Diyarname
Kovara "Kurt Tarîhî" vê carê li ser "Komar li Kurdistanê ye" dosyayek firek amade kiriye.
Kovara "Kurt Tarîhî" ku du mehan carekê derdikeve bi hejmara xwe ya 21'ê, yanê ya mehên sermawez-berfanbarê li ber destên xwendevanan e. Kovara ku bi tirkî derdikeve û di her hejmarê de li ser kurdan dosyayek amade dike, carê dosyayek fireh bi sernavê "Komar li Kurdistanê ye" amade kiriye. Di dosyayê de ji destpêka Komara Tirkiyeyê ve li siyaseta li ser Kurdistanê dinêre û ji gelek alî ve mijarê digire dest. Ji nivîsên dosyayê Mehmet Oznur Alkan nivîsek nivîsiye û diyar kiriye ku komarê pirsgirêka kurd wekî "asîmîlasyon, asayîş û medeniyet" dîtiye.
Ercan Çaglayan ku di heman demê de edîtoriya vê dosyayê kiriye meseleya mufetîşiya wê demê ku wekî OHAL'a niha bû girtiye dest. Her wiha Caglayan di nivîseke xwe ya din de jî meseleya "Asîmîlasyon û Turkîfîkasyon"ê girtiye dest. Evrim Karakaş jî di salên destpêkê yên Komarê de bal kişandiye ser çêkirina rêyên hesinî ku piranî li bajarên kurdan hatine çêkirin û diyar dike ku dewletê bi vê kiriye ku li herêmê serdestiya xwe saz bike.
Her wipa Zeynep Turkyilmaz meseleya "Sikida Avar û Dag Çiçeklerim", Metin Yuksel "Enstîtuya Keçikan a Elezîzê", Zerhat Arslan "Dibistanên Leylî yên Herêmê" girtiye dest.
Ji bilî dosyayê jî nivîs di kovarê de cih girtiye. Lêkolînek Rohat Alakom li ser Selahaddîn Rastgeldî ku li Rihayê hatiye dinê, li Swêdê dixtorî kiriye û aktîvîstekî mafên mirovan bûye girtiye dest.
Her wiha di hejmara 18'an de Şahhaydar Yarkin di çarçoveya dosyaya "1915 û Kurd" de nivîsek bi navê "Kigîya Wêran" nivîsek nivîsî bû û di vê hejmarê de nivîskarê pirtûkê Osep Tokat bersiva wê nivîsê daye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
0532 173 25 09
kurttarihi@yahoo.com


