Diyarname
Di çarçoveya Fûara Pirtûkan a Stenbolê de li ser dîplomasiya kurdan panelek hat li darxistin. Faik Bulut ku li ser vê meseleyê pirtûkek amade kiriye got: "Li nav kurdan dîplomasiya yekbûyî tune ye, dîplomasiya rêxistinan, a kesan heye."
Nivîskar Faîk Bulut bi navê “Tarih Boyunca Kurtlerde Dîplomasî” (Ji dîrokê ve li nav kurdan dîplomasî) pirtûkek du cîld amade kir û pirtûk ji Weşanên Evrenselê derket. Ji bo vê yekê li Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi beşdariya Bulut, Firat Aydinkaya û Fehim Işik bi heman sernavê panelek li dar ket.
Di panelê de Bulut got ku ji bo vê meseleyê kurdan her gotiye "Niha ne dema wê ye û ji bo dîplomasiyê xebatek taybet nekirine. Kesek ji wan bi zimanekî biyanî zanibe, jêre gotiye tu pêre eleqedar bibe, ew peywirdar kirine." Bulut diyar kir ku ji ber kurd ji gelên Rojhilata Navîn in li dinyayê venebûne, lê qala girîngiya xebata Îsmet Şerîf Wanlî ya dîplomasiyê kir.
Partîtî û nebûna dîplomasiya hevpeş
Bulut got li cem PDK û YNK'ê dîplomasiya yekbûyî nîn bû û got: "Mehmûd Osman her digot, 'Ev siyaseta partîtî ye, ne neteweyî ye'. Ev pirtîbûyîn pêşî li dîplomasiyeke hevpar girtiye. Ev yek di meseleya sazkirina Kongreya Neteweyî de jî xwe nîşan daye. Li nav kurdan kêmasiya dîplomasiyê heye. Dîplomasiya hevbeş nîn e, dîplomasiya yekbûyî nîn e lê li her parçeyê li gor xwe dîplomasiyek wê heye."
Faik Bulut li ser dîplomasiya PKK'ê pesnê Adem Uzun da û got ku bi qasî min hêvî dikir jê zêdetir jîrekiya dîplomasiyê min pêre dît, ger ew vî karî bidomîne dê tiştên baş bike. Bulut xwest ku kurd êdî dîplomasiyek kolektîf bikin.
Dîplomasiya Şêx Ubeydullah
Parêzer Firat Aydinkaya diyar kir ku ji dema Ehmedê Xanî ve mirov dikare qala dîplomasiyê bike, ji ber ku Xanî meselay "Şûr û pênûs" aniye ziman û wekî modern dîplomasiya kurdan jî bi Şêx Ubeydullah da dest pê kirin û got: "Jîrbûna wî ya ji meletî tê, ev yek ji bo pîşeya dîplomasiyê têrê dikeb Wî ligel mîsyonerên amerîkî jî kar kiriye. Dema Ûrmiye di nav dorpêçê de bûye jî wî konfrenas li dar xistiye."
Aydinkaya dibêje kurdan dîplomasî ne wekî karek bingehîn, wekî alîkarê 'şûr' li meseleyê mêze kiriye. Her wiha Aydinkaya qala Ebdurezzaq Bedirxan ku wî dîplomasiya ekola rus, Şerîf Paşa jî ekola dîplomasiya rojava bikar aniye kir û diyar kir ku Bedirxan li Tiflîsê bi xebatên xwe kiriye ku ji bo kurdan xweseriyê bi dest bixe.
Li ser pirsek Aydinkaya got ku ger dîplomasiya kurdan xurt ba dê Ocalan nehata girtin.
Dîplomasiya li Qesra Elysee
Nivîskar Fehîm Işik jî di destpêka salên 90'î de li ser hevdîtinek ligel Talabanî kir û got ku Talabanî bi çar zimanan ligel çar kesên cuda xeber dida û paşê wergerê bi her çar zimanan dizanî, jêre gotiye ku Talabanî ji bo her kesî li gor dilê wî xeber dida.
Işik got ku di van demên dawî de bi ser rojavayê Kurdistanê re rêyek cidî li dîplomasiyê vebûye û got; "Çûyîna Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Fermandara YPJ'ê Nesrîn Edbullah a li Qesra Elysee ya Fransayê ne tiştek hêsan, li pişt vê xebateke cidî ya dîplomasiyê heye." Her wiha Işik qala dîplomasiya kurdan a li DYA'yê, nûçeyên vekirina ofîrên li Moskovayê jî wekî encama vê nîşan da û got: "Gere kurd vê rêya dîplomasiyê re bimeşin û dîplomasiya xwe xurt bikin."
Foto: Cemil Oguz
**
Nûçeyên eleqedar:
- Selahattîn Demîrtaşî pirtûk îmze kirin
- Li Fûara Pirtûkan du rojên dawî
- Bozarslan: 'Sed sal paşê dîsa doktrîna Gokalp li ser kar e'
- Rojên îmzeyan a nivîskarên kurd
- Serokê TYB'ê: Hikumet bila aştî, hizûr û azadiya ramanê saz bike
- Çima panelek jî bi kurdî nîn e?
- ‘Li nav kurdan dîplomasî’ derket û li Fûarê ye
- Weşanxaneyên kurd ên beşdarî Fûara Stenbolê dibin diyar bûn


