Diyarname
Divê şîdet ne li sehayên fûtbolê be lê tu demê jî şîdet ji sehayan xalî nebûye. Vê carê şîdet li Arjantînê hat jiyîn.
Li herêma Cordoba ya Arjantînê maçeke herêmî dihat lîstin. Hakêm Cesar Flores qerta sor nîşanî lîstikvanekî da. Lîstikvan ji sehayê derket, çû çek anî û bera hakêm Flores da û kuşt, her wiha lîstikvanekî din bi navê Walter Zarate jî birîndar kir. Gule li ser, sing û stûyê hakêm ketiye.
Polîsan lîstikvan tewqîf kir.


