Diyarname
Radyo 6 dest bi weşana bi kurdî, Turkiye'nin Sesi Radyosu jî dest ib ermenkî kir.
Li gor agahiyan Radyo 6 dê 24 saetan bi kurdî weşanê bike. Radyo digel nûçeyan, dê bernameyên li ser rojevê û bi têra xwe jî bernameyên muzîkê pêşkêş bike.
Radyo 6 ku li ser FM'ê weşanê dike li ser qeyka Turksat û înternetê jî dikare bê temaşekirin.
Weşana Turkiye'nin Sesi Radyosu jî li herêma nêzî Ermenistanê li FM bi ser 106,25 Mhz de weşanê dike. Bi ermenkî her serê sibê saet 07.00-07.30 û êvaran jî saet 18.00-18.30'yan de weşanê dike.


