Diyarname
Helbestvan Arjen Arî ku ev demeke li nexweşxaneyê dihat dermankirin îro wefat kir.
Helbestvan û qunciknivîskarê rojnameya Azadiya Welat Arjen Arî ku demekê di Diyarnameyê de jî qunciknivîskarî kiribû û keda wî ketibû nav Diyarnameyê îro li Amedê wefat kir.
Nivîskar û helbestvan Arjen Arî di sala 1956'an de li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Wekî gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbêstê kir. Di sala 1976'an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hat girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî.
Heta niha di weşanên wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşen, Tîroj, W'yê helbestên wî hatine weşandin. Di sala 1992'yan de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hat. Ew birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê ve li Amedê dijiya.
Arî heta niha li dor deh pirtûk pêşkêşî pirtûkxaneyên kurdî kiribû û bi nivîsên xwe jî di kovar û rojnamegerên kurdî de cih digirt. Arî ku demekê di nav rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd de cih girt, endamê komeleyê bû.
Berhemên wî:
Ramûsan min veşartin li geliyekî, Helbest, Avesta, 2000
Ev çiya rûspî ne, Helbest, Avesta, 2002
Destana Kawa, Helbest, Weşanên Elma, 2003
Eroûtîka, Helbest, Weşanên Lîs, 2006
Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên .Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê, 2007
Çil Çarîn, Helbest, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2008
Şêrgele, Helbest, Avesta, 2008
Bîhoka li pişt sînor, Çîrok-bîranîn, Wêşanên Avesta, 2010
Gorî û Bindest, Weşanên Ronahî, 2012
Kulîlkên Be’îvan / Hevbestî, Weşanên Ronahî, 2012


