logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Hejmara kuştiyan her ku diçe zêde dibe (Êrîşa terorîstî li Parîsê / Hat nûkirin)

  • Dîrok: 13/11/2015
  • Beş: Ji Çapemeniya Dinyayê


03.00:
Hollande çû cihê bûyerê
Serokomarê Fransayê François Hollande çû cihê bûyerê. Hollande li nêzî Bataclan axivî. Holland wekî hejmara miriyan texmîna polîsan wekî 118 ragihand û got ku bêyî em merhemedê nîşan bidin emê bi ser êrîşankaran de herin.
Di vê navberê de Dozgeriya Parîsê ragihand ku hejmara miriyan gihîştiye 120'î.

Saet: 02.30
AFP: 4 êrîşkar hatin kuştin

Diyar bû ku li 7 cihên li Parîsê êrîş çêbûye. Yek ji van êrîşa întîxariye. Di destpêkê de qala 3 êrîşan dihat kirin. Li gor vê saetê jî hê bi awayek fermî diyar nebûye çend kes hatine kuştin lê qanalên televîzyonên ên Fransiz "N20" û "France 24" ragihandin ku li dor 140 kuştî hene.
Her wiha AFP'ê ji çavkaniyên polîsan ragihand ku 4 êrîşkar hatine kuştin.

Saet 02.30:
1500 leşker li kuçeyên Parîsê ne
Kanala France 24 li ser agahiya ku ji Wezareta Karên Hundir a Fransayê girtiye, ji bo ewlehiyê 1500 leşker li kuçeyên paytexta Fransa Parîsê hatine bi cih kirin. 

Saet 02.20
N20: 140 kuştî hene

Televîzyona fransiz N20 wekî nûçeya dawî ragihand ku li salona konserê herî hindik 100 kes, bi giştî herî hindik 140 kes hatine kuştin. 

Saet 02.15:
Kanalên televîzyonên Fransayê qala kuştina 100 kesî tê kirin. Bi awayekî fermî hê tu agahî nîn e.

Saet 02.00:
Ban Ki Moon êrîş şermezar kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban ki Moon bi rêya berdevkê xwe daxuyaniyek weşand û got, "Ez êrîşa terorîstî ya li Parîsê şermezar dikim". Moon her wiha ji bo malbata kesên hatine kuştin sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî hêviya şîfayê kir. 
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.
Berdevkê Kremlîna Rusyayê Dimitri Peskov daxuyaniyek da, êrîş şermezar kir û êrîşkar wekî "kujerên nemirov" bi nav kir.

Saet: 01.50:
Dîl hatin rizgarkirin

Kesên dîl hatibûn girtin, bi operasyona hêzên ewlehiyê hatin rizgarkirin. Du êrîşkarên terorîst hatin kuştin. Hê derbarê kuştiyan de agahiyek berfireh nehatiye dayîn. 
Her wiha li gor agahiyên nû li 5-6 cihan êrîş çêbûye.

Saet 01.45: 
Holland nayê Tirkiyeyê

Serokdewletê Fransayê François Hollande ji bo Civîna G20 dê bihata Tirkiyeyê lê ji ber vê bûyerê hatina xwe betal kir û ragihand ku dê neyê.

***  

Vê êvarê saet li dor 23'yan li Parîsa Fransayê sê êrîş pêk hatin, qala kuştina 60 kesî tê kirin.

Li gor nûçeya AFP'yê êrîşa yekemîn li nêzî avahiya Charlie Hebdo (ku îsal rastî êrîşê hatibû) li restorant Rue Bichat pêk hat. Şahidek dibêje herî hindik 100 gule reşandin. Dûre li nêzî Stade de France sê teqîn çêbûn. Di van êrîşan de li gor agahiyek yek ji van êrîşan de êrîşa întîxariye. Di vê demê de di navbera Fransa û Almanya de maça dostaniyê dihat lîstin û Serokomarê Fransayê Hollande li stadê li maçê temaşe dikir. Bi bihîstibû bûyerê re Hollande ji maçê derket.

Li gor Reutersê li nêzî restorantê li salona konser Balathanê dîl hene. Li Balathanê konsera rockê hebû. Şahidek ji bo radyoya Info France axiviye û gotiye dema êrîşê de wekî "Ellah û ekber" qîriyaye. 

Hollande: Emê hêza Fransayê nîşanî wan bidin 

Hollande daxuyanî da çapemeniyê, bi zorê diaxivî, qala gelek mirî û birîndaran kir, got ku hemû sînorên Fransayê hatin girtin. Hollande qala rewşek awarte kir, diyar kir ku ji bo Civîna Kişwerê ku sibê dê çêbiba dê sînor bihata girtin lê ji ber vê bûyerê ji niha de sînor hatine girtin. Hollande diyar kir ku ew dê hesabê vê bipirsin, hêza Fransayê nîşanî wan bidin.

Hollande ferman da artêşê ku kuçeyan biparêze. Piştî vê fermanê leşker daketin kolanan. 

Gelek ambulans çûne cihê bûyerê. Li stadê ku maç lê bû jî ji bo ewlehiyê temaşevan daxistin nav sehaya.  

Şaredariya Parîsê gel hişyar kir ku ji malên xwe dernekeve. 

Obama: Em ligel Fransayê ne

Serokdewletê DYA'yê Barack Obama li ser bûyerê daxuyanî da û got ku li hemberî terorê em ligel Fransayê ne, çi ji destê me bê emê bikin.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Ji Çapemeniya Dinyayê - Nivîsên Dawî
news
  • 09 02 2023

Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin

news
  • 28 12 2022

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

news
  • 25 12 2022

2022: Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû

news
  • 12 12 2022

Bazinek sexte firotine Şêxê Qatarê

news
  • 05 12 2022

Oxfordê peyva salê hilbijart

news
  • 23 11 2022

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îstanbul Modern hefteyê du rojan bê pere ye

ad

HDP û EMEP'î rojobînî kerd

ad

2021: Vane hemû pirtûkên salê

ad

Weşanxaneyên beşdarî Fûara Amedê dibin û çalakiyên wan

ad

Ji dêvla Şenyaşara hate binçavkirin Buldan di nobetê de ye

ad

Lîsteya pêşberendarên Oscarê ya belgefîlman diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname