Diyarname
Demek berê ji ber Hevbenda Nivîskarên Sûriyê endamtiya Helîm Yûsiv dabû rawestandin, Helîm Yûsiv û 15 nivîskarên din ên kurd (yek jê ereb) ji wê hevbendê îstîfa kiribûn.* Niha Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê (YNKS) biryar stand û "Endametiya Rûmetê" da van nivîskarên ku îstîfa kirine.
YNKS'ê li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî weşand (21.07.2015) û got ku hêviya xelkên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên cuda, bi siyaset, netewe û mezhebên cihê, ew bû ku di riya şoreşa Sûriyê re ji yekramanî û yekrengiyê rizgar bibin û wisa dom kir: "Vê yekrengiya ku ev pêncî sal in li ser qirika xelkên Sûriyê mîna şûrekî bilind kiriye rê li ber nakokiyên civakî yên kûr, her wisa rê li ber hevnenaskirina xelkên Sûriyê vekiribû. Piştî ku rêjîmê berê şoreşê da şêweyê çekdarî, roj bi roj, şoreş ji armancên xwe bidûr ket. Aliyê din jî ew bû ku nikarîbû bibe xwedî rêveberiyeke birêkûpêk, xwedî bername û armancên diyar, da ku piştî guhertina rêjîmê bibe alternatîveke dirust. Vê yekê hişt ku şoreş bibe cihê destêwerdana hêzên derve, hetanû gihîşte wê radeya ku civaka Sûriyê bi temamî ji armancên ku ji bo wan serî hildabû, dûr bikeve. Hêvî ew bû ku rewşenbîr jî di vê bobelata ku bi sedhezarên kuştî û mişextiyan li pey xwe hiştin, xwedî roleke berbiçav bin."
'Bi rizgarkirina Girî Sipî re kampanyayên reşkirinê gihîştin asteke bilind'
Daxuyanî dibêje, "Cihê mixabiniyê ye ku dengê top û tifingan hergav ji dengê rewşenbîran bilindtir bû. Lê hin xwediyên pênûsan cihê xwe, mîna hêzên leşkerî, li kêleka hêzên tarî girtin. Vê yekê hişt ku pûselê winda bikin" û wiha dom kir: "Bi vî awayî li şûna ku pênûs bibe alaveke belavkirina zanîn û têgihiştinê, her wisa bibe xwedî roleke rexnegir, ew bi destê bazirganên şer û keysbazên şoreşê bû alaveke kûrkirina nakokiyan. Para miletê kurd jî ji kuştin û koçberkirinê ne kêmî para xelkên din yên Sûriyê bû. Mînaka Kobanî, ku ji bajarên sereke bû yên li hember rêjîmê derketibû, li ber çavane, bê çawa bûbû armanca êrîşên xedar yên DAIŞ'ê. Bi vî awayî miletê kurd li rojavayê Kurdistanê bi hovtirîn hêza terorê ya cîhanê re rû bi rû ma. Tev wilo jî kurdan dikarîbû vê hêza hov têk bibin û Kobanî rizgar bikin. Lê her ku hêzên kurd, hêzên parastina gel, serkeftinek bidestdixistin pêre jî kampanyayên reşkirinê ji hêla hin dezgeh û alî û pênûsên girêdayî rikberiya Sûriyê, çi kurd çi ereb bin zêdetir dibûn. Bi rizgarkirina Girî Sipî re ev kampanyayên reşkirinê gihîştin asteke bilind û Yekîneyên Parastina Gel bi qirkirin û 'paqijkirina etnîkî' dijî tirkmen û ereban hatin tawanbarkirin. Tev ku di rastiyê de hate xuyakirin ku ev tawanbarî bê bingeh in, lê dîsa jî hewildanên xerakirina aramiya civakî li Sûriyê berdewam kirin."
'Em bi tundî vê helwesta Hevbenda Nivîskarên Sûriyê şermezar dikin'
Di daxuyaniyê de YNKS dibêje li hemberî van êrîşan, hin pênûsên kurd yên welatperwer banga hişyariyê kirin û li dijî van êrîşên reşkirinê bêdeng neman û wiha dibêje, "Yek ji van rûdanan ew bû ku Hevbenda Nivîskarên Sûriyê cihê xwe di nav wan aliyan de girt, ewên ku hêzên kurd tawanbar dikin. Jê biwêdetir, vê rêxistinê endametiya nivîskarê kurd Helîm Yûsiv ku bi helwestên xwe yên li kêleka miletê xwe tê naskirin, rawestand. Di encamê de hejmarek ji nivîskar û rewşenbîrên kurd û hevalên xwe bi hev re dest ji Hevbenda Nivîskarên Sûriyê berdan. Ev doza ku wekî doza Helîm Yûsiv hatibû binavkirin, piştî vê îstîfaya komî ya nivîskaran bû dozeke raya giştî ya kurdan. Ji ber ku vê bûyerê asta nakokiyên kûr yên di civaka Sûriyê de û di qada wê ya rewşenbîrî de derxiste ber çavan. Em, wekî Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, me ev bûyer şopandin û li benda zelalbûna encaman man. Niha jî, piştî ku dîmen zelal bû, em bi tundî vê helwesta Hevbenda Nivîskarên Sûriyê şermezar dikin û em vê helwestê nerast dibînin. Her wiha em dozê li birayên xwe yên ku birêveberiya vê rêxistinê dikin, ku riya wê sererast bikin û li gor rêbazên xwe yên destpêkê tevbigerin, wekî hevbendeke şoreşa Sûriyê û li nirxên wê xwedî derkeve. Wekî Yekîtiya Nivîskarên Kurd -Sûriyê, li Qamişlo, li rojavayê Kurdistanê, em piştgiriya xwe ji bo helwesta nivîskarên kurd yên îstîfakirine nîşan didin. Emê bi her awayî vê helwesta wan biparêzin û ji kêlîka îstîfakirina wan ve, em wan wekî Endamên Rûmetê yên Yekîtiya Nivîskarên Kurd dibînin."
Wekî agahî: Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Sûriyê li Qamişlo hate avakirin. Yekîtiyê di 10.10.2014'an de 1'emîn Kongreya xwe li Qamişlo li dar xist û Dilawerê Zengî ji bo Serokatî, Mihemed Şêxo jî ji bo Cîgerê Serok hat hilbijartin. Her wiha Zahid Mehmûd, Baran Baravî, Fewaz Osê, Ehmed Heyder, Mahîn Şêxanî, Ibrahîm Xelîl, Şehnaz Şêxî, Nûşîn Bêcirmanî û Melevan Resûl ji bo Komîteya Rêveber a Yekîtiyê hatin hilbijartin.
* Ji bo Helîm Yûsiv nivîskaran ji Hevbenda Sûriyê îstîfa kirin
Nûçeyên eleqedar ên din:
- Medyaya civakî piştgirî da Helîm Yûsiv
- Êrîş bi encam bûn: Endamtiya Helîm Yûsiv hat rawestandin
- Nivîskarên 'kurd' çi ji Helîm Yûsiv dixwazin?
- Êrîşên li ser Helîm Yûsiv hat şermezarkirin


