Diyarname
Serokê berê yê DEP'ê, siyasetmedar Yaşar Kaya li Hewlêrê wefat kir.
Yaşar Kaya di sala 1938'an de li Îdirê hatiye dinê. Ew yek ji kesên di nav "Doza 49'an" de cih girtibû. Kaya piştî salên 90'î li nav siyaseta kurd a bakur ya legal de cih girt. Piştî ku HEP hat girtin û DEP vebû, Yaşar Kaya bû Serokê DEP'ê. Bi girtina DEP'ê re ew jî wekî gelek kesî neçar ma here derveyî Tirkiyeyê. Li Ewropayê di nav
avakarên Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) de cih girt. Dema li Stenbolê bû Xwediyê îmtiyazê yê Ozgur Gundemê bû jî.
Piştî sirgûniyek dirêj çend sal berê vegeriya Tirkiyeyê û wekî helbest jî êdî nêzî AKP'ê bû. Di hevdîtineke xwe de gotibû, "Ger ji bo hilbijartinê dengê min heba min dê dengê xwe bida AKP'ê."
Kaya îro li Hewlêrê wefat kir.
Foto: Kayber Avci / Cîhan


