STENBOL
Yekem car di sala 1995'an de komek dayik li ber Lîseya Galatasaray a li Beyogluya Stenbolê rûniştin û daxwaza dîtina xizmên xwe kirin. Dayikan her hefte roja şemiyê ev çalakiya xwe dom kir û bi demê re navên wan bû Dayikên Şemiyê. Ji wê rojê heta niha bû 600 hefte Dayikên Şemiyê li heman cihî çalakiya rûniştinê li dar dixin û daxwaza dîtina xizmên xwe yên winda dikin.
Di 600'emîn hefteyê de girseyeke mezin li ber Lîseya Galatasarya ligel dayikan hat cem hev.
Dayikan careke din daxwaza dîtina xizmên xwe kir, careke din pirs kir "Xizmên me li ku ne?" Îro ligel dayikan mebûsên HDP û CHP'ê, akademîsyen, hunermend, rewşenbîr, nivîskar û rojnameger jî hebûn di çalakiyê de.
Di çalakiya îro de dayika Hayrettîn Eren (36 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin) Elmas Eren axivî. Eren ku ev 36 sal in pirsa kurê xwe dike. Dûre yek ji sembolên çalakiya Dayikên Şemiyê, diya Hasan Ocak Emîne Ocak axivî û got: "21 sal in ez li vir rûdinim. Ez her ji bo ciwanan, dayikan û bavan rûniştim."
Diya Murat Yildiz (21 sal berê li Îzmîrê li qereqolê hat windakirin) Hanîfe Yildiz jî axivî û got ku eger bêdadî bidome dê 600 hefteyên din jî çalakiya xwe bidomînin û wê Dayika Berfo jî bi bîr xist.
Li ser navê Dayikên Şemiyê jî keça Fehmî Tosun (di sala 1995'an de hat windakirin) Besna Tosun axivî. Tosun diyar kir ku li hemberî van sûcên herî giran ên mirovahiyê hatine kirin û got: "21 sal berê dayik û bavên me di vê qadê de dest bi têkoşînê kirin. Niha jî em nifşên nû, zarokên wan vê têkoşînê didomînin."
Piştî axaftinên xizmên wendayan, peyama Dayikên Plaza de Mayo ya ji Arjantînê hate guhdarkirin.
Li ser navê hemû çalakgeran daxuyaniya hevpar ji aliyê Serpîl Taşkaya (bavê wê Huseyîn Taşkaya li Pirsûsê hat windakirin) ve hat xwendin. Taşkaya destnîşan kir ku li gel 600 hefte ye li vê qadê ne jî kujer nehatine peydakirin û daxwazên xizmên windayan anî ziman.
Foto: DÎHA