Enqere
DTP bi diruşma "Ne AKP ne Ergenekon" li Enqereyê mîtîngeke li dar dixe û xebatên mîtîngê didomin.
Mîtînga DTP'ê bi diruşma "Ne AKP ne Ergenekon, çareserî di Komara Demokratîk de" dê 19'ê mehê li dar bikeve. Roja 20'ê mehê doza Ergenekonê li dar dikeve û mîtîng jî rojek berî vê li dar e.
Ji bo mîtîngê îro li rêxistina Altindaga Enqereyê bi beşdariya mebûsa DTP'ê ya Wanê Fatma Kurtalan, endamê MP'ya DTP'ê Nedim Taş, endama MP'ya DTP'ê Yildiz Aktaş, rêveberên DTP'ê civîneke hate li dar xistin.
Mebûs Kurtulan da zanîn ku li hemberî doza Ergenekonê dê li 10 ciyan derkevin qadan û bixwazin ku rastî derkevin holê.


