logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Ji Avestayê Kuliyata Ehmedê Xanî

Weşanên Avestayê hemû berhemên Ehmedê Xanî ji nû ve çap kirin. Vane hemû berhem:

  • Dîrok: 20/06/2008
  • Beş: Berhem

 

Diyarname

Weşanên Avestayê hemû berhemên Ehmedê Xanî ji nû ve çap kirin. Vane hemû berhem:

Avestayê dest avêtiye karekî baş û hemû berhemên Ehmedê Xanî bi cureyên cihê, bi zimanên cihê, bi çapeke xweşik pêşkêş dike.

Di hin berheman de ku kurdî-kurdî û kurdî-tirkî cihê tên amadekirin, alfabeyên erebî û latînî bi hev re tên bikaranîn. "Ehmedê Xanî Kulliyati" ku ji orijînalê kurdî alfabeya erebî û latînî û ferheng û agahî û werger û tefsîra wan a tirkî pêk tê, ji aliyê Kadri Yildirim ve hatiye amadekirin.  Her du kitêbên pêşî yê rêzê ‘Nûbehara Biçûkan’ û ‘‘Eqîdeya Îmanê’ her yekê wekî du çapên cihê, çapek taybet û normal, hatin weşandin.

Rêza "Ehmedê Xanî Berhemên Giştî" ku wê ji kurdiya berheman a eslî û kurdiya îro û tefsîrê pêk tê, ji aliyê Jan Dost ve hatiye amadekirin. Niha "Mem û Zîn bi kurdiya îro" bi amadekirina Jan Dost çap bû.
Dîsa romana nû ya Jan Dost bi navê "Mîrname" ku mijara wê Ehmedê Xanî ye jî derket.
Hemû berhemên Xanî kurdî-kurdî û tevî tefsîra wan bi navê "Ehmedê Xanî: Kitêba Kurdan" wê wekî kitêbek taybet di dema pêş de bê çapkirin.


Kuliyata Ehmedê Xanî 1: Nûbehara Biçûkan

Ev berhema ku der barê parçeyê navê wê yê yekemîn de ka ev nav bi wateya demsalê “Nûbehar” e yan bi wateya fêkiya nû “Nûbar” e fikrên ji hev cuda hene û ev nav wekî “Nûbihar”, “Nûbehar” û “Nobar” jî tê nivîsandin û bilêvkirin, di sala 1683'yan de menzûmkî hatiye amadekirin. Berhem ji destpêkek, 13 beşên bi navên “qit’e” û li gorî nusxeyên ji hev cuda kêm-zêde ji 220 malikan pêk tê. Destpêk, beşa yekem û beşa dawîn li gor rêzbendiya “mesnewî”yê (aa-bb-cc-…); yazdeh beşên din jî li gorî sîstema “xezel”ê hatine qafiyekirin. Xanî di vê berhemê de bi tevayî ji 19 pêlawaz (behr)ên sîstema kêş (wezn)a ‘erûzê 7 pêlawazên ku munasibê helbesta kurdî ya klasîk in bi kar anîne ku ew jî ev in: Recez-hezec-remel-mudari’-besît-serî’-muteqarib. Malikên destpêkê û yên beşa yekemîn bi tevayî kurdî ne.
Qismê ferhengê ku bêje û termên ‘erebî û kurdî tê de hatine rêzkirin û pêşberkirin ji qismê duyemîn dest pê dike. Bêje û têrmên ferhengê çawa ku wekî ‘erebî-kurdî hatine rêzkirin, wekî kurdî-‘erebî jî hatine rêzkirin. Ji ber vê berhem her çiqas ‘erebî-kurdî tê hesibandin, ew qas kurdî-‘erebî jî ye. Lê di îfadekirin û bihevxistina bêje û têrman de zimanê vegotinê kurdî ye. Bi vî awayî, ji bilî bêjeyên kurdî yên ku bi yên ‘erebî re hatine pêşberkirin gelek bêje û îlaweyên kurdî yên bi serê xwe jî derketine holê. Hinek ji pêkerên ku vê berhema ku Xanî dibêje min ew “ji bo zarokê kurmancan” çêkiriye digerînin girîng ev in:
- Bi giştî yekemîn ferhenga kurdî ye. Bi vî awayî ferhengnivîsiya kurdî bi ferhengek menzûm a hînkerî/dîdaktîk dest pê kiriye.
- Ev ferheng ji dema Xanî û pê ve di medreseyên kurdan de wekî kitêba dersê hatiye xwendin û jiberkirin. Bi vî awayî, mengî û amanca şa’irê me ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehî, bi saya vê ferhengê qismî be jî hatiye cî.
- Bêjeyên ku di malikên vê behremê de wekî ‘erebî-kurdî yan jî kurdî-‘erebî hatine pêşberkirin ne bi awayekî rasthatî û bêrêbaz, belkî li gorî têfikirbîna hinek mijarên diyarkirî hatine hilbijartin. Xanî di çarçoveya vê têfikirbûn û hilbijartinê de di tespîtkirina mijaran û girtina wan a dest de rêbazên “ji nêz ber bi dûr ve”; “ji tiştên hêsan ber bi tiştên zor ve”; “ji tiştên ku tên zanîn ber bi tiştên ku nayên zanîn ve” û “ji tevahî ber bi perçeyan ve” bi awayekî serkeftî sepandiye û bergehek pedagojîk pêşan daye.

Ji bo Nûbeharê çi gotin?

Amanca Xanî ew bû ku vê ferhengê bike nav sîstema perwerdehiyê ya ku di bin hakimiyeta ‘erebî de bû û bi vî awayî statuya zimanê kurdî ya daketî bilind bike.
Amir Hassanpour, "Kurdistan’da Milliyetçilik ve Dil"

Ev berhema ku ‘alimên Kurdistanê gelek girîngî pê dane, di nav sîstema perwerdehiya medreseyê de ji xwe re cihek girtiye.
Jan Dost, "ed-Durru’s-Semîn Fî Şerhi Mem û Zîn"

Ev ferhenga ku Xanî bi amanca pêkanîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji zarokên kurdan re xizmet bike amade kiriye, di eslê xwe de bi danxwendin û jiberkirina wê wekî kitêba dersê di medreseyên Kurdistanê de ev amanca nivîskar aniye cî.
Tehsîn Îbrahîm Doskî, "el-Medxel Lî Dîraseti’l-Edebi’l-Kurdî"

Wekî ku dixuye, Xaniyê nemir rûmeteka mezin daye zarûkên kurdan û xwestiye bi nivîsîna vê ferhengê di fêrbûna zimanê ‘Erebî de ji wan re bibe alîkar. Piştî ku xwendina kurdî li Kurdistanê serbest bû zarokên kurdan ev ferhenga hêja bi zewqeke mezin dixwendin, hin zarokên kurdan jî ew ji ber dikirin.
M. Emîn Bozarslan, "Mem û Zîn"

 

Kuliyata Ehmedê Xanî 2: ‘Eqîdeya Îmanê

                     
Tradisyona ‘eqîdeyên menzûm û stûnê wê yê kurdî
Ji bo ku mijara ‘îlmê ‘eqîdeyê rasterast bingehên baweriyê ye, di nav ‘îlmên îslamî de cihek xwe yê taybet heye. Di sîstema perwerdahiya medreseyê ya ku bi giranî li ser jiberkirina metnan hatiye avakirin de şagirtên medreseyê metnên menzûm ji yên nemenzûm hêsantir û bizewqtir ji ber dikirin. Ev jî bû sebeb ku nivîskarên ku qabiliyeta wan a helbestî hebûye berhemên xwe menzûmkî binivisînin. Çawa ku di medreseyên Osmanî yên fermî de zimanê perwerdahî tirkî bû û kitêbê ‘eqîdeyê yên ‘erebî bi tirkî dihatin dersdan, ‘Eqîdeya Îmanê ya Xanî jî di medreseyên kurdan ên fexrî de ku zimanê perwerdahî di wan de kurdî bû wekî kitêba dersê cih girtiye. Bi vî awayî zimanê kurdî cara yekemîn di ‘îlmekî îslamî yê girîng mîna ‘eqîdeyê de bûye zimanê nivîskî û perwerdahî. Bi xabetindina Xanî di cihê ‘erebiya sîfetên Xwedê de berdelên wan yên kurdî, cara yekemîn ev sîfet ji bilî şiklên xwe yên ‘erebî bi zimanek din hatine bikaranîn.
Ehmedê Xanî zimanê kurdî yê ku bi Nûbehara Biçûkan kir “zimanê zimên”, bi ‘Eqîdeya Îmanê jî kir “zimanê dîn.” Tradisyona ‘eqîdeyên menzûm yên kurdî ku Xanî da destpêkirin, piştî wî jî di serî de Mele Xelîlê Sêrtî, ji aliyê gelek ‘alimên kurd ên ku rasterast yan jî nerasterast di bin bandora wî de mane ve heta bigihîje roja me hatiye domandin.

‘Eqîdeya Îmanê

Berhemek menzûm e, bi şiklê “mesnewî”yê hatiye amadekirin û ji 70 malikan pêk tê. Wekî mijar li gorî rêbaza Sunnî/Eş’erî bi kurtahî behsa bingehên baweriyê dike. Di vê berhema ku di çarçoveya îlmên ‘Eqîdê û Kelamê de cih digire de bingehên baweriyê li gorî rêbaza van ‘îlman di bin beşên bingeh de hatine nirxandin ku ew beş ev in:
1) Îlahiyyat (meseleyên girêdayî bi Xwedê ve): Hebûna Xwedê, yekîtiya wî û sîfetên wî; qeder û azadiya însan; têkiliyên di navbera îman û ‘emel de; rewşa kesê ku gunehê mezin bike li axretê; atom (cuz’ê layetecezza); heyûla (madeya eslî ya ku kaînat jê çê bûye) û afirandina dunyayê ji tunebûnê hinek ji mijarên vê beşê ne.
2) Nubuwwat (meseleyên girêdayî bi pêxemberiyê ve): Hinek meseleyên ku di bin vê beşê de cih digrin ev in: Hewcebûna baweriya bi temamê pêxemberan; bêrîbûna pêxemberan ji gunehan û ji avêtina ji wezîfeya pêxemberiyê; di pêxemberiyê de pêkera cinsiyetê (ango jin jî dibin pêxember yan ne?).
3) Sem’iyyat (tiştên ku hebûna wan hatine bihîstin): Ev beş ji wan tiştan pêk tê ku li vê dinyayê bi çavan nayên dîtin lê ji pêxemberan û ji kitêbên ku ji wan re hatine şiyandin hebûna wan hatiye bihîstin. Hinek ji wan tiştan ev in: Pirsên ku di qebrê de ji mirî tên kirin; piştî mirinê saxbûna ji nû ve; hesab û lêpirsîn ji bo xelatkirin û cezakirina qenc û xeraban; derbasbûna di ser Pira Siratê re; hebûna cennet û cehennemê û ketina wan; ji heyînên metafîzîk hebûna melek û cin û şeytanan.
Meseleyên ku Xanî li gorî hersê beşên navborî girtine dest, di vê xebatê de wekî beranberîkirina bi fikr û ramanên mezheb û fîrqeyên îslamî yên din re hatine tehlîlkirin.

 

Mem û Zin / Bi Kurdiya Îro

Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20'an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên latînî hîn nehatibûn meydanê û her kurdekî dikaribû Mem û Zînê bixwîne û kêm zêde jê fam bike. Lê piştî tevgera kulturî, êdî hêdî hêdî kurd dûrî klasîkên xwe çûn û her ku çû ji mîratê xwe yê wêjeyî qut bûn. Pêşketina zimanê kurdî û bizavên nivîsandina bi kurmanciya paqij ev qutbûn bêtir bi cih kir û êdî ew peyvên di berhemên klasîk de ku nîşana ciwaniya wan berheman û şarezayî û hostetiya nivîskarên wan bûn, bûne kelem li ber fêmkirin û têgihiştina wan berheman.
Mem û Zînê jî ji cûreyê tekstên ku girtî ne û herkes niha tê nagihîje. Ji ber vê yekê pêwistiya şîrovekirina vê tekstê hebû. Ev xebat ji bo ku Mem û Zîn bi hêsanî li ser zimanan bigere û bîr û bawerî û hizrên Xanî zindî bimînin hatiye meydanê. Em hêvîdar in ku ev xebat bibe pireke xurt di navbera xwendevanên îro û Ehmedê Xanî û berhema wî  de.

                                                           

Ji bo têkilî:
avestayayinlari@yahoo.com
www.avestakitap.com

**


Nûçeyên têkildar:

- Fermo: Mem û Zînê bi kurdiya îro bixwînin

- Romaneke li ser Ehmedê Xanî; 'Mîrname' derket

- Hemû Berhemên Ehmedê Xanî bi hev re hatin çapkirin

- Notên ji Sempozyûma Ehmedê Xanî -2

- Notên ji Sempozyûma Ehmedê Xanî -1

- Li Amedê li ser Ehmedê Xanî konferanseke navneteweyî

- Dîroka Festîvala Ehmedê Xanî diyar bû

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçeyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçeyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Du senatoran pêşnûmaya "Zagona Parastina Kurdan" pêşKêşî senatoyê kir

ad

Qahir Bateyî: Haya saziyên me ji çand û ziman tune ye

ad

Ji bo Lîga Şampiyonan pişke hat kişandin, reqîbên Beşîktaşê jî diyar bûn

ad

Hevdîtina BDP û TUSÎAD'ê pêk hat

ad

Di Festîvala Kurdan de xelat hatin belavkirin

ad

Li Almanyayê Şeva Helbestên Kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname