EFRÎN
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Îlham Ehmed diyar kir ku TEV-DEM'ê ji beriya demekê ve amadekariyên xwe yên hevpeymana Duhokê bidawî kirine û ew libendê ne ku ENKS'ê nakokiyên xwe bidawî bike. Ehmed, da zanîn ew destkeftiyên hezaran salan ên gelê Kurd nakin qurbaniyên nakokiyên hin aliyan.
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Îlham Ehmed têkildarî hevpeymana Duhokê ku mehek li pey xwe hiştiye daxuyaniyek da ANHA'yê. Îlham Ehmed diyar kir ku wan wekî TEV-DEM'ê berî demekê nîqaşên xwe bi dawî kirine û endamên xwe yên ji bo Lêvegera Siyasî ku xala sereke ya hevpeymanê ye diyar kirine. Îlham Ehmed got ku ew li benda Enucumena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) ne ku endamên xwe diyar bikin da ku lêvegera ku gelê Rojava û hemû kurd li bendê ne têkeve meriyetê.
Îlham Ehmed desnîşan kir ku hêviyên wan hene ku ENKS nakokiyên xwe yên li ser kursiyan bi dawî bike û hêviyên gel xira neke û wiha axivî: ''Hevpeymana Duhokê hêviya gelê me ya çûna ber kongreya netewî ve mezin kir. Em bi hêvî ne ku ENKS bêyî ku şerê li ser kursiyan bide pêş problemên xwe yên heyî bi dawî bike. Berjewendiyên xwe yên partîtî bide aliyekî û wekî encumenekê tevbigere û endamên xwe yên lêvegerê diyar bike. Em jî dixwazin ku hêviyên gelê me yê berxwedêr xira nebe.''
Îlham Ehmed da zanîn ku ew dixwazin ku ENKS roj berî rojê endamên xwe diyar bike da ku civîn bê lidarxistin û got:''Em bi hêvî ne ku roj berî rojê ENKS nûnerên xwe diyar bike. Lê heger hat û diyar nekirin, em ê neçarbin ku li gorî hesasiyeta rewşê tevbigerin û destkeftiyên gelê xwe ku bi hezarên salan e li benda wêne biparêzin.''
'Em ne amade ne ji bo şaştiyan destkeftiyan winda bikin'
Îlham Ehmed destnîşan kir heger ku hat û ENKS'ê li hevnekirin û nakokiyên xwe çareser nekirin ew ê sîstema xwe ya rêvebirinê û înşakirina civakê ku ji destpêka şoreşê destpêkirine temam bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Şoreş li benda kesan nasekin in, em jî gerekî bi lez tevbigerin û destkeftiyên gelê xwe ku hezarê salan hêvî dikin biparêzin. Dem ne dema nakokiyên teng e. Tu niyata me nîn e ku em destkeftiyên hezarên salan ên gelê xwe bikin qurbaniyên nakokiyan, li ser vî esasî jî em ê xeta xwe ya avakirin û înşayê bidomînin û em li benda tu kesî nasekinin.''
ANHA


