Amed
Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Sûr, Farqîn û Licê gelê Amedê guh da banga DBP'ê û îro dikanên xwe venekirin.
Rêxistina DBP'ya Amedê li hemberî hewldanên komkujiyê yên li navçeyên Farqîn, Sûr û Licê gelê Amedê vexwend çalakiya rawestandina jiyanê. Li ser vê bangewaziyê îro li Amedê çalakiya "jiyanê bidin rawestandin" hat lidarxistin. Li navçeyên Peyas, Yenîşehîr, Rezan û Sûrê yên Amedê ji bo şermezarkirina komkujiyan esnafan dikanên xwe venekirin û ajokaran erebe dan rawestandin. Bi kurtahî li her derê Amedê îro jiyan rawestiya.
FOTO: DÎHA


