Fêrgîn Melîk Aykoç
“Ha gidî, de gidî, ha gidî, de gidî”
Dema bavê min, yan jî zarokatiya min tê bîra min, ez berê vê stranê dibêjim. Ev ji bavê min ji min re yadîgar maye. Lê gelek mixabin ku ev stran ji bavê min û ji zaroktiya min hatiye dizîn. Gava min di pirtûka bi navê “Baxçê Zarokan” de navekî din wekî afirîner û niviskarê vê stranê di bin gotinên vê stranê de dît, ji ber ku bavê min hat bîra min, berê rûniştim, wekî zarokan giriyam. Dû re jî li navnîşan û telefonên wan kesan geriyam, lê bi destê min neket. Baş bû ku wê gavê bi destê min neket. Li cem me gotinek heye, dibêjin: “Bi hêrsê çû Kêrsê!” Minê jî bi wê hêrsê hêvî û dilê wan bişikanda.
Min ji zû ve dixwest ku ez carê li ser vê mijarê binivîsim. Lê carnan ji ber qehiran, carnan jî mijareyeke hê girîngtir derdiket pêşiya min, lema min tim digot: “Careke din.”
Di vê kêliyê de got û bêjên li ser ramanê çîrok û romanan, bi giştî yê berheman ji hev girtinê, gelek germ bûye. Bi rastî jî di vî warî de şaşî, yan jî tênegihîştinên nerênî di nav nivîskarî û lêkolîneriya kurdî de heye. Ev bi serê xwe mijareyeke berfireh e, pêdivî bi nirxandin û zelalkirinan heye. Di mijara “Mişko” de ev rewş hê xirabtir e. Gişan navê afirînerê strana “Mişko” înkar kirine. Heta hinekan bi navê lêkolînerî û zanyarî ev kirine malê Şivan Perwer. Lê ez baş dizanim ku Şivan Perwer negotiye; “Ev strana min e.”
Kalikê me ji gundê Balijê ye. Ev gund girêdayiyê navçeya Nazmiyê ya li ser Dêrsimê ye. Ew ji wir radibin, tên li çala Girê Gakvîn e (Demirtaşê) bi cih dibin. Salek berê serhildana Şêx Seîd, tên li gundê Depê Baxçecikê datînin. Li pey kujeriya Şêx Seîd ji Baxçecixê bîst û pênc mêrî dibin, li Xezika di bin çiyayê Qurucê de dikujin. Birayê kalikê min di nava wan de bû. Kalikê min bi birîndarî revîbû û xwe veşartibû. Li pey mehekê jî bi wê birînê dimire. Pîrika min a nijad ermenî bi yekê ermenî re dizewice û tê devera Vartoyê û li gundê Baskan bi cih dibe. Bavê min jî bi diya xwe re tê Baskan.
Bavê min hetanê dibe 35 salî jî, nazewice. Gundiyên Baskan û yê der û dorê jê re dibêjin; “Tu alevî yî,” keç nadinê. Ew jî radibe diçe nav Xormekan (alevî ne), lê ew jî ji wî re dibêjin: “Tu ji Baskan î, sûnnî yî, em keç nadin te!” Bavê min jî li yeka ne alevî ne sûnni digere, lê nabîne. Dû re xalanên min ê lolij (alevî ne), yên hem diçin cemê û hem jî diçin camiyê tên gund. Meta min û diya min berdêlî dikin. Bi vî awayî bavê min jî, bi derengî be jî digihîje mirazê edetî. (Min ev mijar ji ber taybetiya wê di romana xwe ya bîrewarî ya bi navê “Dîlên li ber pûkê” de bi berfirehî aniye ziman.)
Diya min çar salan zarok nayne, li pey jî xwişka min dibe, berê ku ew sala xwe tijî bike, dimire. Dû re jî ez di payîza sala 1951’ê de têm dinê. Bavê min pir şa dibe. Bi hestê şahiyê min li ser çoga xwe dide rûniştin û cara yekem, bi taybetî ji bo min vê strana “Mişko” dibêje. Ango afirînerê wê bavê min Ahmet Aykoç, “Ehmedê Gulê” ye.
Min di payîza sala 1984’an de li Franfurtê (Almanya) ev stran da Şivan Perwer. Hetanê wê çaxê jî kesî ev stran nedizanî. Dû re Şivan çend çekû li vê stranê zêdekir û di kaseta xwe ya ji bo zarokan de xwend. Orjînala vê stranê wiha ye:
“Harna nîna, nîrna nîna
Nîna, nîna, narna nîna.
Ha gidî mişko, de gidî mişko
Tu dijminê nanê hişko
Ha gidî de gidî ha gidî de gidî
Ha gidî de gidî ha gidî de gidî
Ha gidî mişkê wisa kuvî
De gidî mişkê wisa kuvî
Tûr û barê me kir nîvî
Ha gidî de gidî ha gidî de gidî
“Harna nîna, nîrna nîna
Nîna, nîna, narna nîna.
Ha gidî mişkê wî arisî
De gidî mişkê wî arisî
Li me nehîhîşt nan garisî
Bir û xwaro pê fetisî.
Ha gidî de gidî ha gidî de gidî
“Harna nîna, nîrna nîna
Nîna, nîna, narna nîna.”
Gotinên “Mişko ji mişkan re bû mişk..” û ji wê wê ve Şivan lê zêdekiriye. Niha jî em werin ser qaşo lêkolîneran.
Di pirtûka bi navê “Baxçê Zarokan (Stran û muzika zarokan)” ku bi hêla A. Gernas / Farid Nadhar ve hatiye amadekirin de di binê vê stranê de. “Gotin û mûzîk : Şivan Perwer dinivisîne. Ango van camêran bê lêkolîn û pirsînê, girtine di bin de navê Şivan nivisîne, çi lêkolînvaniyeke hêsan?
Li pey jî Koma Agirê Jiyan di sêlika xwe de xwendiye. Wan jî di bin vê stranê de “Gelêrî, herêm Varto” nivisîne.
Niha mirov di warê exlaqî ve vê mijarê çawa şirove bike. Çi navî li vê forma bikaranîna strana kesekê bike. Kesên wek Celal Guzelses û yên din bi sedan melodiyên stranên kurdî girtin, hin gotinên vala li hev anîn û wekî stranên xwe ji tirkî re kirin mal, ku hîna jî ev awa sextekarî û dizî didome. Dibêjin strana, “Mişko” jî kirine tirkî, lê min hîn nebihîstiye.
Kesên lêkolîner divê hetanê rastiya mijar û diyardeyeke nebîne, nenivisîne û ji kesan re neke mal. Mirov dikane bibêje: “Ev stran ji filan kesê/î hatiye girtin.” Lê divê mirov nebêje malê min, yan jî yê filan kesî ye.
Em taybetiya Swêdê dizanin. Dewleta Swêdê demekê ji bo nivîskar û lêkolîneran alîkarî dida. Ji wê hem yên xwediyê heredarî û normên lêkolînerî û nivîskariyê bûn, hem jî yên ji vê rastiyê dûr bûn, dest avêtin vê mijara nivisandinê. Çîroka Hesenê Metê ya bi navê “Êş” vê taybetiya nivîskariya Swêdê bê kêmasî şirove dike. Eger wer neba xebatekê wekî xebata “Baxçê Zarokan” bê lêkolîn û hûrkolînan, bi lez û bez nedihat weşandin.
Di warê xwendin û hûrkolina tiştan de ez keseke çavbirçî me. Lê ji ber ku derfetên di destê me de li dora sifirê ne, ev jî pêşî li hin tiştan digire. Min demekê jî serê xwe li ser dengbêj û stranbêjan êşand. Hema bigire yek ji wan li ser stranan nakevin nav lê û hûrkolînan. Gava ketin tengasiyê jî, hema di bin de “gelêrî” dinivisînin û derbas dibin.
Divê êdî di nava me de jî hin norm û sincên nivisîn, stran û afirînerî rûnin. Tu kes dernekeve derê van norman. Divê di hin waran de rexnegirî û wijdana rewşenbîrî rûne ku mirov bikane pêşî li dizî, şaşî û xeletiyan bigire.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan


