Diyarname
Azîz Yural endamê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) bû û îro dema xwest jinek birîndar ji erdê rake ji aliyê tîmên taybet ve hat kuştin.
Xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê yê Cizîrê û endamê SES'ê Aziz Yural li Taxa Nûr dema xwest jinek ji lingê xwe birîndarbûyî ji erdê rake ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat kuştin.
Navend Giştî ya SES'ê li ser kuştina Yural daxuyaniyek weşand û got: "Bila serê me hemûyan sax be. Em wekî kedkarên tenduristiyê emê hê zêdetir qurbanan nedin vî şerî. Emê bi israr bibêjin ji şer re na."


