logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Komeleya Nivîskarên Kurd xwest Prof. Kadri Yildirim bê berdan

Komeleya Nivîskarên Kurd li ser binçavkirina Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Kadri Yildirim daxuyaniyeke nivîskî we

  • Dîrok: 21/11/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Komeleya Nivîskarên Kurd li ser binçavkirina Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Kadri Yildirim daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ew di cih de bê berdan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku girtina Kadri Yildirim bi mebesta bêîtîbarkirina wî û bêrûmetkirina beşa çand û zimanê kurdî ye û gotin ku zimanê kurdî û mamosteyên gelê kurd ne bêxwedî ne.

Vaye daxuyaniya Komeleya Nivîskarên Kurd:

"JI RAYA GIŞTÎ RE

Wekî ku ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn, di van mehên dawî de siyaseta dewletê ya li dijî Kurdan û zimanê Kurdî bêtir qedexekar û êrîşkar bûye. Gefên li ser "qedandina pêvajoya çareseriyê" li aliyekî, êrîşên li ser tuxubê Pirsûs û Kobanê û girtina siyasetmedar û aktîvîstan li alî din, hemî helwesta hukûmata niha li dijî Kurdan û destkeftiyên wan e. Hêzên dewletê tehemulî al û sembol û şehîdgehên  Kurdan jî nakin. 

Yek ji van operasyonên dawî li ser Zanîngeha Mardîn Artukluyê pêk hat. Bi hinceta qaşo lêpirsîna "bêrêtî û bertîlê" ku di meha Tîrmeha rabirdû de hatibû destpêkirin, di roja 18ê Mijdarê de Mêrdînê jî di nav de li heft bajarên din hatiye domandin. Di vê çarçoveyê de serokê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Qedrî Yildirim û du xebatkarên enstîtuyê jî hatine binçavkirin. 

Herkes dizane ku Zanîngeha Artuklu bi beşa ziman û çanda Kurdî tê nasîn, herwiha Mamoste Qedrî weke zimanzanekî Kurd gelek xebatan kiriye, berhem afirandiye, di qada fermiyetê de bo qebulkirina Kurdî pêşî li nifşên dahatuyê vekiriye. Li gor huqûqa heyî jî, ji bo ku profesorekî zanîngehê were lêpirsîn, divê ewil destûr ji zanîngehê bihata girtin, lê ev jî pêk nehatiye. Ji alî din ve tawana ku tê îdîakirin, girtina cihgirê rektorekî pêwîst nake. Girtina mamoste Qedrî bi mebesta bêîtibarkirina wî û bêrûmetkirina beşa çand û zimanê Kurdî ye. Di vê operasyonê de tiştê herî balkêş ew e ku, xwediyên vê dafikê beriya Mamoste Qedrî bigrin, nûçeya binçavkirina wî û lêgerîna odeya wî li çapemeniyê belav kirine. Heke di zanîngehan de gendelî û bertîl hebe, divê ev yek zelal bibe. Lê di van çend salên dawî de em dibînin ku ji alî gelek kes û hêzan ve bi riya rapor û sîxuriyan, herwiha bi alîkariya beşek ji çapemeniyê Enstîtuya Zimanê Zindî pir hatiye reşkirin. Pereyên ku tê îdîakirin weke "xerc" hatiye civandin, bi riya meqbûzan derbasî qeyda fermî bûye, ji alî karmendan ve hatiye civandin û li zanîngehê hatiye xerckirin. Têkiliya Qedrî Xoce bi îhaleyan jî tune ye, wî di îhaleyan de qet cih jî negirtiye. 

Em weke Komeleya Nivîskarên Kurd bi hişmendiya xwedîderketina li hemî nirxên Kurdî, operasyona dawî ya li ser beşa Çand û Zimanê Kurdî û binçavkirina Prof. Qedrî Yildirim li dijî prensîbên huqûqa heyî û nirxên etîk ên mirovayetiyê dibînin û vê bûyerê weke hewldana bêrûmetkirina beşa Kurdî û mamosteyên Kurdî dinirxînin. Ev qomplo, darbeya li ziman û çanda Kurdî ya di qada fermî de ye û em vê yekê şermezar dikin.

Bi vê mebestê em bang li rayedaran dikin: Mamoste Qedrî Yildirim demildest serbest berdin û destên xwe ji ser beşa Kurdolojiyê vekişînin!

Zimanê Kurdî û mamosteyên gelê Kurd ne bêxwedî ne."


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: Diyarbakir!

ad

Çend peyv li ser civîna termên Şaredariyê

ad

Festîvala Şanoyê li benda berheman e

ad

'Saint Omer' û yên din

ad

Kurmê darê ji darê ye

ad

Kantona Cizîrê: Bila hikumeta Başûr lêborînê bixwaze

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname