Diyarname
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) barandina cezayan a li ser televîzyonên kurdan û muxalifan didomîne. RTUK'ê herî dawî 10 roj cezaya rawendina weşanê li Ozgur Gun TV birî. Ozgur Gun TV li ser sê jinên siyasetmedar ên kurd ên ku li Silopî hatin kuştin bername çêkiribû (05.01.2016) û di bernameyê de Mebûsê Şirnexê yê HDP'ê Ferhat Encu axivî bû. Ji bo vê bernameyê RTUK'ê 10 roj cezaya rawestandina weşanê li televîzyonê birî.
Her wiha RTUK'ê ji ber bernameya roja 15.12.2015'an ku Veysi Sarisozen têde axivî bû cezaya pereyan li ÎMC TV birî.
REKLAM
- Ji Kurt Tarîhî 'Kurd û Kurdistan'


