Diyarname
Waliyê Rihayê ji bo navbera rojên 1-6'ê avrêlê her cure çalakî, mîtîng, daxuyanî û tiştên wisa yên li nav sînorên Rihayê qedexe kirin.
4'ê avrêlê wekî roja bûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê qebûlkirin û hin kurd wê rojê de diçin gundê Amara ku Ocalan lê hatiye dinê û vê rojê pîroz dikin. Îsal jî biryarek wisa hat girtin lê beramberî vê Waliyê Rihayê jî gav avêt û her cure çalakî ji bo rojên navbera 1-6'ê mehê qedexe kir. Walîtî wisa got: "Li gor Xala 11/C a Zagona Îdareya Bajêr ya bi hejmara 5442 û li gor xala 17'emîn a Civîn û Meşan a bi hejmara 2911'an li navenda Rihayê û navçeyên wê di navbera rojên 1-6'ê avrêla 2016'an de her cure meş, daxuyaniya çapemenî, mîtîng, sazkirina konan, vekirina standê û tiştên wisa hatine qedexe kirin."


