logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  3. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

CIVÎNA RIYADÊ

Mirov dikare teqîna ku berî 2 rojan li Til Temirê jî pêk hat wekî encama yekemîn a vê civînê binirxîne.

  • Dîrok: 13/12/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Rizoyê XERZÎ

Wekî tê zanîn di navbera 8'ê vê mehê de li paytexta Siûdiyê Riyadê civînek ji bo ‘lêgerîna li çareseriyeke siyasî’ ji bo Sûriyeyê hat lidarxistin.

Lê dema mirov bala xwe dide kesên pêşengiya vê civînê dikin wê gavê mirov baş dizane ku dê çi ji gelê Sûriyeyê re bîne. Serkêşên vê civînê û welatên ku ew civîn di bin siya wan de pêk hat. Tirkiye, Siûdiyê û Qeterê wekî berdevkên siyasî ên çeteyên mîna El Nusra, Ehrar El Şam û gelek komên din tên binavkirin.

Lewre jî gelê Sûriyeyê baş dizane ku ev kesên bi navê muxalefetê jî li wir civiyane tenê aktorên ku pêlîstokên di destê van welatan de ne û muxalefeta rastî ya ku berdevkiya gelê Sûriyeyê dike nehatiye vexwendin bo wê civînê.

Lewre jî ew civîn dê ji çareseriyê bêtir bi xwe re berdewamiya şer û pevçûnan, berdewamiya koçkirin, kuştin û wêrankirina vî welatî û xelkê vî welatî bîne.

Mirov dikare teqîna ku berî 2 rojan li Til Temirê jî pêk hat wekî encama yekemîn a vê civînê binirxîne.

Ev hêzên ku herdem cihê xwe li kêleka komên çete girtine û piştgiriya wan kirine ji bilî hêsirên çavan û rijandina xwîna gelê Sûriyeyê tiştekî din pêşkêşî vî welatî nekirine.

Niha jî di vê civînê de hewl didin ku van çeteyan bi rengekî din birêxistin bikin. Dixwazin ku çeteyên wekî Nusra û Ehrar el Şam û gelek komên din ên di warê navnetewî de wekî rêxistinên çeteyan hatine qebûl kirin ji nû ve di bin navekî din de birêxistin bikin û wan wekî şoreşgerên Sûriyeyê pêşkêş bikin.

Ew muxalifên ku li gorî dilê xwe û berjewendiyên xwe amade kirine jî dê sîwana siyasî ya vê hêza nû ya leşkerî be.

Wiha xuya dike ku dê yek ji armancên wan ên sereke jî ew be ku êrîşî destkeftî û aramiya kurdên rojavayê Kurdistanê bikin. Wekî tê zanîn berî çend rojan hêzên ku qaşo li Humsê li dijî rejîmê şer dikirin, wan û rejîmê li hev kirin. Humsê teslîmî rejîmê kirin û berê xwe dan Idlibê ku xwe nêzî sînorê Efrînê bikin.

Efrîna ku serê çend sala ye di bin dorpêçkirina van hêzan de ye û niha êrîşên dijwar li dijî Efrînê hene û piştî vê civîna Riyadê dê êrîşên li dijî wî bajarê kurdan û tevahiya Rojava zêdetir bibin.

13.12.2015, Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ev çi lez e: Yuksek girtin û sirgun kirin!

ad

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

ad

Baydemir wisa hêrs bû (Vîdyo)

ad

Li ser 'Mala Baz' dîtinên cuda derketin

ad

"Mamoste" çîroka mamosteyên ji kar hatine dûrxistin pêşkêş dike

ad

MEDYA-DER wê li ser ziman xebatê bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname