logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Portreya Mehê: JÎR DILOVAN

Jîr Dilovan nivîskar û wergêrekî kurd e. Ew di sala 1956’an de li gundê Hêştireka Midyada Mêrdînê hatiye cîhanê.

  • Dîrok: 01/02/2016
  • Beş: Portreya Mehê

Diyarname
Jîr Dilovan nivîskar û wergêrekî kurd e. Ew di sala 1956’an de li gundê Hêştireka Midyada Mêrdînê hatiye cîhanê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Midyadê û dibistana mamostetiyê jî li Kirşehir bajarê Tirkiyeyê di sala 1975’an qedandiye. Dû re jî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Anatolî ya Eskîşehirê kuta kiriye. Dest bi mamostetiyê kiriye.

Sala 1983’yan ew li gundê Apê Mûsa (Musa Anter) dest bi gerînendetiya dibistanê dike, li wir Apê Mûsa dinase. Di salên 90’î de ew li navenda Mêrdînê bi cih dibe.

Bi pêwana daîreya Navenda Perwerdeya Gel ew li girtîgeha Mêrdînê dersên tembûrê (saz) dide girtiyan. Wekî din çalakiyên xwe û xebatên xwe yên li ser ziman û wêjeya kurdî jî berdewam dike. Ji aliyê din ve çend xort û qîzên kurd li hev kom dike û  bi navê “Koma Jîr DILOVAN” komeke muzîk û dîlanê pêk  tîne. Tevlî çend şahî û dawetên kurdan jî dibin û kaseteke amator a muzîka kurdî jî dadigirin.

Bi navê Nûşer Dîlan hinek nivîsên kurdî dinivîsîne.  Bi pêşniyara Apê Mûsa bernavkê Jîr bikartîne ku ew jî Dilovan pê ve dike.

Bi weşana rojnameya Welat re, Apê Mûsa jê dixwaze ku ew nivîsên xwe bişîne rojnameyê. Ew bi nivîs û berhevkên zarokan dest bi nivîsê dike û êdî bi çîrok, helbestên fabl û bi hevpeyvînan berdewam dike. Di heman demê de ew di rojnameya “Ulke” ya heftane de jî li ser çand û wêjeya kurdî bi tirkî dinivîse. 

Ew di sala 1992’yan de tê girtin û di sala 1995’an de neçar dimîne biçe Ewropayê. Jîr Dilovan ê ku bi bikaranîna kurmancî jî nasdar e li wir jî xebat û çalakiyên xwe didomîne.

Heya niha di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û helbestên wî hatine weşandin. (Welat, Welatê Me, Rewşen, Jiyana Rewşen, Nûdem, Huner, Amara, Kovara W) Di kovarên Huner û Amara de di desteya weşanê de cîh girtiye. 

Lîstika wî ya bi navê “Qolinc” (15 beş) û gelek skeçên wî di Med Tv de hatine weşandin. Di Televîzyona Mezopotamya de, di bernameya Rojbaş Kurdistan de, dersên zimanê kurdî dane û demekê bernameya "Destpêka Rojê" amade û pêşkêş kiriye. Di Radyoya Dengê Mezopotamya de, sê bernameyên wêjeyî yên bi navê "Ji Kaniya Wêjeyê,", "Şana Helbestê" û "Li Benda Rojê" amade û pêşkêş dike. 

Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin:

- Zenga Zêrîn, Roman, Weşanên Mezopotamya, 2003

- Ji Biçûkan re Çîrok Ji Mezinan re Dîrok, Helbestên Fabl, Weşanên Şaredariya Sûra Amedê, 2006

- Bi Pirs û Bersivan Dîroka Kurd û Kurdistan Cild-1, Weşanên Pêrî, 2007

- Ji bo Kesên Gihîştî, Mamoste û Perwerdekaran Waneyên Kurdî-Kurmancî, Weşanên Enstîtuya Kurdî, REWSEN, 2008

- Qolinc, Senaryo – ristefîlm, DVD 1-2-3

Werger:

- Arî Mezin - Kurdên Elewî Di Dorpêça Agir de, Weşanên Eylem, 2001

- Abdullah Ocalan: Ji dewleta rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild-I, 2003

- Abdullah Ocalan: Ji dewleta rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild-II, 2003

- Bextiyar Qehreman: Banga Ji Heskîfê, Helbest, Weşanên Pêrî, 2006


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nûbiharek nû li ber destên xwendevanan e

ad

RTUK dixwaze ceza bide vê reklamê

ad

A go rolê Prenses Diana kay bikero

ad

Lîsansên MMC, NÛCE TV, ROJ TV hatin betalkirin

ad

Dadgeha Bilind cezaya Kiliç betal kir

ad

'Em neviyê Ehmedê Xanî ne, em perwerdehiya kurdî dixwazin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname