logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Bila kurdî bibe zimanê fermî

Di mîtînga ziman a li Batmanê de her kesî xwest, "Kurdî bibe zimanê fermî." Vaye not û axaftinên ji mîtîngê:

  • Dîrok: 10/09/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Batman
Di mîtînga ziman a li Batmanê de her kesî xwest, "Kurdî bibe zimanê fermî." Vaye not û axaftinên ji mîtîngê:

Mîtînga ku TZPKurdî bi diruşma "Em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin" li Batmanê bi beşdariya bi hezaran kesî li dar ket. Girse li ber Mala Gel a Musa Anter bi rengên kesk û sor û zer, bi kincên xwe yên neteweyî hatin cem hev.

Di mîtîngê de mebûsên DTP'ê Osman Ozçelik, Bengi Yildiz, Ayla Akat Ata, mebûsa DEP'ê ya berê Leyla Zana, şaredarên DTP'ê, rêveberên DTP'ê û endamên saziyên sivîl amade bûn.

Axaftinên ji mîtîngê:

Serokê ÎHD'a Batmanê parêzer Ferhat Bayindir: Ev 30 sal in 50 hezar mirovî jiyana xwe ji dest da. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê mirov bimirin û daristan bêne yewitandin. Ji bo vê divê pirsgirêka kurd bi riya demokratîk bê çareserkirin. Divê mafê zimanê zikmakî bê qebûlkirin.

Mebûsê DTP'ê yê Batmanê Bengî Yildiz: 80 sal in zimanê kurdî tê înkarkirin. Lewra kurd têne înkarkirin. Li Herêma Kurdistana Federe bi zimanê kurdî perwerdehî tê kirin li Tirkiyeyê berevajî vê yekê rewş heye. Wê rojê zarokek bi navê Berfîn destûr nedan bê Tirkiyeyê. Ev nîşaneyên qedexeya li ser vî zimanî ye. Emê li hemberî vê yekê li her derê ji bo perwerdehiya kurdî têbikoşin. Ji bo vê yekê em dibêjin êdî bes e. Em bang li gelê kurd dibin; yên ku bi zimanê we bi we re xeber nedin wan protesto bikin. Bila her kes ji bo kurdî têbikoşe.

Mebûsa DTP'ê Ayla Akat Ata: Em ji bo kurdî li qadê ne. Zimanê e dişibe bexçeyê gulan. Zazakî, kurmancî û soranî, ev gulên bexçeyê me ne. Gelê me ji bo zimanê xwe li qadê ye. Zimanê me çavkaniya jiyana me ye, rûmeta me, hebûna me ye. Emê bê çand û bêrûmet nejîn. Ji bo vê em ji înkar û asîmîlasyonê re dibêjin na.

Berdevkê TZPKurdî Qahir Bateyê: Divê mafê xweseriya demokratîk û mafên çandî bêne pejirandin. Divê kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin, bikeve bin ewlehiya Zagona Bingehîn û astengiyên li ber ziman bêne rakirin. Divê li hemû dibistanan bi kurdî ders bê dayîn. Ji bo pêşketina kurdî divê pêdiviyên aborî û teknîkî bêne terxankirin. Divê dewlet kurdî bi awayekî fermî ziman qebûl bike.
Ez bang li siyasetmedar û hunermendên kurd jî dikim ku li her derê her gav bi kurdî biaxivin.

Mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk: Zarokek kurd heta 6 saliya xwe bi tirkî nizane. Lê li dibistana seretayî hînê tirkî dibe. Tiştên ku di van 6 salan de hîn bûye mecbûr dimîne ku wan ji mejiyê xwe bavêje. Ev qetlîamekê ye, asîmîlasyon e. Dewleta Tirkiyeyê pêşî mafê ziman û çanda kurd înkar dikir. Bi têkoşînê re dewletê kurdî qebûl kir. Lê gotin her kes dikare li mala xwe biaxive. Bi hinek din mezinbûna têkoşînê re vê carê mafê qursan qebûl kir. Lê em vê bes nabînin. Em dibêjin kurd û tirk bira ne. Her mafê ku ji bo tirkan hatiye qebûlkirin divê ji bo kurdan jî bê qebûlkirin. Divê di her warî de kurd jî xwedî mafê perwerdehiya bi zimanê xwe bin.

Leyla Zana: Ziman heysiyet û şerefa miletekê ye. Di meha remezanê de ji bo mirovekî av û xwarin çiqas pîroz be, ji bo gelekî jî ziman ew qas pîroz e. Gelekî xwedî li zimanê xwe dernekeve bila ne li bendê be ku dê hinên din bên xwedî lê derên. Gel ji bo ku hebûna xwe nîşan bide divê pêşî xwedî li zimanê xwe derê û wê bijî. Milet, ax, dîrok û çand yek in. Yek tune ya din jî nîn e. Divê em van hemûyan bi hev re bijîn.
Gotineke pêşiyan heye, "Çavê li deriyan xwelî li seriyan". Em ne ew milet in ku xwelî li ser be. Em mileteke bi şeref in. Em zimanê xwe pêş bixin û di her warê jiyanê de belav bikin. Em ne wekî 15-20 sal berê ne. Niha gelek sazî û dezgehên mehene. Ev dikarin bi rehetî bi kurdî perwerdehî bidin. Divê di vî warî de em xwe pêş bixin. Pêşî divê ziman bigirin bin ewlehiya zagonî, asîmîlasyon û astengiyên li pêş bêne rakirin. Ji bo pêşketina ziman divê şert û merc bêne çêkirin.

Di mîtîngê de pankartên "Bê ziman jiyan nabe", "Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin", "Zarok pêşeroj in, pêşeroj bê ziman nabe", "Zimanê me mifteya azadiya me ye", "Zimanê xwe bi destê xwe nekuje", "Zimanê min qedexe nekin", "Kurdî helbesta Xanî awaza Meryemxanê ye", "Ziman û rengên cuda nîşana mezinbûna xwedê ye" û "Ez Kurd im perwerdehiya bi kurdî dixwazim" hatin vekirin.

Dema ev nûçe hat weşandin Koma Nûjen a Navenda Çanda Biharê li ser dikê bû û stranên xwe pêşkêş dikir. Piştre dê bi konsera Bulent Turan mîtîng bi dawî bibe

Foto: DÎHA

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'La La Land'ê dest danî ser BAFTA'yan

ad

Navenda Çanda Eyşe Şanê hat vekirin

ad

Kanaleke din a kurdî vebû: Aryen TV

ad

Bi we dilê zarokek hêjayî çend welatan e?

ad

Amed Spor kongreyê saz dike

ad

THY seferên ji bo Iraqê da dest pê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname