logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

"Dotmam" hat kişandin

Yek ji jinê şaredar ên kurd jî Cihan Sîncar e. Niha belgefîlmek bi navê “Dotmam” li ser Sîncar hate kişandin.

  • Dîrok: 08/10/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Yek ji jinê şaredar ên kurd jî Cihan Sîncar e. Niha belgefîlmek bi navê “Dotmam” li ser Sîncar hate kişandin.

Malbata Şaredara Qoserê ya ji DTP’ê Cihan Sîncar di dema serhildana Dêrsimê de derbasî Binxetê dibe. Sîncar di sala 1957’an de li Binxetê, li Qamişloyê tê dinê. Dema hê sê salî dibe bavê wê wefat dike û ew û diya xwe vedigerin Mêrdînê.
Wekî hemû jinên kurd jiyana Cihan Sîncar jî di nav zehmetiyê de derbas dibe. Hê nagihîje temenê xwe yê bîstan bi Mehmet Sîncar re dizewice, di ciwaniya xwe de dibe dayik û sê zarokên wê çêdibin. Heta kuştina Mehmet Sîncar ew pêre hem dibe heval, hem dost, hem hevjîn û hem jî piştgira wî ya herî mezin. Û dema Mehmet Sîncar li Batmanê tê kuştin ew radibe û ala Sîncar hildide.
Cîhan Sîncara ku piştî vê kêliyê dikeve nava siyasetê di sala 1993’yan de di rêxistina DEP’a Çankayaya Enqereyê de rêveberî deke. Piştî DEP’ê Sîncara ku di nav avakarên HADEP’ê de cih digire, peywira endamtiya Meclisa Partiyê û rêveberiya navenda giştî jî digire ser milên xwe.
Di sala 1999’an de ji HADEP’ê dibe berendama şaredartiyê ya Qosera Mêrdînê û bi dengên zêde tê hilbijartin. Sîncar 2004’an de cara diduyan li Qoserê tê hilbijartin û hê li ser navê DTP’ê Şaredariya Qoserê dike.
Niha li ser jiyan, têkoşîna Cihan Sîncar belgefîlmekî hate kişandin. Belgefîlma bi navê “Dotmam” ji aliyê Sabîte Kaya ve hatiye kişandin û ji 28 deqîqeyanpêk tê. “Dotmam” yekem car di 1’emîn Festîvala Jinan a Farqînê de meha borî hat nîşandayîn.
Di belgefîlm de li ser jiyana Sîncar, ciwaniya wê, zewaca wê ya bi Mehmet Sîncar re, têkiliya wê û zarokênn wê, girîngiya wê ya ji bo jinên kurd tê nîşandan. Di belgefîlmê de car bi caran Sîncar jî qala xwe dike û ew di vam qalkirinan de li ser feraseta rêveberina şaredariyê wisa dibêje: “Şaredarî maleke mezin e. Ger hûn bikaribin mala xwe ya biçûk bi rê ve bibin, hûnê bikaribin mala mezin jî bi rê ve bibin.”
Di nav mehekê de ji bo belgefîlm dê li Qoserê galayekê bê li dar xistin. Li sor “Dotmam”ê derhêner Sabîte Kaya agahî dan me: “Min xwest li ser jinên kurd ku di nav bêderfetiyê de tiştan dikin, têkoşînê didin projeyeke çêbikim. Bi vê projeyê minê portreyên gelek jinên kurd bikişanda. Ji ber ku berê jî têkiliyên min bi Sîncar re hebûn min bi wê dest bi projeyê kir. Ezê li ser jinên kurd ên cur bi cur jî portreyan bikişînim.”
Kaya li ser navê belgefîlm jî diyar dike ku wê xwestiye navekî germ û li gor dil be û van gotinan lê zêde dike: “Mehmet û Cîhan Sîncar zaroyên apên hev in. Dema em li navekî germ û li gor dil digeriyan Dotmam derkete holê. Peyva dotmam gelek germ bû, min ew hilbijart.”
Derhêner Sabîte Kaya berê kurtefîlmekî bi navê “Her şey bembeyaz (Her tişt çîl sipî)” li ser mamosteyekî tirk ku diçe gundekî kurdan, zarokên kurd ku bi tirkî nizanin kişandibû, niha projeya xwe ya duyem “Dotmam” derxist holê û ji bo projeyê nû ketiye nav hewldanan jî.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Polîs û leşker çûn komeleya kurdî

ad

'Peşbaziya Neteweyî' li Beyoglu Beyoglu li dar dikeve

ad

15 baroyan qala aliyê hiqûqî ya meseleyê kirin

ad

Şanogeha Kenter dê li ser piyan bimîne

ad

YARA MIN HELEBÇEYÊ*

ad

Li Erebistanê rêzefîlmên tirkan hatin qedexekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname