Diyarname
Weşanên Avesta beşdarî Fûara Pirtûkan a Amedê dibe û her wiha çend çalakiyên çandî jî li dar dixe.
4'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê îsal bi diruşma "Rêwîtiya ber bi erdnîgariya qedîm a nivîsê ve" li dar dikeve. Di fûarê de Weşanên Avesta jî standê vedike û gelek çalakiyan jî li dar dixe.
Weşanên Avesta di çarçoveya fûarê de gelek çalakiyan li dar dixe û yek ji wan çalakiyan jî bibîranîna helbestvan Arjan Arî yê ku par wefat kiriye ye. Di vê çalakiyê de gelek helbestvan dê li ser Arî biaxivin, helbestan bixwînin û bi vî awayî bibîr bînin.
Bernameya gotûbêj û panelên Avestayê bi vî rengî ye:
15 GULAN, ÇARŞEM
Salona Konferansê I
17.15-18.15
Gotûbêj: “Baba Tahirê Uryan”
Axaftvan: Prof. Dr. Kadri Yildirim
16 GULAN, PÊNCŞEM
Salona Konferansê II
15.45-16.45
Gotûbêj: “Gerdeniya Gewherî, Şerha Melayê Cizîrî ya Zivingî”
Axaftvan: Emîn Narozî, Kadri Yildirim
18 GULAN, ŞEMÎ
Salona Konferansê I
18.15-19.30
Bîranîn: Ji bo bîranîna Arjen Arî”
Beşdar: Ferhad Pîrbal, A. Hicri Îzoören, Fatma Savci, Yildiz Çakar, Osman Mehmed, Lorîn S. Dogan, Selwa Gulî, Îsmaîl Dindar, Yaqob Tilermenî, Dîlber Hêma, Mûrad Dildar, Omer Dilsoz, Abdullah Esen, Bawer Ronahî, Bawer Rûken
19 GULAN, YEKŞEM
Salona Konferansê I
13.15-14.15
Gotûbêj: “Ferhad Pîrbal”
Axaftvan: Ferhad Pîrbal
***
Nûçeya eleqedar:
- Ahmed Arîf vê carê bi lîstikek şanoyê li Amedê ye
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


