logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Werinêêê!!!... Helaw erzan bûye!!!...

Di van demên dawiyê de tiştên gelek balkêş diqewimin: Ji aliyekî ve televîzyoneke ku bi Kurdî weşanê dike ji aliyê dewle

  • Dîrok: 24/01/2009
  • Beş: Serbest

Dilawer Zeraq

Di van demên dawiyê de tiştên gelek balkêş diqewimin: Ji aliyekî ve televîzyoneke ku bi Kurdî weşanê dike ji aliyê dewletê ve tê avakirin, pê re jî amadekariyên vekirina beşên ziman û wêjeya Kurdî yên di fakulteyan de jî dest pê dikin û ji aliyê din ve jî TZP Kurdî hewlê dide ku Kurdî hê bêhtir li nav Kurdan belav bibe û zimanê Kurdî bi hin bendên sereke têkeve nav qanûnan û di makezagona dewletê de wekî zimanekî were qebûlkirin û naskirin.
Ev du tiştên ku di heman demê de diqewimin û hewldanên ku tên dayîn balkêş in:
Ji ber ku destpêkirina televîzyona bi Kurdî û vekirina beşên ziman û wêjeya Kurdî ya di fakulteyan de, bi temamî encamên têkoşîna Kurdan a bi dehan salan e. Ma ne jixwe aktîvasyon û xebatên heyî jî, hem ji aliyê hiqûqê, hem ji aliyê etîkî, hem ji aliyê sosyolojîk û hem jî ji aliyê zagonî ve, ji bo bidestxistina mafên heyîbûn û mirovane ye.
Ev her du qewam, sedem û encamên hev in û heye ku carinan ji hev bixwin, carinan hev bixwin, carinan jî bivê nevê û bêhemdî xwe berê xwe bidin hev…
Rojên bê dê her tiştî bi zelalî nîşanî me bide.
Îcar tiştekî din jî heye ku ne ji balkêşiyê, ji ber hin tiştên dîtir, min ecêbmayî û heyirî dihêle.
Min roja înekê çend rûpel li ser hev ji paşgoya pirtûkê ya rojnameya bi Tirkî Radikal qulipand ku çi bibînim; Yekî bi navê A. Parıltı ku ji bilî çîrokekê, heta niha bi Kurdî kar û emel nekiriye, hewlê dide ku di rojnameyeke Tirkî de, bi Tirkî zimanê Kurdî bide nasîn.*
Ez xwe bi xwe dibêjim: “Gelo te çima heta niha danasîneke bi vî rengî nedikir?
Gelo te nizanibû ku kes hene ku di vê mijarê de ji te çêtir û zêdetir zana û xwedî agahî ne û hê xweştir û baştir dikarin vî zimanî qedîm bidin nasîn. Gelo gava nivîskarên wêjeya Kurdî ji ber xebata xwe ya li ser zimanê Kurdî li Qoserê hatin girtin, li taxa we ji bo daniştiyên guhê gê def dihat lêdan? An na yandancîtiya te hat bîra te û ji te kirî helaw erzan bûye û dema xwarina te hatiye!?”
Dûre min rûpela rojnameyeke dî vekir, daxuyaniya serokê YÖK’ ê (Saziya Perwerdehiya Bilind) bi ber çavên min ket.
Wî digot, ‘Em ê di du fakulteyan de beşên ziman û wêjeya Kurdî vekin.’
Demên bihurî hat bîra min û min di ber xwe de got, ‘Jixwe xwendekarên unîversîteyan ku daxwazname dan jî ev tişt dixwestin û gelekên wan hê jî ji ber vê yekê dûrî zanîngehan in,’ Serokê YÖK’ê di daxuyaniya xwe de ev gotin li ser gotina xwe zêde dikir: “Em ê ji Kurdên akademîsyen ên ku li fakulteyan di beşa Tirkî de dersê didin, ji kurdîzanên Enstîtuya Parîsê, (gelo heta niha ew enstîtu ji bo we û pergalê ne di nav saziyên bizirar û neyar de bû?..), û ji zana û akademîsyenên Kurdên Başûr alîkarî bixwazin û sûd û kelkê ji wan bigirin.”
Ez axaftina xwe ya di ber xwe de didomînim û dibêjim: ‘Gelo li vir, li Tirkiyeyê, tu kes û sazî tune ye ku hûn berê xwe didin ciyên dî. Gelo li Tirkiyeyê, di nav hemwelatiyên we de, kes û saziyên ku bi salan in bi zimanê Kurdî kar û emel dikin, pirtûkan diweşînin, ferhengan amade dikin tunene ku hûn berê xwe didin derveyî Tirkiyeyê? Gelo Enstituya Kurdî ya Stenbolê û ya Amedê dûrtir e ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê?’
Di berdewama gotinên serokê YÖK’ê de ev gotin hene, ew dibêje: ‘Çar Kurdên ku akademîsyen in û bi Kurdî dizanin ji bo ku wek mamosteyên ziman û wêjeya Kurdî bixebitin serî li me dane û her wiha rektorê Unîversîteya li Hewlerê ji bo perwerdehiya Kurdî serî li me daye û ragihandiye ku ew dikarin di vî warî de alîkariya me bikin’
Ez li vê derê hem ji akademîsyenên Kurd û hem jî ji yên Hewlêrê, ji her yekê ji wan pirsekê dikim:
1- Ew akademîsyenên Kurd, ‘hemin ku hûn ew qas zana bûn, hemin ku hûn hezkir û dilxwazên zimanê Kurdî bûn, hemin ku we dikaribû xebateke akademîk di warê zimanê Kurdî de bikira, gelo heta niha we çima dengê xwe dernexist, we nav û deng li xwe belav nekir û çima me hûn nas nekirin? An na, helawê ku hûn ê ji niha û bi şûn de bitamijin erzan bûye?’
2- Rektorê Unîversîteya li Hewlêrê, ‘gelo qet nayê bîra we ku hûn bêjin, li Tirkiyeyê jî têra xwe zana û Kurdîzan hene, bila ew vî karî bikin?
Gelo we, di nav xwe de pirsgirêka zaravayên kurmancî û soranî çareser kir ku hûn pêşniyazeke bi vî rengî li Tirkiyeyê dikin?’
Mikhail Bakhtin di nirxandineke xwe de wiha dibêje, “Tişt di çarçoveya kenîna ku afat bi ser tirs û micidiya gebsoyî aniye de tê hêçandin û car dî tên helsengandin”, îcar ez jî bi keneke hûr û sivik li kirin û pêkanînên pergalê dinêrim û heta cî û radeyekê ji sedemên van kirinan fam dikim.
Lê gava li kirin û pêkanînên Kurdan dinêrim, tiştek ji min re namîne, ji bilî heyirîn û metelmayînê...
Û misêwa bi dengekî bilind ê hundirê xwe dibêjim: “Werinêêê!!! Helaw erzan bûye!!!”

Têbinî 1: Helaw erzan bûye: biwêjeke Kurdî ya resen e. Wate ev e: Rewş û kawdan rihet û fireh û hêsan bûye. (Gava berdêla kirin, pêkanîn û şert û mercên hin karûbaran giran be û di destpêkê de kêm kes xwe bidin wan kar û baran, lê ku piştre rewş rihet bibe û gelek kes xwe li wî karî bitelînin, tê gotin.)
Têbinî 2: Bi ya min mijara ziman û wêjeya Kurdî naziktir e ji gelek tişt û mijaran.
Divê heta ji me bê em bi rê û dirbên zanayane û rewşebîriyane bala pergalê bikişînin ser saziyên xwe yên ku bi salan in xebata lêkolîn û geşepêdana zimên dixebitin, da ku di beşa ziman û wêjeya Kurdî ya fakulteyan de (ku daxwaza me Kurdan jî bû), perwerdehiyeke têr û tekûz bê dayîn û xwendekarên ku dê lê bixwînin nebin xwedî agahiyên şaş û çilvirandî.
* Bi xalûxwarzîtiyeke bêhempa çîrokeke wî ya bi Kurdî (gelo dibe ku wergerandin be?) di “Antolojiya Çîrokên Kurmancî” ya Firat Cewerî amade kiriye de, hatiye weşandin û bi vî awayî navê wî ketiye nav çîroknûsên Kurdî.
 

Ji Azadiya Welat hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Çima hê jî restorastona Birca Belek temam nakin?

ad

Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de didin Deneuve

ad

Jan û gulên Frida Kahloyê

ad

Yekem car jineke derhêner Oscar girt

ad

Gotina hefteyê: 'Erê' wê bandorê li Kenan Evren neke

ad

Zanîna me jî ji 'Z'yê tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname