MÊRDÎN (DÎHA)
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mitînga Mêrdînê de axivî û got: "Ji bo ku em peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin divê em di şeva hilbijartinê jî bi vê dîsîplînê bixebitin û heya encamê bigrin berdewam bikin. Me tu caran serê xwe netewand em ê netewînin jî. Em dizanin em bi rehetî nehatin van rojan. Ger ku em bi biryarek xurt nexebitin em bisernakevin. Divê gelê me ji disîplîna xwe tawîz nedin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tevlî mitînga partiya xwe ya li Mêrdînê bû. Demîrtaş piştî axaftina namzetên HDP'ê yên Mêrdînê bi coşekî mezin derket ser dikê. Demîrtaş axaftina xwe bi silavkirina hemû gelên Mêrdînê dest pê kir. Demîrtaş got, "Silav ji we re gelê reng û bi reng. Duh Êlihê îro jî Mêrdînê bi dagirtina qadê dîrok nivîsand."
Demirtaş diyar kir ku ji ber demek kurt ji bo hilbijartina 7'ê pûşperê maye ew bi heyacan in û wiha dom kir: "Ji ber ku dê tercîha azadî û koletiyê were dayîn. Dê ev yek bandora xwe li ser Rojhilata Navîn jî bike. Gelê Mêrdînê divê hesas be. Gelê Mêrdînê piştgirî daye banga 'Mirovahiya Mezin.' Em ê bi heyecan bin. Em ê li hemberî zilmê û zordariya li hemberî gel tê kirin têbikoşîn."
'Divê em bi dîsîplîn bixebitin'
Demîrtaş anî ziman ku divê her kes bê navber heya dawî bi awayekî dîsîplînî bixebite û wiha axivî: "Ji bo ku em peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin divê em di şeva hilbijartinê de jî bi vê dîsîplînê bixebitin û heya encamê bigrin berdewam bikin. Me tu carî serê xwe netewand em ê netewînin jî. Em dizanin em bi rehetî nehatin van rojan. Ger ku em bi biryarek xurt nexebitin em bisernakevin. Divê gelê me ji disîplîna xwe tawîz nede. Eger îro Mêrdîn bivê coşa xwe bêje ez amade me em jî soz didin ku em ê ji bo xizmeta mirovahiya mezin her tim amade bin. Gelê Mardînê jî wekî gelê din ên Tirkiyeyê şerê li Sûriyeyê dişopîne. Êdî li Sûriyeyê mezheb nikarin ligel hev bijîn. Hêzên desthilatdariyê wisa kirin. Ji bo berjewendiyên xwe hêzek wekî DAIŞ ya tecawîzkar û barbar şandin ser gelan û komkujî pêk anîn."
'Mêrdîn wekî baxçeyê gulan e'
Demîrtaş da zanîn ku ev hilbijartin ne tenê hilbijartina pêşbaziyê ye û wiha dom kir: "Di heman demê de em têkoşîna mirovahiya mezin ji bo gelan dikin. Ya ku ji Mêrdînê tê HDP ye. Ya ku ji HDP'ê jî tê HDP ye. Em ligel hemû êrîşan jî hatin gel hev. Polîtîkayên AKP'ê yên şer û cudakar gel tehîd dike. Dîsa piştgiriya AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê ji bo gelan bûye tehdîtek mezin. Mêrdîn wekî baxçeyên gulan e. Ji bo dawî li cudakarî, şerkeran bînin divê ampul bê temirandin. Roja HDP'ê wê ronahiyê bide her derê. Demokrasiyek bingehîn dê xizmeta hemû gelan bike û Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Em kurd in, elewî ne, çerkez in, tirk in, êzidî ne û di heman demê de em feqîr in. Deynê me ya ku em aştî û azadiyê bînin heye. Bajarê pêxembaran Riha, Amed, Wan û Mêrdîn feqîr kirin. Pir soz dan gel lê çûn Enqereyê hemû tişt ji bîr kirin. Maho Axa dê ji bo we golê bîne Mêrdînê. Divê hûn bersivek baş bidin van nêzîkahiyan. Divê ku em Mêrdîn bikin warê turîzmê. Hemû pereyên gel ji gel girtin. Şaredarên me ne diz in. Ji bo em bihêz bibin divê em vê rewşê biguherînin. UNESCO'yê bi mîlyonan dolar şandin lê belê hemû jî rayedarên dewletê xwarin. Tenê pereyê ku Neteweyên Yekbûyî şandin û hatin xerckirin dê Rojhilata Navîn pê hatiba guhartin. Em dixwazin êdî li şûna dengê çekan dengê çûkan bê. Em ê Mêrdînê bikin cihekî turîstîk. Em soz didin ku projeyên ku nîvco mane em temam bikin. Yanî em ê bi her awayî xizmetê gelê xwe bikin. Lê wan hemû tişt ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn û gelê Mêrdînê mexdûr kirin û feqîr kirin. Ev ne qedera me ye. Guhertina vê yekê di destê me de ye."
'3 roj man divê em her kesî qanî bikin'
Demîrtaş bang li her kesî kir ku di çarçoveya banga mirovahiya mezin a HDP'ê de bên cem hev û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo wê em HDP em biçin meclisê. Divê em êdî vê nîşanî wan bidin. Hemû tişt di mohrê de ye. Ew mohr dikare qedera Tirkiyeyê biguherîne. 3 roj man, divê em yên ku me qanî nekirine em wan qanî bikin. Ji kîjan partiyê be negirîng e. Em ê sê rojan bi rihê seferberiyê bixebitin. Divê gel piştî ku ji mîtîngê vegere jî biçe bixebîte. Baweriya me bi gelê me yê Qoser, Nisêbîn, Şemrex û navçeyên din hemûyan heye. Em dibêjin hûnê xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê gelê me di sofreya guran de xwedî li zarokên xwe derkeve. Serkeftin ya gelê me ye. Em ê vê serkeftin û coşa xwe di 7'ê pûşperê de derxîn asta herî bilind."
Turk: 'Em Birêz Ocalanî nadin şermê'
Hevşaredarê Mêrdinê Ahmet Turk jî wisa got: "Îro li Rojava bi dehan cenaze tên Bakur. Ez dibêjim em dê hesabê van şehîdan bipirsin û riya wan bişopînin. Îro çavê mîmarê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser me ye û em ê wî nedin şermê. Gelê kurd li Rojhilata Navîn xwedî hêzek girîng e û bêyî kurdan ne mimkûn e ku tiştek pêk were. Ji ber ku têkoşîna me têkoşîna azadî û demokrasiye ye. Îro gelê bi wijdan bi yekîtiyê têkoşînê dimeşandin. Ji bo 7'ê pûşperê çend roj mane. 7'ê pûşperê mîlad e, berxwedan û têkoşîn e û dê bersiva vê yekê were dayîn. Îro têkoşîna me ya nasnameyê heye. Ger ku HDP dibin bendê de bimîne dê tenê HDP winda neke dê gelê kurd, hêzên demokrat û azadîxwaz jî winda bikin. Em soz didin ku em ê xwedî li vê mîrasê derkevin. Serkeftin ji bo azadiya têkoşîn û gelê me."


