Enqere
Çapxaneya Meclisê ji bo mebûsan qertên cejnê çap kir lê qertên bi kurdî yên Ozçelîkê DTP'yî çap nekir.
Çapxaneya Meclisê ji bo mebûsan qertên pîrozbahiyên yên cejnê çap dike. Mebûs ji bo wan qertan ji hilbijêrên xwe re bişînin û cejna wan pîroz bikin ev çapxane xizmeteke bi vî rengî pêşkêşî mebûsan dike. Di dema ku vê çapxaneyê qertên pîrozbahiyê yên mebûsan çap kir de qertên mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk çap nekirin. Sedema çapnekirina qertên Ozçelîk kurdî bû.
Osman Ozçelîk di qertên ku hatin amadekirin de bi kurdî û tirkî "Cejna we ya Qudbanê pîroz dikim û di kar û xebatên we de serketinê dixwazim" nivîsîbû. Ji ber vê yekê çapxaneya meclisê qert çap nekirin û Ozçelîk mecbûr ma di çapxaneyeke taybet de qertên xwe çap bike.
Wekî notek: Rewşa dawî ya Tirkiyeyê ev e; televîzyona dewletê TRT bi hemû gurahiya xwe xwe amade dike ku bi kurdî weşanê bike, lê qertên bi kurdî yên mebûsekî nayên çapkirin.


