Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk di axaftina li Koma Meclisê ya DTP'ê ya îro de agahiyên balkêş dan.
Vane gotinên Turk:
- Erdogan dibêjen "Ku derfetên gel hebin dê xwe biparêzin". Serokwezîr bi vê yekê peyamekê dide. Berê meleyan fetfa didan. Digotin 'qetla van helal e'. Gotina Erdogan jî tê vê wateyê. Me wekî hedef nîşan dide. Piştê me hatin kuştin jî Erdogan dê derkeve bêje 'Tiliya şerîta dibire na êşe' û ser bûyeran bigire.
- DTP, ji bo çalakiyên pêk hatîn di çarçoveyek demokratîk de pêk bên gelek ked daye. Lê hin derdor dixwazin hewildana DTP'ê berevajî bike.
- Erdogan li herêmê gotina, 'Me gotiye yek al, yek welat, yek dewlet, yên li dijî derdikevin bila biçin' bikar anî ye. Me li Amedê got 'Ev al nirxa me tevan e'. Tu pirsgirêka me bi vê alê re tune ye. Em dixwazin li Tirkiyeyê li ser bingehek wekhev û demokratîk bijîn. Tirkiye welatek mozaîk e. Em dixwazin vê yekê hildin bin ewlehiyê."
- Me ji bo çareseriya pirsgirêkê ya demokratîk çalakiya rûniştinê ya 2 rojan li Amedê li dar xist. Ev helwestek demokratîk bû. Bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn. Ji ber ku ewlehî bi xweşbînî nêzîk bû, tu bûyer derneketin. Ji ber ku polîs neketin nav gel û ji dûr rawestiyan. Çalakiya rûniştinê vegeriya şahiyekê. Ku armanca me gengaşî bûya li cihek bi deh hezaran kes gihiştine cem hev, me dê gengaşî derxiste.
- Serokwezîr bi hesabên hilbijartinê tê herêmê. Tu pirsgirêkên me yên ji bo hilbijartinê tune ne. Dema Serokwezîr digot ez Şirnexê, Amedê û Culemêrgê dixwazim, pêşî li gengaşiyê re derdixist.
- Li Qosera Mêrdînê 2 gundên 200 sal berî niha hatine avakirin bi sedema dengên xwe dane DTP'ê tên valakirin. Bi hinceta ersayê xizîneyê ye, gundî dane mehkemê. Baş e, gundên ku ev 200 sal berî niha hatine avakirin, nû hatin bîra we.
- Waliyê dewletê li herêmê rayedarên partiyan li hev dicivîne û dibêje li heberî DTP'ê tenê berendamekî derxin. Ma bi vî awayî demokrasî dibe?
- Her tim dipirsin porjeya we çi ye? Me projeya xwe ya Xweseriya Demokratîk ji her kesî re şand. Lê bêyî bixwînin dest bi rexneyan kirin. Wekî projeya îhanetê hate lansekirin. Baş e em dê hingê çi nîqaş bikin, bi bêdengkirinê, nedîtinê pirsgirêk dê bên çareserkirin?


