Diyarname
Şaredarê Şirnexê yê DTP'yî Ahmet Ertak ji bo dîsa berendamtiyê serî li partiya xwe da.
Ertak serî li rêxistina bajêr a Şirnexê da û bû pêşberendam. Ertak wisa got: "Ger şirnexî dîsa min hilbijêrin ez bi xizmetkirina ji bo wan dê ser bilind bibim. Dema min dest bi şaredarî kir hin proje min saz kiribûn, hin me anîn cih, hin man. Ji wan projeya çêkirina otogarê û paqijkirina dereyê man. Ger em dîsa bêm hilbijartin di nav projeyên pêşî ku ez bikim de ev dê hebin."


