Diyarname
Hikumeta Hilbijartinê ku heta hilbijartina 1'ê sermaweza 2015'an dê kar bike hat avakirin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu lîste pêşkerê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir. Di nav wezîran de 2 wezîrên HDP'yî jî hene.
Ji HDP'ê Ali Haydar Konce bû Wezîrê ji Karên Ewropayê Berpirs û Muslum Dogan jî bû Wezîrê Pêşketinê. Vaye temamê lîsteya endamên hikumetê:
Serokwezîr Ahmet Davutoglu
Cîgirên Serokwezîr: Yalçin Akdogan, Numan Kurtulmuş, Cevdet Yilmaz, Tugrul Turkeş
Wezîrê Karên Hundir Selami Altınok
Wezîrê Edaletê Kenan İpek
Wezîrên Karên Derve Feridun Sinirlioglu
Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Ayşen Gurcan
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Ali Haydar Konca
Wezîrê Zanist, Sanayî û Teknolojiyê Fikri Işık
Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Ahmet Erdem
Wezîrê Derdor û Bajarvanî İdris Gulluce
Wezîrê Aborî Nihat Zeybekci
Wezîrê Enejrî û Çavkaniyê Xwezayî Ali Riza Alaboyun
Wezîrê Ciwan û Spor Akif Çağatay kılıç
Wezîrê Xurek, Çandinî û Sewalvanî Kudbettin Arzu
Wezîrê Gumrik û Ticaretê Cenap Aşçi
Wezîrê Pêşketinê Muslum Dogan
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Yalçin Topçu
Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şimşek
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Nabi Avci
Wezîrê Parastina Neteweyî Vecdi Gonul
Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzinoglu
Wezîrê Gihandin, Behrvanî û Ragihandinê Feridun Bilgin
Wekî tê zanîn Hikumeta Hilbijartinê li gor Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê hat avakirin. Wezîrên di nav de li gor dengên ku partiyên li meclisê (AKP, CHP, MHP, HDP) girtine dihatin belavkirin. CHP û MHP'ê got ew nakevin nav hikumetê, tenê HDP'ê qebûl kir ku di nav de cih bigire. Ji bo HDP'ê 3 mebûs diketin, lê Levent Tuzel ku mebûsî ji bo wî hatibû pêşniyar kirin qebûl nekir, du HDP'yî man. Niha piraniya hikumetê ji AKP'ê, ji HDP'ê 2 mebûs (Muslum Dogan û Ali Haydar Konca), ji MHP'ê Tugrul Turkeş (Turkeş bêyî guh bide partiya xwe peywir qebul kir) hene.