Diyarname
9 rewşenbîrî li ser gotina Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli ku ji bo hilbijêrên HDP'ê gotibû "Bêşeref" û li ser gotina Şêwirmendê Bahçelî Metin Ozkan ku gotibû "Lîsteya 3 hezar ew kesên bêşeref di destê me de ye" serî li dozgerî dan. Rewşenbiran bi daxwaznameyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da.
Rewşenbîrên bi navê Baskin Oran, Gençay Gursoy, Oya Baydar, Ergin Cinmen, Neşe Erdilek, Aydin Engin, Orhan Dogançay, Şanar Yurdatapan û Sait Çetinoglu di daxwaznameyê de gotiye ku wan dengê xwe daye HDP'ê û xwestine der barê herduyan de doz bê vekirin.


