurmancî”, “Bekoyê Ewan”derbas dibe, di hêla din de jî tevî ku bûyer li Parîsê derbas dibe û baweriya lehengan li ser xiristiyaniyê ye peyvên wekî nimêj, rojî girtin derbas dibe ev jî gelo kêmasiyên wergêr nîn in?
Divê mirov pênûshêziya Moliére û wêrekiya wî ji bîr meke, çimkî dema ew vê şanoyê û yên din dinivisîne û dide lîstin rastî qedexeyan, zext û zoran tê. Lê ji rastiya xwe venagere. Ne tenê ev, wî di heman demê de lîstikvaniya nivîsên xe jî dikir û li ser dika şanoyê, di dema lîstikê de dimire. Gava dimire ji ber ku li ser mirovên li ser dîn sextekarî dikirin rexne kiribû, keşe li gor adetên xiristiyaniyê definkirina wî red dike, lê yên lê xwedî derkevin bi qerebalixek mezin wî li goristanê defin dikin.
Her tişt ji bo çemê wêjaya me ya netewî, bi herkek laserî xwe bigihîne deryaya wêjeya gerdûnî…

firatt_muratt@hotmail.com

***

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz
 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Birêz Serokwezîr kurd asîmile ne yan entegre ne?*

ad

Swêd de 5 kurdî qeybî hebûsî hamey weçînayişî

ad

Hilbijartina Herêma Kurdistanê wê kengê li dar bikeve?

ad

Çîrok didome: Şêxekî din tîmeke ewropî kirî

ad

'Emê bi we şer nedin kirin'

ad

Fîskstura Super Lîgê diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

  • 15 04 2026
news

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

  • 15 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname