Ertuş Berçelan
Kaosa li Suriyeyê hindî diçe kûrtir dibe. Şerê ji hêla hêzên hegemonîk ve bi awayek wekaletî dihat rêvebirin êdî rasterast tê meşandin. Tişta kaosê kûr dike û pêşveçûnan leztir dike jî ev rastî ye. Lê ev di heman demê de nîşan dide ku şerê li Suriyeyê ji bo hêzên hegemonîk jî êdî hatiye astek neyê ragirtin. Tişta bi wekîlên xwe nikarin bikin, dê bi xwe bikin. Bi vê boneyê di çend mehên pêşiya me de guherînên girîng dê li Suriyeyê û girêdayî vê yekê li Rojhilata Navîn rû bidin.
Suriye niha bûye mifteya Rojhilata Navîn. Pergal û hevsenga li Suriyeyê bê avakirin dê di heman demê de wekî pergal û hevsenga dema pêş a herêmê be. Serkêşiya vî şerî jî niha Rusya û DYA dikin. Her du dewlet di heman demê de parazvanên pergala kapîtalîst in. Niha rewşa Suriyeyê û rewşa Rojhilata Navîn pergala kapîtalîst dide zorê ku çareseriyekê bibînin.
Ligel hewceyiya çareseriyê jî berjewendiyên her du hêzan li hev nakin. Dema berjewendiyên wan heta cihekê li hev bikin, vê carê berjewendiyên wan û hevkarên wan ên herêmî li hev nakin. Heta gelek caran berjewendiyên komên li qadê şer dikin, xwediyên wan û hêzên hegemonîk jî li hev nakin. Mînaka vê têkiliyên DYA-Tirkiye û komên çete yên li qadê ne. Ev têkilî û nakokî kaosa heyî kûrtir dike. Cardin ji bo têkiliyên Rusya-Îran û rejîma Suriyeyê jî heman tişt derbas dibe.
Ji ber vê kaosê heta niha çend caran ji bo çareseriyê hevdîtinên Cenevreyê pêk hatin. Ji ber pirserî hişmendiya nijadperest a dewletên herêmî, encam ji van hevdîtinan derneket. Rusya û Amerîkayê ev rastî dîtin û xwestin di navbera xwe de çareser bikin. Di encama van hevdîtinan de çend caran agirbest hatin îlan kirin. Lê piştî agirbesta dawî niha Amerîka û Rusya jî hatin asta têkiliyan qut bikin.
Lê derveyî berjewendiyên hêzên hegemonîk, dewletên herêmî û komên çeteyan rewşa Suriyeyê êdî çareseriyê teqez dike. Nexwe pergala kapîtalîst dê li Rojhilata Navîn û cîhanê înfilaq bike. Niha sê alternatîf hene. Yek, mayîna Suriyeyê wekî netew dewletê. Didu, wekî Hêzên Suriyeya Demokratîk pêşniyar dike, li ser bingehek wekheviyê pergala federasyonê. Sisê, parçebûna Suriyeyê ya li ser bingeha sê dewletan.
Alternatîfa yekemîn ji xwe êdî ne mimkûn e. Sûriyeya netew dewlet çû zibildanka dîrokê. Alternatîfa duyemîn hem ji bo Suriyeyê û hem jî wekî mînak ji bo Rojhilata Navîn bijarteka herî guncaw e. Niha gelek derdor li ser vê yekê hemfikirin. Pêşengiya wê HSD dike, hêzên hegemonîk jî bi boneya rastiya Suriyeyê îtîraz nakin.
Alternatîfa sêyemîn jî parçebûna Suriyeyê ye. Ev alternatîf niha her kes bi devkî li dij derdikeve. Bes di pratîkê de rastî ber bi vir ve diçe. Ev jî dabeşbûna Suriyeyê ya wekî kurd, sunî û şîa ye. Hêzên hegemonîk bi boneya berjewendiyên xwe, dewletên herêmî ji ber hişmendiya xwe ya faşîzan û komên çete yên li qadê jî bi boneya feraseta xwe ya paşverû li hev nakin. Li cihek ew qas hêzên dijber hebin, tenê parçebûn mimkûn e. Piştî agirbesta dawî ya cejnê ev rastî pir zelaltir derket holê.
05.10.2016, Azadiya Welat