QAMIŞLO – ANHA
Desteyê Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê , ji bo şaredariyên gel, 23 tirimpêlên gelêş (zibale) stendin.
Tirimpêlên ku hatine stendin, ji aliyê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan ve li ber Şaredariya Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo bi merasîmekê li şaredariyên herêmê hatin belavkirin. Di merasîmê de cîgirên serokê Desteyê Mehmûd Mihemed û Sema Begdaş, nûnerên şaredariyên hemû bajarên Kantonê jî amade bûn.
Di merasîmê de Cîgirê Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Mehmûd Mihemed diyar kir ji bo ku şardarî xizmeta welatiyan bê kêmasî bikin, wan pêdiviyên Şardariyên Gel a paqijiyê bi cîh aniye û ev tirim stendine.
Mihmed destnîşan kir ku wan ji bo şareariyên gel ên bajaran tirimpêlên kolandinê û temîrkirina kanalizisyonan jî peyda kirine.
Mihmed dazanîn ku ew ê di dema pêşde van tirimpêlan jî li şaredariyên Kantonê belav bikin.
Piştî merasîmê tirimpêl li nava bajar hatin gerandin û piştre teslîmî şaredariyan hatin kirin.


